Kampa Serêkaniyê tê firehkirin

Rêveberiya Xweser bi armanca ku malbatên din li kampa Serêkaniyê bi cih bike, kampê berfireh dike.

Kampa Serêkaniyê tê firehkirin
Kampa Serêkaniyê tê firehkirin
Kampa Serêkaniyê tê firehkirin
Kampa Serêkaniyê tê firehkirin
Kampa Serêkaniyê tê firehkirin
Kampa Serêkaniyê tê firehkirin
Kampa Serêkaniyê tê firehkirin
25 îlon, 2024   05:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di encama êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Cotmeha 2019’an ên li ser Serêkaniyê de, bi hezaran koçberan xwe li bajarê Hesekê girt. Rêveberiya Xweser ji bo koçberan 2 kamp (Serêkaniyê û Waşûkanî) li Hesekê ava kirin. Tevî kampan jî hin malbatên koçber li dibistanan bi cih bûbûn. 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku dibistaneke ku koçber tê de ne, vala bike. Li ser vê yekê rêveberiya Kampa Serêkaniyê ya li taxa Telayî a li bajarê Hesekê ji bo pêşwazîkirina malbatên koçber ên li dibistanan dimînin, qada kampê fireh dike.

Hevserokê rêveberiya Kampa Serêkaniyê Ebdurezaq Mihemed diyar kir ku biryara firehkirina kampê piştî biryara valakirina dibistanekê hate dayîn. Mihemed bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser li beramberî kampa Serêkaniyê cihek (14 donim) veqetandiye da ku 40 malbatan (220 kes) lê pêşwazî bike.

Mihemed têkildarî xebatên firehkirina kampê ev agahî dan: "Niha torên kanalîzasyonê têne çêkirin û serşok tên avakirin. Piştî qonaxa yekemîn bi dawî bibe dê zemîna kampê bi kevirên hûr were raxistin. Di hefteya bê de wê çadir bêne danîn û koçber win pêşwazîkirin.”

Endamê Komîteya Şopandinê ya Navendên Bicihkirina Koçberan li bajarê Hesekê Hemîd Ubeyd jî bi rêya peywendiyeke telefonê ev agahî dane ajansa me: "Li bajarê Hesekê û gundên wê 38 dibistan hene ku 7 hezar û 300 koçberên Serêkaniyê anku hezar û 363 malbat lê bi cih bûne. Ji bo bicihkirina koçberên li van dibistanan di nava kampan de, lêkolîn tên kirin. Rêxistinên têkildar berpirsyariyên xwe li hemberî koçberan bi cih naynin. Rêveberiya Xweser li gorî derfetan destekê pêşkêş dike, loma firehkirina kampê tiştekî hêsan nîn e, lê belê hewcedarî bi miqdareke mezin a pereyan e. Rêxistinan agahî dane me ku ew tu destekê nade firehkirina kampan, ev jî li pêşiya valakirina dibistanan dibe asteng.”

Hemîd Ubeyd di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinan û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî koçberan bi cih bînin û alîkariyan pêşkêşî wan bikin.

(bb)

ANHA