Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin

Bi hevgirtineke civakî ya balkêş, şênî di mehên Îlon û Cotmeha her salê de kom dibin û xaniyên heriyê yên ku ji ber hewayê zirar gihîştiye restora dikin.

Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
Xelkê Reqayê xaniyên heriyê restora dikin
25 îlon, 2024   06:40
REQA
ENES MIHEMED

Ev însiyatîf weke beşek ji kedên civakê yên parastina kultura çandî û mîmarî ye. Xaniyên heriyê wek beşek ji nasnameya gund û dîroka wî ya kevnare tê dîtin.

Xelkê gund û mezreyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser lêçûna madeyên guncaw û belavkirina erkan di navbera xwe de ji bo restorakirinê li hev dikin. Ev yek jî ruhê hevkarî û hevgirtina civakî nîşan dide.

Di însiyatîfên restorakirina xaniyên heriyê de zarok, ciwan, temenmezin û jin cihê xwe digirin. Her kes di komkirina madeyên destpêkê mîna ax, qûm û kayê de, her wiha restorakirina xaniyan de beşdar dibin.

Feza anku hevkarî, di nava welatiyan de rêbazeke kevn e, li gund û gundewarên belav e. kesê di xebatekê de hewcedar e bang li xelkê gundê xwe dike ku alîkariya wî bikin. Bi wê re gundi bi banga wî ve diçin. Xebat heta dawiyê bê pere tê kirin, heta ku ev yek avakirina malekê bi giştî be.

XWARINA ʹSIRÎDʹ JI RÊÛRESMÊN FEZA YE

Di vî karî de xwarina firavînê ji aliyê xwediyê kar ve tê pêşkêşkirin. Bi piranî ev firavîn xwarina gelêrî ya li piraniya deverên herêmê naskirî "sirîd" an jî merge ye. Ev xwarin ji nanê tenûrê, goşt û ava goştê pêk tê.

Yek ji şêniyên gundê Mişêrfê Xerbî yê bakurê kantona Reqayê Esed El Cerbû li ser mijarê ji ajansa me re got: "Em di mehên Îlon û Cotmehê de kom dibin û odeyên heriyê yên ku ji ber baranê û rewşa hewayê zirar dîtine restora û ava dikin."

El Cerbû wiha domand: " Em bi hev re alîkariyê dikin û dema kar li cem min bi dawî bû, em berê xwe didin mala cîranan  û malê wan jî restora dikin."

El Cerbû wiha domand: "Ev hevkarî ne tenê di avakirinê de ye, her wiha di hemû karan de nexasim di çandiniyê de jî heye. Em bi vî karî kêfxweş in. Ew ne tenê girêdana civakî, her wiha malan dixe nava coşekê û bîranînên zaroketiyê yên dema berê tîne bîra me."

El Cerbû destnîşan kir ku ev hevkarî ne tenê li gundê wan, her wiha li hemû gund û mezreyên kantonê tê kirin, ji bav û kalan de ji wan re maye.

ʹTEVÎ PÊŞKETINA AVAHIYÊN MÎMARIYÊ HÎN JÎ LI HER MALEKÊ ODEYEKE HERIYÊ HEYEʹ

Tevî pêşketina avahiyên mîmariyê, lê hîn jî şêniyên gundên kantonê di malên xwe de odeyek an jî 2 ode heriyê çêkirine Ew jî hem ji bo parastina kultûrê, hem jî ji ber ku lêçûna avakirina wan ji avakirina odeyên axî erzantir e.

Lêçûna avakirina odeyeke axî nêzî 7 mîlyon û 500 lîreyên Sûriyeyî ye anku nêzî 500 dolar dike, lê avakirina odeya çemento nêzî 15 mîlyon lîreyên Sûriyeyî ye, anku nêzî hezar dolarî dike.

(mh)

ANHA