Li Helebê 2 kes hatin kuştin

Li Helebê di 2 bûyerên gulebaranê de dikandarek û ciwanek hatin kuştin.

Li Helebê 2 kes hatin kuştin
6 cotmeh, 2026   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kolana Kelas a taxa Silêmaniyê ya Helebê kesekî li ser motorsiklêt gule avêtina xwediyê dikana mirîşan û bi giranî birîndar kir, lê ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest da. Heta niha nasnameya êrişkar û sedemên êrişê nehatine zanîn.

Li taxa Nêreb jî ciwanek di erebeya xwe de bi guleyên êrişkaran hat kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hejmara sûcên kuştinê li Sûriyeyê ji destpêka 2026’an derketiye 408’an, di encamê de 448 kes hatine kuştin.

(f)