Qeter: Peywendiya bi Washington û Tehranê re didome

Qeterê diyar kir ku peywendiya bi Washington û Tehranê re û pevguhertina peyaman di navbera aliyên eleqedar de didome da ku rageşî were kêmkirin, danûstandin bidome, ewlehî û aramiya herêmê were xurtkirin.

Qeter: Peywendiya bi Washington û Tehranê re didome
6 cotmeh, 2026   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hema Al Sanî îro Wezîrê Hundirîn ê Îranê Îskender Memonî yê ku peyama serokê Îranê Mesûd Pezîşkiyan hilgirtiye pêşwazî kir.

Ajansa Nûçeyan a Qeterê bi bîr xist ku di hevdîtinê de pêşdeçûnên li herêmê, hewldanên kêmkirina rageşiyê, xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê û navneteweyî hatin nîqaşkirin.

Gerînendeyê Rêveberiya Çapemenî û Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Qeterê Îbrahîm El Haşimî diyar kir ku peywendiyên di navbera aliyên eleqedar de berdewam in û destnîşan kir ku serdan û pevguhertinên peyaman bi armanca rêveçûna danûstandinê di navbera Amerîka û Îranê de bi pêş bikevin didomin.

(f)