Îsraîlê gundewarên Dera û Quneytrayê topbaran kirin

Hêzên Îsraîlê li rojavayê bajarokê Abidîn ê Derayê qadên çandiniyê kirin hedef û bi du guleyan jî girê El Ehmer El Şerqî yê Quneytrayê topbaran kir.

Îsraîlê gundewarên Dera û Quneytrayê topbaran kirin
6 cotmeh, 2026   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê vê êvarê qadên çandiniyê yê rojavayê bajarokê Abidîn ê herêma Hewza Yermûkê yê gundewarên Derayê topbaran kirin.

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê girê Ehmer Şerqî yê gundewarê başûrê Quneytrayê jî bi du guleyan dan ber topan.

Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin dayîn.