Rûsyayê bajarokek kontrol kir û 1750 dron xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan bajarokê Golubkovo yê herêma Zaporizhzhia kontrol kiriye û di nava 24 saetan de 2 bombeyên bi rêberiya lazerê, 17 mûşek û hezar û 750 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsyayê bajarokek kontrol kir û 1750 dron xistin
6 cotmeh, 2026   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê bajarokê Golubkovo yê herêma Zaporizhzhia kontrol kiriye û dorpêça li ser yekîneyên Ukraynayê yên li bakurê rojhilatê Kharkivê didomînin.

Wezaretê destnîşan kir ku li bakur û naverasta bajarê Dobropolye yê Donetskê pêşve çûne di rojekê de dest danîne ser 52 avahiyan.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, li 442 herêman li cihên hilanîna dronan, depoyên cebilxane û teqemeniyan û xalên kombûnên hêzên Ukraynayê hatin xistin.

Wezaretê destnîşan kir ku sîstemên parastina hewayî ya Rûsyayê di nava 24 saetan de 2 bombeyên asîmanî yên bi rêbera lazerê, 17 mûşekên krûz ên dûravêj ên "Flamingo" û hezar û 750 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

(f)