Fatureyên genim di navbera deregmayîn û dabeşkirinê de

Pirsgirêka serfkirina fatureyên berhemên genim li her deverekê cuda ye, bi taybet li Hesekê û Reqayê derengmayîn heye. Li hêleke din cotkar ji bo dabînkirina pêdiviyên mewsima çandiniyê bi hacetî pereyan in.

Fatureyên genim di navbera deregmayîn û dabeşkirinê de
Fatureyên genim di navbera deregmayîn û dabeşkirinê de
Fatureyên genim di navbera deregmayîn û dabeşkirinê de
Fatureyên genim di navbera deregmayîn û dabeşkirinê de
Fatureyên genim di navbera deregmayîn û dabeşkirinê de
Fatureyên genim di navbera deregmayîn û dabeşkirinê de
6 cotmeh, 2026   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku amadekariyên mewsima çandiniyê ya nû tên kirin û buhayên pêdiviyan zêde ye, cotkarên Sûriyeyê li hêviya serfkirina fatureyên xwe yên berhemên genim in, li hinek cihan fature tên serfkirin û li hinek cihên din hîn nehatine serfkirin. Li Hesekê jî derengmayîn heye û pere beş bi beş radestî cotkaran tê kirin.

HESEKÊ; DERENGMAYÎN HEYE

Li parêzgeha Hesekê cotkar ji ber derengmayîna serfkirina fatureyên genim û li hin cihan dayîna pereyan li ser beşan, cotkar rastî zehmetiyên dijwar tên.

Li gorî şahidiya cotkaran, hinek ji wan ev 3 meh e li hêviya serfkirina fatureyên xwe ne, li aliyekî din hinek li ser beşên sînordar pereyên xwe bi dest dixin.

Li gorî berpirsyarekî Mesrefa Çandiniyê, di Îlonê de serfkirina fatureyan ji sedî 2 derbas nekir, pere kêm in, ev jî bandorê li rewşa serfkirinê dike.

REQA; LI BENDA SERFKIRINÊ NE

Li Reqayê jî cotkar ji ber newergirtina pereyên xwe yên berhemên genim bi awayeke temamker gazincan dikin, metirsiyên cotkaran hene ku nikaribin pêdiviyên mewsimê bê dabîn bikin.

DÊRAZORÊ; FATURE TÊN SERFKIRIN LÊ GAZINC HENE

Li Parêzgeha Dêrazorê pêvajoya serfkirina fatureyên genim pêşketin heye, lê ev nayê wateya ku pirsgirêk bi dawî bûye, li gorî şahidiyar cotkarên ku li benda pereyên xwe ne, hîn jî fature hene nehatine serfkirin.

DERA; DAYÎNA PEREYAN BI AWAYEKÎ DABEŞKIRÎ ALOZIYÊ BI DAWÎ NAKE

Li Derayê jî li gorî agahiyên cotkaran, rewşa wan jî mîna rewşa cotkarên li hemû parêzgehan e, fatureyên wan bi awayeke dabeşkirî tên serfkirin, cotkar tenê beşa yekemîn ji pereyên xwe wergirtine, wê piştre pereyên mayî bên dayîn.

Pisporên aborî diyar dikin ku derengmayîna serfkirina fatureyên genim ne tenê bandorê li cotkaran dike, ew bandorê li firotina pêdiviyên çandiniyê, kirêya karkeran û tevgera bazirganiyê ya li herêmên xwedî zeviyên çandiniyê dike.

(sb)

ANHA