Partiyên siyasî: Perwewrdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye

Nûnerên partiyên siyasî yên Tirbespiyê diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye û gotin divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de fermî bibe.

Partiyên siyasî: Perwewrdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye
7 cotmeh, 2026   02:45
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Demeke dirêj e ku gelê Kurd li dijî biryara ku hikumeta veguhêz têkildarî zimanê kurdî daye ku tenê 3 wane di hefteyê de werin dayîn, çalakiyan li dar dixe.

Nûnerên partiyên siyasî yên bajarê Tirbespiyê der barê mijarê de ji ANHA`yê re axivîn û destnîşan kir ku divê perwerdeya bi zimanê kurdî fermî bibe û di destûra Sûriyeyê were naskirin.

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyeyê Ciwan Siko diyar kir ku xwendina bi zimanê kurdî mafekî rewaya ji bo gelê Kurd û tu carî ji vê yekê nayên xwarê.

Ciwan Siko da xuya kirin ew daxwaz dikin ku ev biryara ku têkildarî zimanê kurdî were guhertin û wiha dom kir: “Ew biryara 13`an ji bo zimanê kurdî tenê têrê nake, divê zimanê dayikê di destûra Sûriyeyê de fermî bibe û her netewe bi çand û zimanê xwe biaxive.”

Siko destnîşan kir ku ew wek partiyên siyasî têkoşîna xwe ya ji bo parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin biparêzin û bêhtir wan destkeftiyan xurtir bikin û xwedî li zimanê dayikê derkevin.

Di dawiyê de Ciwan Siko got divê gelê Kurd di nivîsandina destûra Sûriyayê ya nû de hebe û mafên hemû pêkhateyan werin parastin.

Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno diyar kir ku ew di rêya kêmkirina waneyên zimanê kurdî dixwazin wan tune bikin û ji mafê wan ê rewa dûr bixin û got: “Gelê Kurd bi saya bi hezaran şehîdan îro li ser xaka xwe ye. Divê keda wan vala neçe û em hemû xwedî li perwerdeya zimanê dayikê derkevin.”

Kovan Keno bi bîr xist ku ji mafê gelê Kurd e ku bi zimanê xwe bixwîne û got: “Em li ser xaka xwe ne, kî dibe bila bibe divê Kurd xwedî li çand û zimanê derkevin. Em Sûriyeyeke hevgirtî ku mafên hemû neteweyan tê de werin parastin, dixwazin.”

ANHA