Balafireke şer bi nizmî li ser Tedmurê digere

Hate ragihandin ku balafireke şer bi nizmî li ser bajarê Tedmurê digere.

Balafireke şer bi nizmî li ser Tedmurê digere
6 cotmeh, 2026   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku balafireke şer bi nizmî li ser bajarê Tedmurê yê gundewarê Humsê digere.

Li gorî SOHR‘ê, balafira tê texmînkirin ku a Koalîsyona Navneteweyî be derdora 3 caran li ser bajêr geriya.

Di meha borî de jî balafirên ser li bejahiya Suxne û Cebel El Emûr li stargehên DAIŞ‘ê xistin.