Eşîrên Reqayê: Em ê li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin û gefên wê yên dawîn îtîrafeke nû ya dewama hewldanên wê yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û got gelê herêmê bi hevgirtina xwe li hember van êrişan disekine.

Eşîrên Reqayê: Em ê li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin
8 kanûn 2023   02:37
REQA
MIHEMED XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî û hewayî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Armanc ew e ku welatiyên herêmê koçber bibin û herêmê dagir bike.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di her boneyeke de gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, herî dawîn jî di 6′ê Kanûnê de bû.

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku daxuyanî û hewldanên dewleta Tirk a dagirker ne nû ne û got ew bi rê û rêbazên cuda herêmê hedef digirin. Der barê mijarê de rûspiyê eşîra El Welde Yûsif El Esed axivî û got: "Hîna em êşên êrişên dewleta Tirk ên li dijî xak, gel û bajarên xwe dikişînin, heta mirov û kevir ji êrişên wê bê par neman; kargeh, nexweşxane hatin bombebarankirin. Ew dijminê gelê me ye."

El Esed anî ziman ku hevgirtina xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew helwdan têk birin. El Esed bang li hêzên navneteweyî kir ku li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin, qedexeya qada hewayî ferz bikin û êrişên dewleta Tirk bi dawî bikin.

Li aliyekî din rûspiyê eşîra El Efadîle, Îbrahîm El Hadî ew li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtî ne û nahêlin dewleta Tirk û çeteyên wê herêmên din dagir bikin û got: "Helwesteke me heye, xak û gelekî me heye. Em nahêlin ne dewleta Tirk ne jî rejîm me ji hev qut bike."

Der barê bidawîkirina êrişên dewleta Tirk de rûspiyê eşîra El Efadîle got ew pişta xwe nadin hêzên navneteweyî, lê belê pişta xwe didin hêzên civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got pêkhateyên herêmê ji sedan salan ve bi hev re dijîn. Îbrahîm wiha pê de çû: "Em ê bi vîn û hêza xwe û QSD′ê bi ser bikevin."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî rojane herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran û bombebaran dikin, bi wê re zirarên mezin digihînin binesaziyên li herêmê û bi sedan welatiyên herêmê şehîd û birîndar dibin.

(fr)

ANHA