Li gundewarê Şamê serçeteyekî DAIŞ‘ê hat girtin

Wezareta Hundir a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku serçeteyekî DAIŞ‘ê li gundewarê Şamê di operasyoneke ewlehiyê de hat girtin.

Li gundewarê Şamê serçeteyekî DAIŞ‘ê hat girtin
6 cotmeh, 2026   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Hundir a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku serçeteyê DAIŞ‘ê Xalid Raid Beyrûnî yê bi navê Ebû Hesen Doşka tê naskirin, di operasyoneke ewlehiyê de li bajarokê Hicêra yê gundewarê Şamê hat girtin.

Li gorî wezaretê, serçeteyê navborî mîsyona berpirsyartiya leşkerî yê giştî yê "Wîlayeta Humsê" hilgirt, di heman demê de palana çalakiyên terorê dikir û çavdêriya wan dikir.

Wezaretê li ser çalakiyên serçete El Beyrûnî anî da ku serçete bombe amade dikir û bi kar dianî û êrişên mezhebî dikir. Her wiha diyar kir ku serçete El Beyrûnî berpirsê êrişa li dijî mizgefta Elî Bin Ebî Talib a li taxa Wadî Zeheb a bajarê Humsê bû ku di kanûna 2025‘an de hatibû kirin.