‘Em ê rêça şehîdan bişopînin û xwedî li deskeftiyên wan derkevin’

Di merasîma sersaxiyê ya 19 gerîlayan de hate gotin bi saya şehîdan axa welat, zimanê kurdî û gelê Kurd hatin parastin û divê keda wan were parastin.  

6 cotmeh, 2026   14:58
QAMIŞLO

Merasîma 19 gerîlayên YJA Star û HPG`ê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî wê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl axivî û diyar kir ku ew ê bi şehdîan re dilsoz bin û bi saya şehîdan şoreşa Rojava gihaşte deskeftiyên mezin.

Her wiha Henîfa Hisên di merasîma sersaxiyê ya 19 gerîlayan de axivî. Henîfayê di destpêke de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got gelê herêmê bi saya şehîdan bi aramî dijî û daxwaz kir ku her kes bi şehîdan ve girêdayî be û li ser bingeha xwişk û biratiya gelan civaka demokratîk ava bikin û aştiyane bijîn.

Endama Kongra Star Jiyan Şêtka jî axivî û got jinên Rojava deyndarên şehîdan in û ew ê her tim rêça şehîdan bişopînin.

Jiyan Şêtka di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku aliyên dijberî wan li ser şêniyên herêmê û bi taybet jinan şerekî taybet ê dijwar dimeşînin û daxwaz kir ku her kes xwe li beramberî vî şerê taybet biparêz e û girîngiyê bide yekitiya gelê Kurd.

Bi navê Kongra Îslama Demokratîk şêx Mazin Mihemed Derwîş jî axivî û got: “Şehîdan ji bo welat canê xwe feda kir û cihê wan buhişt e. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin, dilsozî û girêdana bi şehîdan re erkekî me yê exlaqî û neteweyî ye. Şehîdan ji bo axa welat, hiqûqên gelê Kurd, zimanê kurdî û siberoja neslên nû xwe feda kir, divê em hemû rêça wan bişopînin û deskeftiyên wan bişopînin.”

Piştî axaftin bi dawî bû li ser jiyana 19 gerilayan sînevîzyonek hate pêşkêşkirin. Her wiha nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Merasîma sersaxiyê ya 19 gerîlayan dê 2 rojan bidome.

(np)

ANHA