Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Heşdî Şabî kirin

Hate zanîn ku çeteyên DAIŞ‘ê li navçeya Hewîce ya Kerkûkê êrişî navendeke kontrolê ya Heşdî Şabî kir.

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Heşdî Şabî kirin
6 cotmeh, 2026   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihanê Rojnews‘ê,di saetên şevê de çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Hewîce ya başûrê rojavayê Kerkûkê êrişî navenda hêzên tabûra 2’an a Lîwaya 61’ê ya Heşdî Şabî kirin.

Heta niha li ser encamên êrişê ti agahî nehatin girtin.

Hate ragihandin ku Hêzên Heşdî Şabî bersiva êrişê dane, di êrişê de ziyanên canî û madî derneketine.

Hêjayî bibîr xistinê ye duh DAIŞ’ê li Hewîce dîsa êrişî Polîsên Federal kiribûn, 2 polîs hatibûn kuştin û hinek jî birîndar bibûn. Ji ber êrişan di vê çaçoveyê de tedbîrên ewlehî hatibûn girtin.