Amerîkayê têkildarî ceribandina NATO‘yê Moskovê hişyar kir

Hate ragihandin ku di encama êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê de 5 kes birîndar bûne. Amerîkayê jî Moskov ji ceribandina NATO‘yê hişyar kir.

Amerîkayê têkildarî ceribandina NATO‘yê Moskovê hişyar kir
27 tebax, 2026   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan êrişên dijwar li ser hedefên li Kîev, Boryspil, Zaporizhzhia, Kremenchuk, Kryvyi Rih, Ilyichevka,  tesîsên xebitandina benderên Odessa, Chernomorsk û Rynnyê pêk anîne.

Wezaretê îdia ku hin ji van cihan ji bo veguhestina pêdiviyên leşkerî ji hêzên Ukraynayê re dihatin bikaranîn.

Medya Ukraynayê ragihand ku li Kîev û Odessa dengê teqînan hatiye bihîstin û rewşa hişyariyê ya ewayî hate ragihandin.

Rayedarên herêmî jî gotin, parçeyên teqemeniyê li hewşa avahiyeke niştecihbûnê ketine. Li gor agahiyan, li Kryvyi Rihê di encama mûşekên ku li tesîseke pîşesazî ketin de 2 kes û li Zaporozhye jî 3 kes birîndar bûne.

Rojnameya The Wall Street Journal ragihand ku Rêveberê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) John Ratcliffe serdana Moskova kir da ku serokê wê hişyar bike ku êrişî NATO‘yê neke.

Li gorî rojnameyê, Ratcliffe di serdana xwe ya roja sêşema borî de li ser şerê li Îranê jî axivî û hişyarî da ku eger Tengava Hurmuzê ji bo keştîvaniyê neyê vekirin, dê cezayên din werin sepandin.

Çavkaniyan dane zanîn ku Amerîkayê bi fikar e ku îhtîmal heye ku serokê Rûsyayê hewl bide bi rêya êrişeke sînordar li dijî welatên Baltîkê, amadekariya NATO‘yê ya parastina endamekî xwe biceribîne.

Rêvebirê CIA‘yê bi rayedarên îstîxbarata Rûsyayê re civiya, lê bi Serok Putin re neciviya. Lê Kremlinê daxuyand ku Putin li ser encamên hevdîtinan agahdar bûye.

Li aliyekî din jî rojnameya Financial Times ragihand ku Swêd, Hollanda, Spanya û Polonya zextê li Komîsyona Ewropayê dikin da ku planên bikaranîna milkên serwer ên cemidî yên Rûsyayê yên ji bo fînansekirina Ukraynayê ji nû ve vejîne.

(bb)