Di civîna Konseya Ewlehiyê de banga agirbest û entegrasyonê hat kirin

Di civîna Konseya Ewlehiyê de bang li aliyên sûriyeyî hat kirin ku li gorî agirbestê tev bigerin, sivîlan biparêzin û bi awayekî cidî beşdarî diyaloga siyasî bibin.

Di civîna Konseya Ewlehiyê de banga agirbest û entegrasyonê hat kirin
23 ÇILE, 2026   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rojeva Sûriyeyê civînek li dar xist.

Cîgirê sekreterê giştî yê NY’yê Xalid Xiyarî diyar kir ku rewşa li ser erdê hîna jî aloz e, li hin beşên Hesekê û derdora Kobanê êriş û pevçûn berdewam in, di encamê de bi deh hezaran kes koçber bûne û kuştî û birîndar hene.

Xalid Xiyarî diyar kir ku divê agirbesta 18’ê Çileyê hatiye ragihandin pêk were û tevlêbûneke cidî ji bo pêkanîna lihevkirinên dawîn ên di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û QSD’ê de çêbe.

Xalid Xiyarî îşaret pê kir ku pirsgirêkên mirovî yên mezin hene û bang li hemû aliyan kir ku sivîlan û binesaziyê biparêzin, rê bidin ku alîkarî bêyî astengî derbas bibin.  

Di civînê de ji ber hebûna çekdarên biyanî li Sûriyeyê hişyarî hat kirin. Her wiha girîngiya birêxistinkirin û radestkirina navendên ragirtina çeteyên DAIŞ’ê hat vegotin.

Nûnerê Rûsyayê anî ziman ku divê binpêkirin werin rawestandin û diyalog pêk werin.

Nûnerê DYA’yê piştgiriya xwe bi hewldanên têkoşîna li dijî terorê û entegrasyona Bakur û Rojhhilatê Sûriyeyê nîşan da.

Di civînê de koma Ereban bang kir ku divê Îsraîl ji xaka Sûriyeyê were vekişandin û cezayên li ser Sûriyeyê werin rakirin. Îsraîlê jî diyar kir ku tevgerên wê yên li ser sînor ji bo ewlehiyê ne.

(b)