Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyê hat pîrozkirin

Li navenda Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya li Silêmaniyê, bi boneya 23’yemîn salvegera damezrandina PYD’ê hat pîrozkirin.

Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyê hat pîrozkirin
20 îlon, 2026   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 23’yemîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye. Bi vê boneyê, nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê dergehê xwe ji bo pêşwazîkirina li gel, nûnerên partî û saziyên cûda vekir.

Endama Komîteya Têkiliyên PYD’ê Bêrîvan Mihemed, têkildarî vê rojê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku PYD’ê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de roleke dîrokî û xwedî bandor lîstiye. Bêrîvan Mihemed got: “Di vê 23’yemîn salvegera damezrandina partiya me de, em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Îro em li baregeha xwe ya li Silêmaniyê pêşwaziya mêvanên xwe dikin. Di navbera me û dostên me de gotûbêjên germ li ser rewşa siyasî ya îro ya Sûriyeyê, pirsên çand û ziman birêve diçin daku em karibin mafên rewa yên gelê Kurd di nav destûra nû ya Sûriyeyê de bi fermî biçespînin.”

Endama Komîteya Têkiliyên PYD’ê Bêrîvan Mihemed, di dewamê de got; “Di vê salvegerê de, berpirsiyariya li ser milê me û armanca me wek PYD’ê ewe ku em bibin partiyeke piralî û pirreng; emê ji bo parastina mafên gelê Kurd û misogergerkirina hebûna wan di destûra Sûriyeyê de bêrawestan bixebitin. Ev 23 sal in ku PYD têkoşîneke bêhempa dimeşîne, bi taybetî di Şoreşa Rojava de barê herî giran hilgirt û ji bo hemû gelên Sûriyeyê bû hêviya avakirina sîstembûna civakî.”

Bêrîvan Mihemed herî dawî jî bal kişand ser serkeftina şoreşê û got ku PYD’ê karîbû di Şoreşa Rojava de yekitiya gel biparêze û hebûna xwe li hemberî her bahozekê li piyan bihêle û got; ‘‘Ji bo her guhertineke ku li Sûriyeyê çêbibe jî, herdem hewla PYD’ê ewe ku daxwaz û mafên gelê Kurd di qanûna bingehîn a welat de cih bigirin. Çawa ku kar û erka PYD’ê di rabirdûyê de giran û tijî zehmetî bû, di paşerojê de jî dê ev bar bi heman şêweyî giran be lê bi biryardarî berdewam dike.