Li gundewarê Çilaxayê droneke xwekuj a çeteyan hat xistin

Çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk a dagirker bi dronan êrişî gundê Sefa yê Çilaxa dikin, şervanên YPJ û QSDˊê droneke xwekuj xist.

Li gundewarê Çilaxayê droneke xwekuj a çeteyan hat xistin
26 ÇILE, 2026   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dane ajansa me, çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Sefa yê girêdayî Çilaxa dikin, şervanên YPJ, YPG û QSDˊê bersivan wan didin, pevçûn dewam dikin.

Çavkaniyan da zanîn ku çete bi dronan êrişî dikin, şervanên YPJ, YPG û QSDˊê droneke xwekuj xist.

Di navbera şervanên YPJ-QSD û çeteyan de pevçûn dewam dikin.

(fr)