Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Amadekariyên vegera karwanê 4`emîn tê kirin

Rêvebera Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semio got ew amadekariyên vegera karwanê 4`em ê koçberên Serêkaniyê dikin û dê zêdetirî 500 malbatên ji gundewarên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê vegerin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Amadekariyên vegera karwanê 4`emîn tê kirin
6 cotmeh, 2026   13:45
HESEKÊ

Rêvebera Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semio ji ANHA`yê re axivî û got ew niha li gel koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dimînin, hevdîtinan dikin û amadekariyên vegerê dikin.

Zehrayê anî ziman ku tê payîn di karwanê 4`em de zêdetirî 500 malbat vegerin.

Her wiha Zehrayê got di nava karwanê 4`em de malbatên ji gundewarên Til Temir û Zirganê jî hene û destnîşan kir ku dema amadekarî bi dawî bibin û erebeyên veguhastinê werin peydakirin, dê karwanê 4`em roja pêncşem an jî yekşemê bi rê bikeve.

Karwanê 3`em ê koçberên Serêkaniyê roja duşemê (5 Cotmeh) gihaştibû warê xwe. Di karwanê 3`em de 511 malbat hebûn.

(np)

ANHA