Kalkan: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bi serkeftî were meşandin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan, der barê êriş û şerê taybet ên ku di demê dawîn li ser nîşeyên hevdîtinê tên kirin axixî û got: “Provokasyon nikare pêşveçûna pêvajoyê asteng bike û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bi serkeftî were meşandin û pêşve biçe.”

Kalkan: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bi serkeftî were meşandin
27 tebax, 2026   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a Medya Haber de li ser rojevê nirxandinên girîng kir.

Nirxandinên endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan wiha ye:

Di rojeva me de bîranîna şehîdan, festîvala çanda Kurd, şerê taybet hene. Lê em pêvajoyê nîqaş bikin. Komîsyona şopandin û tespîtê civîna xwe ya yekem li dar xist. Ev wekî pêşketinek girîng tê dîtin. Lê em dibînin ku provokasyon jî hene. Di pêvajoya dawî nirxandinên Rêber Apo jî li ser vê mijarê çêbûn.

Di serî de ez bi rêzdarî Rêber Apo silav dikim. Belê, Rêber Apo îro derbarê pêvajoyê de daxuyaniyek da. Serokkomarê Tirkiyeyê jî derbarê pêvajoyê de nirxandin kir. Li ser pêvajoyê gotinên hîn zelaltir û teqez anî ziman. Em dibînin ku alî di pêşxistina pêvajoyê de zelal û biryar in. Ev yek hem di daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê û hem jî di daxuyaniya Rêber Apo de bi zelalî hate ziman. Ev yek teqez e. Bê guman, aliyek girîng a daxuyaniyan ew bû ku wan hişyariyek li dijî hewldanên provokatîf ên kesên ku li dijî pêvajoyê ne anî ziman. Nîşan da ku tu provokasyon nikare pêşveçûna pêvajoyê asteng bike û pêvajoya aştî û civaka demokratîk dê bi serkeftî were meşandin û pêşve biçe. Ev pir girîng e. Ev jî nîşan dide ku ji gelek aliyan ve êrîş hene. Bi taybetî, kesên ku li dijî pêvajoyê ne ji derdorên ranxur, derdorên nijadperest hene. Lê di vê heyama dawî de hin derdorên nijadperest û ranxur pir êrîşkartir bûne. Ew hewl didin ku bi lîstikên cûrbecûr pêvajoyê sabote bikin. Bê guman, ev ji destpêkê ve hebû. Lê xuya ye ku di demên dawî de zêde bûye. Ev çi nîşan dide? Ev tê wê wateyê ku di pêvajoyê de pêşketin heye. Pêşketin heye. Hên zêdetir biryardarî heye. Ger ev ne wisa bûya, ger pêvajo nemeşiya wê ev yek çênebûye. Ji gelek aliyan ve ewqas êrîş wê çênebûna. Hebûna van bi zelalî pêşveçûna pêvajoyê nîşan dide.

Bi kurtasî, pêvajo dimeşe û di demên dawî de leztir bûye. Em dizanin ku bi qanûna çarçoveyî ya ku di şeva 10’ê Tebaxê meclisê de derbas bû, pêvajo bi rastî ketiye qonaxa duyemîn. Yanî qonaxa pêşveçûna hiqûqî û siyasî. Cara yekem gaveke qanûnî hat avêtin. Bê guman, gelek derdorên demokratîk bi rexeyan pêşwazî kirin. Aliyê Kurd jî kêmasî, xeletî, tengbûn û zimanê wê rexne kir. Lê wate û girîngiya wê ya dîrokî jî tekez kirin. Ev helwesta Rêber Apo ji destpêkê ve wiha bû. Yanî qanûn niha herî kêm şer rawestandiye, rêya siyastê li aliyan vekiriye û derfeta kirina siyasetê vekir. Ev yek pir girîng dît. Bê guman, pirsgirêkên demokratîkbûnê yên mîna pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke giran a sedsalî ku li ser tundiyê kom bûbû, ji vê rewşê rizgar kir. Di van pirsgirêkan de vekirina rêya siyasetê, çareseriya bi rêbazên siyasî ne tiştekî hêsan e. Rêber Apo vê yekê wekî sêdarê hat8na ser maseyê bi nav kir. Yanî rewş hem ji hêla pirsgirêka Kurd û hem jî ji hêla pirsgirêka demokratîkbûnê ve ev qas girîng û cidî bû. Bê guman, kêmasî dikarin werin rexnekirin, ew mijarek cuda ye lê girîngiya wê ya dîrokî di vê astê de bû. Di vê çarçoveyê de gavên nû têne avêtin. Yanî lijneya berpirsiyar a pêkanîna pêvajoya ku di qanûnê de hatiye destnîşankirin, di 24’ê Tebaxê de civîna yekem li dar xist. Ev jî gavek girîng e. Tê dîtin ku bi taybetî ji aliyê dewlet û desthilatê ve biryardarî û lezbûnek heye. Çar komisyonên lijneyên bin hatin avakirin û navên wan ji raya giştî re hatin ragihandin. Hîn jî nayê zanîn ku çarçoveya wê çi ye, ji kê pêk tê û wê çawa bixebite. Ev tişt nezelal in, bi têra xwe ji raya giştî re nehatine ravekirin. Em hêvî dikin ku ew ê di pêşerojê de werin parvekirin. Wê gelek dereng nebe. Lê avakirina çar komisyonê  bin girîng e. Xuyaye ku wê ev komisyon li gelek eniyan xebatan bimeşînin. Xuyaye ku pêvajo berfirehtir û kûrtir tê destgirtin. Ev gelekî girîng e. Di vî warî de alî dixebitin em jî tişta dikeve ser milê me dimeşînin. Me gavên hatine avêtin, pejirandina qanûnê û civîn, nirxandin û biryarên Komisyona Şopandin û Tespîtê girîng dîtin. Wekî aliyê Kurd, hin pîvanên me yên bingehîn hene. Tevgera me û gelê me di her derfetê de tînin ziman.

Biryara 12’emîn Kongreya PKK’ê heye. Rêvebirin û pratîkkirina pêvajoyê wê ji hêla Rêber Apo ve meşandin. Rêber Apo jî diyar kir ku qanûn bi xwe wê şert û mercên xebatê zêdetir û baştir bike. Got ku ger wisa be ew ê rolek bilîze û wateyeke wê hebe. Em hêvî dikin ku bi van civînan re wê ev komisyon gavên di vî alî de bavêjin. Yanî wê di misogerkirina şert û mercên ku Rêber Apo bikaribe azad bijî û bixebite de gav bên avêtin û wê pêş bikeve. Wê rêya ku Rêber Apo pêvajoyê bi rê ve bibe bê wekirin. Wê bikaribe bi bandortir û bi hêztir bixebite. Bendewarî ev e û tiştê tê hêvîkirin ev e. Gavên ku hatine avêtin û nêzîkatiyên ku hatine nîşandan, nîşan didin ku pêvajo cîdî tê destgirtin û em difikirin ku bêyî dereng bikevin wê ev gav werin avêtin. Ev pêvajoyek krîtîk e. Berpirsiyariya her kesî heye, peywira her kesî heye. Ev ne pêvajoyek e ku tenê bi hin beşan re were meşandin. Ev têkoşînek piralî ye ku divê hemû beşên civakê tevlî neşdsr bibin. Di vê wateyê de, pêvajoyek pir hesas û krîtîk e. Divê di nava hewldaneke wiha debin û hesasiyet, baldarî hewce dike. Di vî alî de em bi berçavgirtina vê yekê hewl didin ku gavên hatine avêtin, pêşkeftina hatiye bidestxistin û tiştê ku divê werin kirin rast fêm bikin û li ser vê bingehê berpirsiyariyên xwe bimcih bînin. Wekî tevgerê.

Ma di aliyê beşdarbûna pêvajoyê de kêmasî tine ne?

Hesayetiya me heye, hewldana me heye. Kêmasî dibin, xeletî çêbibin. Lê di mijarê sereke de heta niha tiştek ku pêvajoyêtêxe tengasiyê û asteng bike  neqewimêne. Lê kêmasî hene. Divê mirov hên bêhtir afirîner be, rê û rêbazên çareseriyê pêşve bibe, bêtir berfireh û beşdar be. Em ji aliyê xwe ve hewl didin ku vê yekê pêk bînin. Gelek alî û derdorên demokratîk jî di vî warî de di nava hewldanan dene. Em ji bo pêşiya astengî û provokasyonan derdikevin bigir8n di nava hewldanan de ne. Rêveberiya me jî vê dawiyê daxuyaniyek da. Daxuyaniya me li dijî hewldanên provokekirina pêvajoyê ye. Em dibînin û d8vê li dijî xisûsên bi vî rengî têbikoşin. Em hewl didin ku ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk tiştê ku pêwîst e bikin. Lê ev pêvajoya têkoşînê ye, pêvajoyek rast fêmkirin û rast nêzîk bibine. Dijber hene, yên ku asteng dikin hene. Hem li hundir hem jî li derve belek rantxurên şer hene. Ew dixwazin ku vegerin berê. Ew dixwazin ev nakokî û nakokiyên pêvçûnan berdewam bikin ji bo ku ew karibin jê sûd werbigirin. Gelek alî di vî warî de di nava hewldanan de ne. Divê her kes vê yekê bibîne û fêm bike. Yanî dema ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê dixebitin, divê li dijî van hesas bin û têbikoşin. Bûyerên vê dawiyê nîşan dan ku ji bo pêkanîna pêvajoyê baldariyek, hesasiyet, rêxistinî û dîsîplîn hewce ye. Em wekî tevger, li ser vê yekê disekinin. Lê hin derdor jî hene ku li dijî pêvajoyê ne. Bi rastî divê ew piştgiriyê bidin pêvajoyê. Xwe wekî çepgir, sosyalîst û demokrat dibînin. Baş e divê ew alîgirê pêvajoyê bin. Ew ne alîgir in jî. Lê helwesteke wan a pir naziyê dikin, bi vir ve û wir ve dikşînin tê dîtin. Ev helwest bi rastî hêz û cesaretê dide kesên ku li dijî pêvajoyê. Ew eniya demokrasiyê, eniya ji bo meşandina pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji hundir ve jî qels dikin. Ew mîna gumreşî, mîna nazdariyê, ne tiştekî dikin û ne jî ji tiştê ku tê kirin diecibînin. Em dibêjin, "Werin em bi hev re bikin," lê ew nayên. Dema ku em bi yên din re dikin, dibêjin bi yên din re dikin  timî rexne dikin. Ew cureyekî nerehetiyê ye, cureyekî nerehetiyê ye ku ew tiştekî nakin lê di heman demê de tiştê ku tê kirin aciz in. Derdorên wiha hene. Divê em îro vê yekê bînin ziman. Divê dev ji vê yekê berdin. Ev sûdê nade ti kesî. Ew ê ti pêşveçûnê jî çêneke. Kêmasî bi vî rengî nayên temamkirin. Şaşî bi vî awayî nayên sererastkirin. Hûn ê xwedî lê derkevin, hûn ê beşdar bibin, hûn ê wê dimeşînin. Ger kêmasî hebin, hûn ê wan rast dikin. Ger şaşî hebin, hûn ê wê rast dikin. Lê her gav li derve bimînin, berpirsiyariyê negirin, beşdar nebin, heta nekevin nav û heke gotin di cih de be selika hêkan jî nadin ser pişta xwe. Lê her gav nerehet be û bikişkişîne. Ev nêzîkatî jî ne nêzîkatiyeke rast e. Divê dev ji vê yekê berdin. Banga me ya sereke ji van derdoran re ye. Divê xwediyên pêvajoyê baldartir, hesastir û afirînertir bin. Divê em bêtir bala xwe bidin her tiştî, bi rêbazên têkoşînê yên afirînertir û bibandortir nêzîkî pêvajoyê bibin. Em van tiştan zêde nîqaş dikin. Em hewl didin ku fêm bikin. Her ku fêm dikin pratîkê pêş dixin. Yanî ji aliyê me ve, pêdiviyên pêvajoyê têne bicihanîn. Divê di vê yekê de guman çênebin. Em dixwazin bêtir beşdarî çêbibe, her kes bi hesasiyet nêzî wê bibe. Ji ber ku rewş zelal e. Ne hewce ye ku pir bînin ziman. Geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê û li Tirkiyeyê li holê ne. Rewşa li Tirkiyeyê û rewşa Kurdan li holê ne. Xetere pir in. Pêvajoyek pir krîtîk e. Divê kes vê hesasiyetê winda neke. Divê her kes baş bibîne. Di rewşek wisa de nêzîkatiyek qels, teng, an xweperest nayê qebûlkirin. Ev yek bi ti kesî nade qezenckirin. Ger bi vî rengî nêzîk bibin, di pêvajoya pêş de dibe ku gavên nû û bihêz werin avêtin.

Tevî her tiştî, em dibînin ku gel xwedî li pêvajoyê derdikeve. Yanî ev gel niha bi beşdariyeke mezin şehîdan bi bîr tîne. Berî her tiştî girîngiya van bîranînan çi ye? Di vê çarçoveyê de wê tevkariyeke çawa bide pêvajoyê?

Bi rastî jî di rojên dawî de li Kurdistanê tevgereke civakî heye. Gelê Kurd şehîdên xwe bi bîr tîne. Civînên wan atmosferek pir girîng afirand û hawîrdorek erênî pêş xist. Rê li ber tevgera civakî vekir. Bê guman ev bi pêvajoyê ve girêdayî ye. Xwesteka bingehîn a kesên ku beşdarî van çalakiyan dibin ew e ku Rêber Apo bikaribe bi awayekî azad bixebite û pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêş bikeve. Her kes vê yekê tîne ziman. Di vî alî de ev yek girîng bûye. Ev yek di meha Tebaxê de diqewimin. Vaye di 42’emîn salvegera Pêngava 15’ Tebaxê de diqewime û bîranîna şehîdên mezin ên vê pêngavê girîng e. Yanî di rastiyê de pêvajoya berxwedana mezin a bi Berxwedana Mezin a Zindanê ya 82’an, berxwedana Mazlum Dogan a 82’an destpê kir û heta Newroza 2025’an hat, yanî pêvajoyek berxwedana mezin a 43 salî heye. Di vê pêvajoyê de şehîdên mezin hatin dayîn. Bi esasî jî ev şehîdên pêngava lehengiyê ên 15’ê Tebaxê ne. Bi vê boneyê ez hemû şehîdên leheng ên berxwedana zindanê, berxwedana mezin a ku ji hêla Mazlum, Kemal û Xeyrî ve hatiye destpêkirin û ji hêla Egîd û Zîlan ve hatiye fermandekirin û meşandin bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez her kesê ku beşdarî çalakiyên bîranîna şehîdan dibe silav dikim. Bi taybetî ez destên dayikên şehîdên me maç dikim. Yanî em hemû dizanin ku eger îro pêvajoya aştî û civaka demokratîk hebe, ev bi saya hewildan û keda van şehîdan e. Ger gelê Kurd bi çand, ziman û nasnameya xwe pêş dikeve, têkiliyê banderdorê re datîne, ji jiyanê hez dike, bandorê li mirovahiyê dike ev hemû bi saya têkoşîna ku ji hêla Rêber Apo û  şehîdan ve hatiye meşandin e. Têkoşîna ku Rêber Apo dimeşîne bi saya şehîdan e. Ramanên Rêber Apo bi saya şehîdan ketiye pratîkê. Di vî alî de jî girîngiyeke wê heye. Her wiha bi vê boneyê dixwazin vê bînim ziman; qet armanceke din a van bîranînan tineye. Ne li dijî ti kesî ne. Bi temamî bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk ve girêdayî ye. Ev bîranîn xwedîderketinê îfade dike û di çarçoveya civakîbûna pêvajoyê tên pêşxistin. Em wisa fêm dikin. Civak bi vî awayî nêzîk dibe, em bi vî awayî lê dinêre. Ev wate û pênaseya wê ev e. Yanî gelê Kurd şehîdên xwe bi bîr tîne. Kesên ku beşdarî van bîranînan dibin xwedî li pêvajoyê derdikevin. Dixwazin ku pêvajo pêş bikeve û bi ser bikeve. Bi van bîranînan re ji aliyekî ve xwedî li şehîdan derdikevin, li aliyê din ve jî xwedî li pêvajoyê derdikevin. Divê ev yek bi vî awayî were zanîn, were fêmkirin û kesên ku bi rê ve dibin di vê mijarê de divê pir hesastir û baldartir bin. Di vê çarçoveyê de bi rê ve birina bîranînan girîng e. Bi vê boneyê em binê vê yekê xêz bikin.

EM HEWL DIDIN LI SER NIRXÊN KU RABIRDÛ DERXISTINE HOLÊ XWE NÛ BIKIN

A niha tişta ku ez ê diyar bikin ew e ku erê em a niha di pêvajoyeke guherîn, veguherîn û jinûvexweavakirinê de ne.  Em vê yekê li ser înkarkirina rabirdûyê nakin.  Bila hemû kes vê yekê baş bizanibe. Divê têkildarî vê mijarê jî hesasiyetek çêbibe. Ne înkarkirina rabirdûyê berovajî wê li ser nirxên ku rabirdûyê derxistine holê ji bo ku em wan zêdetir pêş bixin li gorî egerên şert û mercên xwe em di nava hewla guherîn, veguherîn û xwenûkirinê de ne. Divê ev yek jî ji aliyê hemû kesan ve were zanîn. Di vê çarçoveyê de ji ber ku em ê rabirdûyê înkar nekin bi awayekî teqez divê li dijî guherîn û veguherîn dernekevin.  Hewce ye ya berê weke xwe neyê berdewamkirin. Ji ber guherîn û veguherînê nabe ku rabirdû were înkarkirin. Divê teqez pozîsyona înkarkirinê çênebe. Ji ber ku yê rabirdûya wan nebe siberoja wan jî nabe. Her tişt li gel vê têkoşîna di rabirdûyê de derket holê. Girêdayî têkoşîna 53 salan a di pêşengtiya Rêber Apo de a niha çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd tê lêkolînkirin. Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tê lêkolînkirin.

Di vê pêvajoya krîtîk de xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk ji nû ve tê avakirin. Hewl tê dayîn ku xetereyên ji bo Kurd û Tirkan derketine holê werin pûçkirin. Bi rastî em tu caran ji bîr nakin ku ev yek hemû girêdayî van nirxan pêk hatin. Em ê tim û tim xwedî lê derkevin. Wê demê em ê tim û tim xwedî li rastiya Rêbertî û rastiya şehîdan derkevin ku ew sereketirîn nirxên me ne. Em ê girêdayî van yekan xwedî lê derkevin. Em ê li nêzî wan bijîn. Em ê tim û tim şehîdên xwe bi bîr bînin. Rêber Apo ji bo rastiya şehîdan got ku ew rabirdûyên me, roja me ya îroyîn û siberoja me ne. Têkoşîn weke têkoşîna şehîdan pênase kir. Têkildarî pêkhatina Rêbertiyê têkariya herî mezin ji aliyê şehîdan ve hate kirin. Got ku jiyana ras şehîd bi xwe ne. Di rastiyê de PKK’ê di 12’emîn Kongreya xwe de ku hemû kes jî baş dizane, şehîd emanetî gel kir. Weke partiyeke şehîdan nirxên ku PKK’ê îfade dikin hemû ev nirx emanetî gel kirin û got ku êdî partî weke rastiya şehîdan di nava gel de dijî, rê nîşan dide û gel wê xwedî lê derkeve.

Ji ber vê yekê divê em di vê çarçoveyê de tim û tim xwedî li van nirxên sereke derkevin. Divê kêmasî nebin. Divê em xwedî li rastiya şehîdan jî derkevin. Divê em xwedî li hemû rojên têkoşînê yên girîng derkevin. Bo nimûne 15’ê Tebaxa borî wisa berbelav derbas bû. Wisa hate fêmkirinku guman hene. Di rastiyê de diviya nebûna. Pêngava 15’ê Tebaxê wê demê li dijî 12’yê Îlonê weke pêngava nefesstandinê bû. Tirkiyeyê nefes stand. Pêşî li tunebûna Kurdan girt. Weke ku têkildarî hebûn û azadiya gelê Kurd ji her geşedanan re îmzeya xwe avêt li Tirkiyeyê jî bû tekane nûnertiya demokrasiyê. Ger roja îroyîn li herêmê û cîhanê Tirkiye weke welatê herî nêzîkî demokratîkbûyînê were dîtin, ev yek bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatiye. Destûr neda Tirkiyeya ku derbeya leşkerî a 12’yê Îlonê ava bike. Destûr neda wan feraset, polîtîka û pergalan. Derbe xwar. Divê hemû kes vê rastiyê baş bibîne û bizanibe. Weke vê divê em xwedî li hemû rojên xwe yên sereke derkevin. 

EM Ê HER DEM XWEDÎ LI RASTIYA ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIN

Divê em wan bibîr bînin û pîroz bikin. Lê belê bêguman ne bi pîvan, gotin û dirûşmên berê. Divê em vê yekê li gorî hewcedariyên pêvajoya nû, li gorî taybetmendiyên têkoşîna nû, li gorî zimanê xwe yê nû, dirûşmeyên xwe ya nû û armancên xwe yên nû bikin. Ji vê aliyê ve, bo nimûne me dikaribû hîn çêtir bikira. Bo nimûne çapemeniyê dikaribû êvara 15'ê Tebaxê çalakiyeke pîrozkirinê çêbikira. Tevahiya saziyên çapemeniyê dikaribûn vê yekê bikin. Kêmasî çêbû. Gumanek heye. Ji ber wê jî, divê em ne muhafezekar bin, ne guherînê red bikin; lê ji ber ku em diguherin jî, divê em ne di nav nêzîkatiyeke ku mîna rabirdû înkar dike de bin. Bila guman û fikarên me bi vî awayî bin, em guherînê rast fêm bikin û vê guherînê teqez bijîn. Ev yek wate û girîngiyeke mezin dihewîne. Di vê çarçoveyê de gelê Kurd ji nû ve şehîdên xwe bibîr tîne. Ger em werin ser çalakiyên wan, bi rastî jî li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke girîng çêbû.

Ji Amedê dest pê kir, li Wanê û Botanê belav bû. Heta Colemêrgê û Stenbolê dirêj bû. Heta niha erênî ye, bi pîvan e; zimanê wê, daxwazên wê û tiştên wê bi pîvan e. Divê em baldar bin. Pêwîst e em di nav çalakiya tekekesî de jî nemînin. Lê belê helbet em ê her dem xwedî li rastiya şehîdên xwe derkevin. Em ê zanibin ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya gihandina armanc û hesretên şehîdên me ya ber bi serkeftinê ye. Em ê zanibin ku stratejiya entegrasyona demokratîk, derbaskirina stratejiya rizgariya neteweyî ya rabirdû ye û stratejiya ku di vê pêvajoyê de dê azadî û demokrasiyê bîne ye. Armanc û hesretên şehîdên me dê bi stratejiyeke wiha û bi serkeftina pêvajoya têkoşînê re domdar bibin, zindî bibin û armancên şehîdên me dê bi ser bikevin. Teqez pêwîst e em vê peywendiyê baş bibînin û fêm bikin.

Ji vê aliyê ve jî, dema em guherîn, veguherîn û ji nû ve avabûnê pêş dixin, wekî nirxên herî bingehîn rastfêmkirina rastiya Rêbertiyê, li ser vê bingehê nêzîkatiya rexne û rexnedayîn û ketina nav hewldana nûbûna rexnedayîneke kûr girîng û bi wate ye; em ev çend dem e ku vê yekê nîqaş dikin. Ji Manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk vir ve, wekî tevger û wekî gel, em di nav pêvajoyeke rexne û xwenedayînê de ne da ku dersên rabirdû bi kûrî derxin. Ev yek pir girîng e. Me dibe pêvajoya nû. Em guherîn û veguherînê li ser vê bingehê pêk tînin. Tevî vê yekê, wekî gava duyemîn encamdan û kirina vê yekê li ser bingehê fêmkirina şehîdan dîsa wateyeke mezin dihewîne. Bila guherîn û veguherînek çêbibe, ger ji nû ve avabûn pêk werê û em bibin tevger û gelekî ku stratejiya entegrasyona demokratîk bixe meriyetê, dê nirxên bingehîn ên vê yekê werin avakirin. Ji ber vê şehîd û bibîranîna şehîdan a di vê pêvajoyê de, bi tevahî bibîranînên danîna bingehên vê yekê ne.

DIVÊ EM BI MEŞÎNA LI SER RÊYA ŞEHÎDAN ARMANCÊN WAN BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ

Ev yek dibe hewldana rastfêmkirina rastiya şehîdan, bi rengekî rast derxistina zanebûnê û bi vî awayî bi meşîna li ser rêya wan, guherandin û nûkirina xwe ya li gorî mercên îro û meşandina têkoşîna ku armancên wan bi ser dixîne. Pêşketina vê yekê ya li ser rastiya şehîdan jî bi wate ye. Dema em vê yekê li ser xeta Rêbertî û şehîdan pêk bînin, wê demê em ê pêvajoya nû piçekî rast fêm kiribin. Em ê xwe bikin hêzên ku guherîn, veguherîn û ji nû ve avabûna ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşbînî dike ber bi asteke nêzîkî rastiyê ve fêm dikin, xwe li gorî wê diguherin, vediguherin, ji nû ve ava dikin û ji ber vê yekê rast beşdarî pêvajoyê dibin û ji bo serkeftina pêvajoyê têkoşîneke bandor dikin. Di eslê xwe de ev çalakiyên ‘Gelê Kurd şehîdên xwe bibîr tîne’, ji bo pirsên ku em ê rastiya şehîdan çawa rast fêm bikin, bi rengekî rast derxin zanebûnê û bi derxistina zanebûna armanc û hesretên wan, em ê wan di mercên îro de bi çi zanebûn, rêxistinî, şêwaz û rêbazê bixin meriyetê gerîna li bersivê ye.

Ev yek cureyekî hewldana guherandin, veguherandin û nûkirina xwe ye bi derbaskirina ji lêpirsîna rexnedayînê li ser bingehê rastfêmkirina rastiya şehîdan û Rêbertiyê û bi vî awayî fêmkirina rast a pêvajoya nû û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di vê çarçoveyê de ye da ku em bibin kesên ku erkeyên xwe bi serkeftî bi cih tînin û bibin civakeke rêxistinkirî. Pêwîst e em vê yekê bi vî awayî fêm bikin. Li ser vê bingehê jî nîqaş û nirxandineke girîng heye. Bêguman piçekî nêzîkatiyên hestiyarî jî çêdibin. Pêwîst e em wan nebin astên pir zêde. Ya esasî rastfêmkirina rastiya şehîdan e. Şehîdan çawa têkoşîn kirin? Armancên wan çi bûn? Hesretên wan çi bûn? Biryardariya wan çi bû? Li ber wan mercên dijwar çawa sekinîn? Çawa ewqas mêrxas û fedakar bûn? Xeta fedaî çawa pêş xistin? Apoyiyên çawa bûn? Niha hemû kes Apoyîbûnê nîqaş dike. Çawa komunar bûn? Bo nimûne, niha komunarî tê nîqaşkirin. Ev çalakî, çalakiyên lêpirsîna teva van tiştan e. Divê veguhere vê yekê. Nirxandin û nîqaşên li ser vê bingehê divê hîn zêdetir werin pêşxistin.

Divê bêtir li ser van aliyan û vê aliyê çalakiyan rawestin. Ger wiha bibe dê hîn rasttir bibe. Dê ji bo armancê hîn guncavtir bibe. Ev yek me dike kesên ku hewcedariyên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi cih tînin. Ev yek jî me li ser xeta Rêbertî û şehîdan bi guherandin, veguherandin û nûkirina xwe re û bi sazkirina vê yekê li gorî hewcedariyên Manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk, derdixe meşa gihandina serkeftî ya armancên azadî û demokrasiyê. Armanca me meşeke wiha ye. Ez bang li hemû kesî dikim ku li ser vê bingehê beşdarî van çalakiyan bibin, wan rast fêm bikin û wan bikin çalakiyên ku ber bi serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve birêve diçin û ez şehîdên me yên meha Tebaxê û bi giştî şehîdên qehreman yên têkoşîna mezin a 53 salan careke din bi hurmetî û minnetdarî bibîr tînim.

We bal kişand ser girîngiya tevgerdariya civakî. Kurd û dostên xwe wê di 5’ê Îlonê de li Elmanyayê werin ba hev. Wê 34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî were lidarxistin.  Bi taybetî di çarçoveya pêvajoyê de hûn dixwazin peyamên çawa bidin û dikare dînamîzmeke çawa were pêşxistin?

Lidarxistina 34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî girîng e. Bo nimûne ger her sal ev mihrîcan hatibe lidarxistin, ev yek tê wê wateyê ku ev 34 sal in tê lidarxistin ku cihekî weke derveyî welêt li darxistina mihrîcana çandê ya 34 salan li ser hevûdu bi tena serê xwe bûyereke girîng e. Ev serkeftineke mezin e. hebûna îrade, birêxistinbûn û hewleke mezin nîşan dide. Bi taybetî jî ji bo gelê Kurd zêdetir girîng e. Lê belê ji aliyê hemû kesên koçber bûne û derketine derveyî welêt ve girîng e. Ji bo Kurdan jî ji ber ku gelekî di bin komkujiya çandî de ye gelekî girîngtir e. Di gel ku lidarxistina vê yekê ya li welêt ew qasî zehmet e, lidarxistina wê ya li derveyî welêt nîşan dide ku çi qasî welatparêz e, xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve û Kurd çi qasî zêde xwedî wê hişmendiyê ne ku însanbûn û jiyana rast wê li ser kokên xwe pêk were.  Ev yek girîng e, ji ber vê yekê divê ev mihrîcan hemû werin pîrozkirin.

Her wiha hêmana duyemîn jî ew e ku erê wê di 5’ê Îlonê de li Dortmundê 34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî bibe mihrîcana tevahiya Kurdên li derveyî welêt lê belê sala 2026’an hem li derveyî welêt hem jî li çar perçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û li qadên cuda ên Rojhilata Navîn jî bû sala bi dehan û bi sedan lidarxistina mihrîcanan, bû sala Mihrîcanên Çanda Kurdî. Rewşeke balkêş bû. Bi rastî jî girîng e, va ye wê di 29’ê Tebaxê de li Swîsreyê mihrîcaneke çanda Kurdî were lidarxistin. Pêngava 15’ê Tebaxê li gel pîrozkirinê dikin yek. Lê belê di tevahiya vê havînê ji Stenbolê bigirin heya bajarokên Kurdistanê gelek çalakiyên çandî hatin lidarxistin. Li ser zimanî çêbûn, li ser çandê çêbûn. Ji xwarin-vexwrinên cuda bigirin heya cil û bergan li ser nirxên cuda ên aîdî civakê hatin lidarxistin. Ev gelekî girîng in. Xala balkêş ew e ku bi rastî jî divê ev yek girîng bên dîtin.

Bi taybetî jî ji ber ku gelekî di bin komkujiya çandî de ye û li dijî înkar û tunekirinê têdikoşe lidarxistina çalakiyên çandî yên bi vî rengî gelekî girîng e.  Di rastiyê de em dikarin bibêjin ku li dijî komkujiya çandî rêbaza têkoşînê ya herî bibandor e. Em dikarin weke hesasiyeke pir cidî pênase bikin. Divê ev yek girîng bê dîtin. Wisa dixuye ku civak di nava jiyanê bi xwe de heye. Li belê di serdemên ku li gel zext û astengkirina derbas bûne de bi awayên cuda ku a niha li gel atmosfera ku pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk derxistiye holê hinekî rehet bûye û bi vî rengî hema bibêjin hemû hefteyan mihrîcanên bi vî rengî hatin lidarxistin. Kurd bêyî ku dijminiya aliyekî bikin gihîştin pozîsyoneke ku zêdetir ji nirxên xwe hez dike, xwedîlê derdikeve û dixwaze wan bijî. Ji hemû cîhanê re îspat kirin ku di pozîsyoneke bi vî rengî de ne. Taybetmendiyên xwe yên hatine çewisandin û zext lê hatine kirin, derxistin holê. Ev hemû gelekîwatedar û girîng in. Bi rastî jî ez dixwazim van yekan hemûyan pîroz bikim. Dikare zêdetir were pêşxistin û birêxistinkirin.

LI DIJÎ QIRKIRINA ÇANDÎ DIKARE MIHRÎCANÊN ÇANDÎ WERIN PÊŞXISTIN

Li dijî qirkirina çandî û asîmîlasyonê weke rêbazeke têkoşînê ya girîng dkare ev mihrîcanên çandî werin pêşxistin. Dikare bibe rêbaz û awayekî birêxistinkirina civaka demokratîk. Di heman demê de dikare bibe rêbazeke bibandor a têkoşîna azadî û demokrasiyê û têkoşîna civaka demokratîk. Ev gelekî girîng û watedar e. Çimkî çima? Ne li dijî kesekî din yan jî tu kesan. Bo nimûne zirarê nade kesekî din. Tu tiştan tune nake. Ne ku dibêje bê ka ez tiştekî bikim lê belê tiştekî din tune bikim. Berivajî wê diafirîne. Tişta ku hatiye veşartin yan jî çewisandin derdixîne holê û pêş dixe. Ji ber vê yekê rêbaz û amûreke têkoşîn û birêxistinbûnê ya bi bandor e. Divê ev yek were zanîn. Ji ber vê yekê bi rastî jî jinûvezindîkirina van mihrîcanên çandî yên berê hatine lidarxistin û pêşxistina wan em dikarin girêdayî pêvajoya heyî weke rêbazeke têkoşînê ya girîng pêş bixin.

Bikare bibe awayekî birêxistinkirina gelekî girîng a pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ku divê wisa jî be. Ji ber vê yekê divê em li her derî pêş bixin û zindî bikin. Bi qasî ku ji destê me tê. Divê tu kes li dijî dernekeve. Divê em kûrtir bikin. Divê em ji aliyê teşegirtina kesayetan ve, ji aliyê teşegirtina qalibên ruh, hest û fikrî ve û ji aliyê perwerdeya zarok û ciwanan ve weke rêbazeke girîng binirxînin. Ev yek dikarin pêk werin. Ev rêbazeke girîng a têkoşîna civaka demokratîk e. Ger li gel desthilatdarî û dewletê bi darê zorê tiştek neyê kirin wê tim bi rêyên demokratîk werin kirin wê demê rêyeke ji wê bedewtir tune ye. Bi rastî jî divê em bikaribin van yekan bikin. Me jî gelekî girîng û watedar dîtin. Em girîngiyê didinê û pîroz dikin. Banga me jî bi vî rengî ye.

Di vê çarçoveyê de helbet Mihrîcana 5’ê Îlonê ya li Dortmundê girng û watedar e. Weke 34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî li Ewropayê çalakiyeke giştî ya gelê Kurd e. 33 hatine lidarxistin, ev a 34’emîn ez bawer im ku ev ya duyemîn e di pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîkk de tê lidarxistin. Lidarxistina wê ya di pêvajoyeke bi vî rengî de jî girîng û watedar e. Ji ber vê yekê divê hem tevlîbûn çêbibe hem jî rewşeke ku helwesta têkildarî pêvajoyê nîşan dide Kurdên li Ewropayê derxin holê. Divê nîşan bidin ku çi qasî xwedî li pêvajoyê, pêvajoya ku Rêber Apo bi rê ve dibe, derdikevin.  Her wiha divê guherîn, veguherîn û pêşketina ku ji aliyê pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ve hatiye pêşxistin, nîşan bidin. Divê ji kokên xwe veneqetin lê belê tiştên nû jî pêş bixin û li gorî pêvajoya nû jî bikaribin vê yekê bikin. Erê, çalakiyeke asayî ye, diyar e her sal dubare tê lidarxistin. Aliyekî wê ew e lê belê divê em wisa nebêjin.

Divê em erkên pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk yên hewce bi cih bînin ku bo nimûne ev mihrîcana çandî dikare bibe çalakiyeke pir girîng.  Divê helwest were nîşandan, Kurdên derveyî welêt nîşan bidin bê ka çi qasî xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo pêş xistiye, pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk derdikevin û nîşan bidin ku ji bo serkeftina wê di nava yekîtiyekê de bi xurtî dixebitin. Bi vî rengî ji aliyê pêşketin û serkeftina pêvajoyê ve têkariyeke wê ya girîng hebe. Em di wê baweriyê de ne ku wê wisa be. Em ji niha ve bang li hemû Kurdên li Ewropayê dikin ku beşdar bibin. Em serkeftinê dixwazin û vê mihrîcanê pîroz dikin. 

Çanda Kurdî ya kûr û bihêz û nirxên wê ku we bal kişand serê, bêguman rastî êrîşên cidî tên. Berî demekê bi pêşengiya ciwanan li dijî van êrîşan pêngava "Şiyar Be" hatibû destpêkirin. Di van êrîşan de bi taybetî ciwanên Kurd tên armancgirtin. Ev cûre çalakî jî biqasî çalakiyên mîna bîranîn û festîvalan dibin çalakiyên girîng.

Di mercên heyî de ev rewş divê em wek birîna xwe ya kûr binav bikin. Êrîşên şerê taybet û birîn û texrîbata ku van êrîşan di bedena civakê û di nava ciwanan de vekiriye, bi rastî jî divê bi vê awayî bêne destgirtin. Ev gelekî girîng e. Di hin bernameyên borî de jî me ev mijar kir rojev, me anî ziman û em hinekî bi nêzîkatiyek rexnedayîn nêzîk bûn. Bi rastî jî nebaldarî, bêrêxistinî û bêtêkoşînî hebû. Li ber çavan gelek êrîş çêdibûn. Di dema ku bi rehetî dihatin astengkirin û pêşîlêgirtin de, ji ber ku bi hestiyarî û baldarî nêzîkatî nehat nîşandan, êrîş bi encam dibûn û bedena civakî xerab dikirin. Şerê taybet ne tenê wek êrîşeke li ser civakê, jinan an jî ciwanan divê bê dîtin. Erê, ev hemû hene; lê di heman demê de êrîşek li ser xwezayê ye jî. Divê em êrîşên ekolojîk jî di çarçoveya êrîşên şerê taybet de binirxînin û ev tişt bi zelalî tê fêmkirin: Ev êrîş wê berdewam bikin.

Sîstema êrîşê ya ku jê re şerê taybet tê gotin, di cureyên cihêreng û bi rêbazên cuda de her dem wê berdewam bike. Têkoşîna li dijî şerê taybet jî wê bibe bingeh û esasa têkoşîna civaka demokratîk. Xebat û têkoşîna bingehîn a ku şeklwergirtina kesayetê azad û civaka komînal a demokratîk diafirîne wê ev be. Divê em mijarê bi vê awayî bibînin û fêm bikin. Me xerabûna ku di demên borî de çêbûye dît; hat fikirîn ku ev ji ber pêdiviyên şer bûn. Dewletê bi rengekî gelekî rêxistinkirî, plankirî û bi bandor nêzîkatî nîşan da; ev rewş ne ji rêzê an jî jixweber bû. Êrîşeke ku bi temamî bi zanebûn, rêxistinkirî û plankirî dihat meşandin bû. Lê di heman demê de gelek ji van êrîşan jirêzê bûn jî. Bi zanebûn û rêxistinkirîbûna êrîşê nedihat wê wateyê ku nayê astengkirin; astengkirina wê pêkan bû. Ji vê aliyê ve, bêguman divê em yên ku van êrîşan dimeşînin û rêbazên êrîşê derxin holê, Teşhîr bikin û mehkûm bikin. Lê divê em wan wek tiştên ku nayên astengkirin, li dijî wan têkoşîn nayê kirin an jî nayên valaderxistin jî nebînin.

Di vê aliyê de heke di demên borî de ewqas bi bandor bûbin û bûne sedema xerabûnê, di vê de şaşî û kêmasiyên me, yên hemû mirovên me û yên tevgera me jî hene. Wekî mînak, di mijara êrîşên li ser xwezayê de gerîla dikaribû bêtir têkoşer û bi bandor be, me dikaribû zanebûn û hestiyariyê ji berê de pêş bixista. Dîsa di nava civakê de, bi taybetî di êrîşên li ser ciwanan de tevgera me, rêxistiniya me, malbat, dayik û bav dikaribûn gelek bêtir hestiyar û bi bandor bin. Beşên civakê, tax û gund dikaribûn bi bandortir tevgeriyaban û bibûna pêşîlêgir. Lê me bi têra xwe bi zanebûn, baldar û rêxistinkirî nêzîkatî nîşan neda; me ya tirsî, ya guh neda an jî sedemên cihêreng bûn asteng. Bi taybetî bandora neyênî ya hawirdora kolanê çêbû û me nedikarî wê derê rast bikin. Di nêzîkatiya malbatan de jî neyênî çêbûn. Divê em rexnedayîna xwe bikin, divê em rabirdûyê bi nêzîkatiyeke rexneyî û rexnedayînê bigirin dest.

DIVÊ EM NÊZÎKATIYÊN XWE YÊN LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET REXNE BIKIN

Belê, yên ku van sûcan dikin suçdar in; divê em sûcên wan derxin holê, teşhîr bikin û mehkûm bikin. Lê divê em ji xwe bipirsin ku ka me çima nedikarî rê li ber van sûcan bigirin, kîjan kêmasî û şaşiyên me bûn asteng ku em rê li ber wan bigirin û bi vê re dersên sererastker derxin û rexnedayîna xwe bidin. Divê em têgihîştin, nêzîkatî û sekna xwe rexne bikin. Divê em bêrêxistinî, takekesî, nêzîkatiyên maddiyatparêz û rawestînên dûrî têkoşîna azadiyê bi rexne û rexnedayînê re rast bikin. Vê rewşê bûn sedema van hemûyan. Mirov bi ramanên mîna "ez ê pere bistînim, ez ê mûçe bistînim" ketin têkiliyên xeternak. Ev hemû ne ji ber neçarî an mecbûriyetê bûn; mirov nikare bêje çareyek din tune bû, şaşî hatin kirin. Jiyana bi rewşên xirab û qirêj re hat tercîh kirin, bi derdorên ku li dijî wan bûn re bûn yek û destê xwe xistin destê dijmin. Li cihê ku li dijî wan derkevin, dûr bisekinin û têkoşîn bikin, wisa hat tevgerîn ku mîna bi wan re bijîn.

Bi serde jî hat fikirîn ku wê me biparêzin û xwedî li me derkevin; ev hemû bi rastî jî şaş bûn û rexnedayîn dixwazin. Li ser xeta jiyana azad, civaka demokratîk û azadiya jinê, divê em di lêhûrbûneke rexnedayînê de derbas bibin û sererastkirinê bikin. Di vê mijarê de hin nîqaş çêbûn û em jî tevlî bûn. Rexneyên me di vê çarçoveyê de bûn û divê rast bêne fêmkirin. Heke nehatibe fêmkirin an jî bi awayekî cuda hatibe fêmkirin, ez dixwazim hinekî rast bikim. Ez bawer dikim û hêvî dikim ku wisa nebûye. Lê bi giştî dema ku zext û êrîş zêde dibin, rêbaz zirav dibin û xerabûn zêde dibin, tê gotin ku temenê bikaranîna hişbirê daketiye pênc salan, fihûş û sîxurî zêde bûye. Ev rewş li gundekî, li taxekî, rasterast li kêleka me çêdibin û em bêdeng dimînin, dinêrin, dibînin û di zanînê de jî bi bêberpirsiyarî nêzîk dibin. Em hestiyarî û berpirsiyariya "Divê ez derfet nedimê, divê ez ji bo pêşîlêgirtina vê bixebitim" nîşan nadin.

Ev rastiyeke zelal e; lê dema ku xerabûn zêde bûn, hişyariyek jî çêbû. Di vê wateyê de ez pêngava ‘Şiyar Be’ girîng dibînim. Ev pêngav dikare bêtir bê pêşxistin, berfirehtir bê kirin, rêxistinkirîtir, kûrtir û berfirehtir bibe. Agahiyeke min a pir berfireh li ser asta rêxistinbûn û karê ku dikin tuneye, lê wekî hişyariyeke derdikeve pêş. Wekî mînak em ji çapemeniyê dişopînin, bandor dibin, girîng dibînin û erê dikin. Hişyariyeke heye: Jin, ciwan û zarok dimeşin, xwedî li xwe derdikevin; meş hêdî hêdî zêde dibin, mezin dibin û belav dibin. Nimûne rexne bi bandortir dibin; nêzîkatiya xwedîderketina li jiyana rast, durist û demokratîk, nirxên çandî, nirxên civaka exlaqî-polîtîk û jiyana komînal bêtir pêş dikeve. Têkoşîna li dijî êrîş û nêzîkatiyên ku van nirxan xerab dikin bêtir bihêz dibe ku ev tişt gelekî girîng e.

LI DIJÎ KOMKUJIYA XWEZAYÊ PÊDIVÎ BI HIŞYARIYEKE BERFIREHTIR HEYE

Ji bo ku mirov bibe civakeke demokratîk û karibe rêxistiniya komûna demokratîk pêş bixe, divê hişyariyekî civakî derxe holê. Heke ev nebe çawa komûna demokratîk dê pêş bikeve? Bêyî nêzîkatiya berpirsiyarane, bê hişyarî, bê hevgirtin û hevparî komûnek demokratîk nayê rêxistinkirin. Têgihîştina ku bi feraseta “Mara ku bi min venede bila hezar salî bijî”, mirov ber bi takekesîbûn û maddiyatparêziyê ve dibe, girêdayî modernîteya kapîtalîst dike û ji nirxên civakî dûr dikeve. Ji ber vê yekê divê em nêzîkatiyek wisa qet qebûl nekin. Divê em nexwazin ku tu kes zirarê bibîne. Divê em nexwazin ku mar jî zirarê bide tu kesî. Divê em rê nedin ku zirarê bide me an hawirdora me. Divê em vê yekê tenê di xwestekê de nehêlin, divê em destûrê nedinê. Divê em vê nêzîkatiyê bikin pîvaneke exlaqî, sekneke çandî û hişmendiyekê. Divê em perwerdeya zarok û ciwanên xwe jî li ser bingehê vê ferasetê bihêz bikin û pêş bixin.

Ji vê aliyê ve, têkoşîna ku li dijî êrîşên şerê taybet ên li ser civakê bi pêngava ‘Şiyar Be’ tê meşandin girîng e. Ez vê têkoşînê silav dikim. Bi rastî jî bi nirx e û divê bêtir bê pêşxistin. Li dijî êrîşên li ser xwezayê jî komên cihêreng ên ekolojîk çêdibin û têkoşîn tê meşandin. Hişyariya ku gundiyên Karadenizê di salên dawî de nîşan dan û bi taybetî xwedîderketina jinan a li axê, her dem bandor li min kiriye. Bi qasî ku min ji çapemeniyê şopand û dît, têkoşîna gundiyên Vartoyê jî dibe sedema heyraniyê. Divê em heta dawiyê xwedî li van têkoşînan derkevin. Jiyan li ser parçeyek axê pêk tê. Bêyî xwezayê civak nabê. Gundiyên Amedê jî di dema borî de li qadên gundewarî û li gelek gundan li dijî birîna daristanan nerazîbûn nîşan dan. Lê di vê mijarê de hêj kêmasî hene. Komkujiyên xwezayê çêbûn û li dijî wan bertekên bi têra xwe nehatin nîşandan. Berteka îro jî hêj qels e.

Li dijî HES’an û sepandinên ku hawirdorê gemar dikin û jehrê hildiberînin hişyariyek heye. Ev rewşeke erênî ye. Lê li hember êrîşên mîna birîna daristanan hişyarî kêmtir e. Divê ev hişyarî bêtir bê pêşxistin. Di vê wateyê de rêxistinên ekolojîk û têkoşîna ekolojîk, yek ji qadên bingehîn ên jiyana civaka demokratîk û rêxistiniya komûnal a demokratîk e. Bêyî têkoşîna ekolojîk civaka demokratîk çênabe. Têkoşîna li dijî êrîşên şerê taybet ên li ser civakê û têkoşîna li dijî êrîşên li ser xwezayê ji hev cuda nînin. Ev di nav hev de ne û yek in. Rêber Apo jixwe modernîteya demokratîk li ser vê bingehê pêş xist. Bingehê vê jî azadiya jinê danî. Pîvan û rêgeza bingehîn a jiyana azad ev e. Xeta me ya nû ev e. Feraseta me ya civaka exlaqî û polîtîk jî li ser vê bingehê ye. Ji ber vê yekê divê em berxwedanên ekolojîk birêxistinî bikin û pêş bixin. Divê em xwedî li van têkoşînan derkevin û piştgiriyê bidinê. Gundên nêzîk, cihên jiyanê yên cîran, qadên derdorê, siyaset û rêxistinên civaka demokratîk divê piştgiriyê bidin van têkoşînan.

DIVÊ BI AWAYEKÎ TEQEZ ÇEKAN TEVLÎ KAMPANYAYA ŞIYAR BE NEKIN

Dîsa kampanyaya Şiyar Be, têkoşîna li dijî êrîşên şerê taybet ên li ser civakê zêdetir werin birêxistinkirin û pêşxistin. Bi taybetî qada birêxistinbûna ciwanan ev e. Di rêxistinbûna pêşengtiya ciwanan de, di têkoşînê de qada ku ji aliyê pêşengtiya ciwanan ve afirandina tevgera civaka komînal a demokratîk derkeve holê ev e.  Bi awayekî teqez divê ciwan bi hişmendî û birêxistinbûneke mezin tev bigerin. Ez dixwazim li vir tiştekî bikim. Li vir divê bi awayekî teqez çek dernekeve holê. Ez dixwazim vê yekê bi yatbetî bi vê wesîleyê bînim ziman. Divê teqez li tu deran tu tevgerên ciwanan, komên ciwanan ên şoreşger, welatparêz û Apoyî çekê li têkoşîneke bi vî rengî zêde nekin. Ew şaş e, divê nebe. Lê belê ji bilî wê divê birêxistinbûnî, bi zanedarbûn, hesas û civakparêzî tev bigerin û têbikoşin. Rêber Apo digot ger civak bibe yek û têbikoşe wê gelek tiştan bi hêsanî têk bibe. Pêkan e ku ev êrîşên şerê taybet, tiştên xirab û wêranker li gel zexta civakê, birêxistinbûna civakî û bi gotinê werin tunekirin. Bila tu kes nebêje nabe û ne pêkan e.

Ji ber vê yekê jî hişmendiya zêdetir, birêxistinbûna zêdetir, belavkirina birêxistinkirinê û gihandina nava civakê wê ji aliyê pêşengtiya ciwanan ve bê kirin. Helbet wê cîwan sînordar nemînin. Wê di nava hemû civakê de belav bikin û bi vî rengî wê rê nedin van êrîşên şerê taybet. Dikare têkoşîneke bi vî rengî hebe û were birêxistinkirin. Di vê çarçoveyê de divê em vê kampanyayê pêş bixin. Ev yek jî yek ji egerên têkoşîna pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk e. Komara demokratîk jî bi rêya entegrasyona demokratîk û civaka demokratîk ava dibe. Civaka demokratîk jî girêdayî komîna demokratîk ew civak e ku birêxistinkirî ye, xwedî li xwezayê derdikeve, girêdayî azadiya jinan xwedî li jiyana azad derdikeve û vê yekê bi awayekî birêxistinkirî bi rê ve dibe. Ger em wisa bin, em ê pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk bi serkeftî bi rê ve bibin û bigihînin serkeftinê. Di vê çarçoveyê de ez hewlên tên dayîn girîng dibînim, pîroz dikim, silav dikim û banga min jî ew e ku ev yek zêdetir werin pêşxistin û belavkirin.