Erebistana Siûdî mûşekek Hûsiyan îmha kir

Hêzên Hevpeymaniya Piştgiriya Rewa ya Yemenê ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku mûşekek balîstîk a ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi bajarê Xemîs Mişêtê ve avêtin, hat îmhakirin.

Erebistana Siûdî mûşekek Hûsiyan îmha kir
6 cotmeh, 2026   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Hevpeymaniya Piştgiriya Rewa ya Yemenê ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku mûşekek balîstîk a ku ji aliyê Hûsiyan ve hate astengkirin û îmhakirin.

Hevpeymaniyê diyar kir ku mûşek ber bi bajarê Xemîs Mişêt ê li başûrê Erebistana Siûdî ve avêtin ku baregeheke leşkerê lê heye.

Berdevkê hevpeymaniyê Tirkî El Malikî der barê mijarê de agahî li ser X‘ê parve kirin û got:"Pergalên parastinê yên Erebistana Siûdî mûşekek balîstîk a ku ji aliyê koma Hûsî ve ber bi bajarê Xemîs Mişêt ê li başûrê qiraltiyê ve ve avêtiye astgeng kir."

Agahiyên der barê endamên xistina mûşekê de nehatin dayîn.