Kargêriya Sotemeniyê: dê di demeke nêz de pirsgirêka kêmbûnê çareser bibe

Hevserokê Kargêriya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê sedema kêmbûna parên sotemeniyê ser hin beşan eşkere kir û got “Me niha giranî daye belavkirina mazota germkirinê wê pirsgirêk heta dawiya vê mehê çareser bibe”

Kargêriya Sotemeniyê: dê di demeke nêz de pirsgirêka kêmbûnê çareser bibe
8 kanûn 2023   04:41
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Li Herêma Cizîrê ji destpêka Tebaxa (2023) ve belavkirina mazota germkirinê ser malbatan dewam dike, li kêlek wê ji ber kêmbûna dayîna sotemeniyê ji beşên din ên mîna jeneratoran, veguhestin û pêşesazî re gazinc derketin.

Di derbarê mijarê de Hevserokê Kargêriya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê Kawa Silêman ji ANHA`ê re axivî.

Kawa Silêman diyar kir ku sîstema belavkirina sotemeniyê li gorî her demê û werzê ji hev cuda pêk tê, ji ber pêwîstiyên şêniyan ew her demê giraniyê didin beşekî ji beşên xwe, ji ber wê jî bandora kêmbûnê dighê beşê din û got: “Me giranî daye belavkirina mazota germkirinê, niha di sîstema belavkirinê de ji sedî 80`ê mazot ji bo beşê germkirinê hatiye veqetandin, rêjeya mayî jî ji bo beşên din e.”

Li gorî bîlançoya dawî (4`ê Kanûnê) Kargêriya Sotemeniyê heta niha ji sedî 59 mazota germkirinê li Herêma Cizîrê belavkiriye.

Kawa Silêman da zanîn ku êrişên dijî herêmê û bi taybet ên dewleta Tirk a dagirker ser binesaziya herêmê bandoreke neyînê li xebatê wan kir, wan ji bo dabînkirina sotemeniyê ji avê, firin û nexweşxane re cihê xwe di komîteya rewşa awarte de jî girtibûn.

DI DEMEKE NÊZ DE WÊ PIRSGIRÊKA JENERATORAN ÇARESER BIBE

Li gorî daneyên Kargêriya Sotemeniyê hejmara jenerotoran 2 hezar û 100 in, ji bo wan mehane 13 melyon lître mazot tê xwestin. Meha borî (Mijdar) tenê 9 melyon lître ji bo jenerotoran hatiye veqetandin.

Têkildarî rewşa kêmbûna belavkirina mazotê ser jeneratoran Kawa Silêman destnîşan kir û got: “Bi temamkirina belavkirina mazota germkirinê, heta dawiya vê mehê wê pirsgirêka kêmbûnê bê çareserkirin.”

ANHA