Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, hingî wê komplo bi temamî pûç bibe

Endamê Konseya Rêveber a KCK`ê Mûstafa Karasû got "Dema azadiya Rêber Apo pêk hat, hingî wê komplo bi temamî bê pûçkirin. Em heta niha ji bo vê têkoşiyan. Ji niha û pê ve jî em ê vê têkoşînê bimeşînin"

Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, hingî wê komplo bi temamî pûç bibe
6 cotmeh, 2026   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a li ekranên Medya Haberê bû û bûyerên li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn nirxand.

Hevpeyvîna bi Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:

* Em dikevin salvegera 29'emîn a komploya navneteweyî ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Di pêvajoya heyî de nêzîkatiya li komploya navneteweyî divê çawa be?

Beriya ku bersivê bidim pirsa we, di meha Cotmehê de gelek hevrêyên me yên hêja hene ku şehîd bûne. Hevrê Gûrbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel û Bêrîtan di meha Cotmehê de şehîd bûn. Hevrê Bêrîtan di 25'ê Cotmehê de şehîd bû. Hevrêyên din di 4 û 9'ê Cotmehê de şehîd bûn. Min hevala Gûrbetellî Ersoz ji nêz ve nas kir. Dema li girtîgehê bûm timî dihat hevdîtina me. Ji wê derê nas dikim. Piştre li çapemeniyê hatibû wezîfedarkirin. Dema li Ewropayê bûm di çapemeniyê de têkiliya me hebû. Hevaleke ku ji nêz ve nas dikim. Bi rastî jî hevaleke zane bû, xwedî hestên xurt ên welatparêziyê bû. Bi vî rengî rastiya Rêbertî, Tevger rast fêhm kiribû. Dema hat girtîgehê hîn tam profesyonel tevlî nebû bû. Hîn li zanîngehê bû. Wê demê jî di nava tevlîbûneke çalak de bû. Ya rast tevlî bûbû lê belê wê demê hîn li zanîngehê karekî xwe hebû. Piştre di çapemeniyê de bi berpirsyariyê rabû. Di nava çapemeniyê de bi rastî jî wezîfeyên gelekî girîng pêk anî. Di salên 1990'î de ku tevgera me bi pêş ket, rola çapemeniyê pir girîng bû. Ragihandina têkoşîna me ji aliyê çapemeniyê ve bi rastî jî tevkariyên girîng li têkoşîna me dikir. Di vê mijarê de hevrê Gûrbetellî bi roleke gelekî girîng rabû. Ji vî alî ve hîmê çapemeniya me danî, ruhê çapemeniya me diyar kir, nêrîna wê destnîşan kir. Gûrbetellî Ersoz ji ber vê yekê pêşenga çapemeniya azad e. Ji xwe Akademiya me ya Çapemeniyê Akademiya Gûrbetellî Ersoz e. Karên çapemeniyê, perwerde, akademiya çapemeniyê bi navê hevala Gûrbetellî tê kirin. Di nava têkoşîna me de xwedî cih û sekneke girîng e. Hat çiyê, me li çiyê jî hevdîtin kir. Li çiyê jî tevlîbûna wê bi rastî jî gelekî bi dilxwazî û cewherî bû. Ji çapemeniyê tevlîbûna bi zanebûn a hevalekê li nava refên gerîla, ji aliyê rêxistinkirin, perwerde û têkoşîna gerîla ve sekneke gelekî girîng bû. Lewma bi minet û hurmet bi bîr tînim. Nagîhan Akarsel jî kedkareke girîng a çapemeniyê bû, xwedî hêzeke fikrî bû. Weke ku tê zanîn ew li Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Gelek sûcên dewleta Tirk ên bi vî rengî hene. Gelek hevrêyên me qetil kiriye. Bi taybetî xebatkarên me yên çapemeniyê qetil kiriye. Bi rastî jî li Silêmaniyeyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê gelek hevalên me yên ku karê çapemeniyê dimeşandin bi êrişên hewayî yên dewleta Tirk, bi êrişên SÎHA hatin qetilkirin. Wan hemûyan bi minet û hurmet bi bîr tînim. Hevala Nagîhan Akarsel jî hem kedkara çapemeniyê bû hem jî tevkariyên gelekî girîng ji zanista azadiyê ya jinê li Jineolojiyê kir. Yek ji pêşengên zanista azadiyê ya jinê ye. Ji ber zanista azadiyê ya jinê dayika zanistan e. Dayika zanista civakî ye. Heta ku zanista azadiyê ya jinê neyê fêhmkirin, zanista civakî rast nayê fêhmkirin, zanista civakî nikare rast bê nirxandin. Lewma tevkariya van hevalan li jineolojiyê, li zanista jinê bi rastî jî gelekî mezin bû. Wê jî bi minet û hurmet bi bîr tînim. Sekna hevrêya me Bêrîtan jî pir pir girîng e. Sembola sekna azadiyê ya jinê ye. Ji xwe Rêberê me kesayet û nasnameya kadroyên tevgera me weke nasname û kesayeta Bêrîtan û Kemal Pîr pênase kir. Destnîşan kir ku sekna wan xeta PKK'ê ye, xeta azadiyê ye. Ev pir pir girîng e. Ji ber ku xeta azadiyê ya jinê taybetmendiya cuda û sereke ya tevgera me ye. Taybetmendiya wê ya herî bingehîn e. Ya ku hemû aliyên tevgera me bi wate dike, xeta azadiyê ya jinê ye. Di vê mijarê de jî hevrê Bêrîtan pêşengî kir. Tevkariyên gelekî mezin li xeta azadiyê ya jinê kir. Sekna azadiyê ya jinê, sekna jinê divê çawa be, di her kêliya jiyana xwe de ev nîşan da. Wê jî bi minet û hurmet bi bîr tînim.

Di salvegera 28'emîn de hemû welat, kesên tevlî vê komployê bûn bi tundî şermezar dikim. Bi rêya vê komployê li dijî mirovahiyê sûc kirin, sûcekî gelekî mezin kirin. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Ev komplo çima hate kirin? Çima li dijî Rêber Apo hate kirin? Ev ne tenê hedefa dewleta Tirk bû, ji xwe di 15'ê Sibatê de piştî ku Rêber Apo hate teslîmkirin Bulent Ecevît got, 'Çima teslîmî me kir, min fêhm nekir'. Ji ber vê yekê bi esasî yên ku komploya navneteweyî kirin Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîl e. Wan kirin. Wan ev komplo pêk anîn. Bêguman Ewropa jî bû şirîk, lê bi esasî DYE têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo dimeşe li dijî berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn xetere dît. Fikirîn ku têkoşîna me pêşî li berjewendiyên wan digire, komplo bi vî rengî xistin meriyetê. Divê ev rastî bê zanîn. Dewleta Tirk dem bi dem dibêje nizanim DYE piştgiriyê dide PKK'ê, filan cih nizanim piştgiriyê dide; mirovan ewqasî nezan dihesibînin. Komploya li hemberî Rêber Apo li hemberî tevgera me bi pêşengiya DYE'yê hate kirin. Îsraîl jî di nava vê de bû, Ewropa jî di nav de bû, Rûsya jî tevlî wê kirin, Yewnanistan bi kar anîn û li hemberî Rêber Apo komployek dan destpêkirin, di 15'ê Sibatê de jî bi encam kirin. Rêber Apo dixwest li Rojhilata Navîn pergaleke nû ava bike. Rojhilata Navîn erdnîgariyeke welê bû ku gelên wê li ber hev dihate rakirin, şerê etnîkî û mezhebî lê hatibû sorkirin. Rêber Apo dixwest vê Rojhilata Navîn biguherîne. Li Rojhilata Navîn polîtîkayeke çareseriyê dimeşand ku xwe dispart yekîtiya gelan. Digot, neçareserkirina pirsgirêka Kurd zerarê dide tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwest li Rojhilata Navîn li ser esasê xwişk û biratiya gelan pergaleke nû ava bike. Vê pergalê wê pergala DYE'yê ya xwe dispart nokeriyê bihejanda. Ji ber ku polîtîkaya ku tevgera me dimeşand, çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk wê zemîna nokeriyê lawaz bikira ku DYE, hêzên derve xwe disparte wê. Bi peymana Lozanê ya sala 1924'an re Kurdistan bi çar parçeyan hate parçekirin. Berê 2 parçe bû, bi Mûsilê re kirin çar parçe. Ev pergaleke welê bû ku di ser Kurdan re dixwest li Rojhilata Navîn şerê berjewendiyan biafirîne, hemû welatan bi xwe ve girê bidin. Bi tirsa Kurdan Tirkiyeyê xwe bi hêzên derve ve girê dida, Iraqê xwe bi filan hêzê ve girê dida, Sûriyeyê ji ber tirsa Kurdan, Îranê ji ber tirsa Kurdan bi rastî jî hevkarî dikir. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn bûbû astengî. Rêber Apo dixwest vê çareser bike. Li ser bingeha azadiya gelê Kurd û demokrasiyê vê yekê çareser bike. Rêber Apo dema ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşiya di çarçoveya dijminatiya li gelên herêmê de têkoşîn nedimeşand. Berevajî Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran jî di nav de dixwest tevahiya gelên herêmê ji vê astengiyê rizgar bibin. Ji ber vê yekê Rêber Apo hate hedefkirin, tevgera me hate hedefkirin. Ji ber ku bi rastî jî têkoşîna me bi pêş diket, hîn jî bi pêş ve diçû, bi vê pêşketinê re wê li Rojhilata Navîn pergaleke nû biafiriya. Hîmên nokeriyê wê lawaz bûna. Vê yekê wê serweriya hêzên navneteweyî ya li herêmê bihejanda. Ji ber vê yekê komplo hate kirin. Beriya her tiştî divê ev yek bê zanîn. Bêguman li hemberî vê komplçoyê me bi gelê xwe re têkoşîneke mezin meşand. Armanca komployê ew bû ku bi dîlgirtina Rêberê me re tevgera me tasfiye bike. Gel ji Rêbertî qut bike, tevgerê ji Rêbertî qut bike, têkoşînê tasfiye bike, armanc ev bû. Lê belê em jî gelê me jî xwedî li Rêberê xwe derket. Li ser bingeha azadiya Rêberê xwe me têkoşîn meşand. Li ser bingeha perspektîfên Rêbertî me ev têkoşîn dewam kir. Ji ber ku Rêberê me Rêbertiyeke welê bû ku ev têkoşîn bi pêş ve bir, jiyana demokratîk û azad a gelê me afirand. Gelê me jî baş bi vê zanî bû, em jî ji ber ku me Rêberê gelekî baş nas dikir, me li hemberî polîtîkaya komploya navneteweyî ya sînordarkirina tevgera me ya bi dîlgirtina Rêbertî re bi polîtîkayeke rast, bi xwedîderketina li Rêberê xwe, bi analîzkirina rast a komployê têkoşîn meşand.

Divê ji niha û pê ve nêzîkatiyeke çawa li komployê bê nîşandan? Ev komplo ji aliyê armancên xwe ve di asteke girîng de hate pûçkirin. Lê belê Rêberê me hîn jî dîlgirtî ye. Belê armancên -komployê pêk nehat, di vê mijarê de teqez serneketinek heye. Me kir ku komplo bi ser nekeve, lê belê ji ber ku Rêber Apo hîn dîlgirtî ye bêguman têkoşîna li dijî komployê divê îro ji bo azadiya Rêber Apo be. Dema ku azadiya Rêber Apo pêk hat, wê komplo tam bê pûçkirin. Me heta îro ji bo vê têkoşîn meşand, ji niha û pê ve jî em ê vê têkoşînê bimeşînin. Têkoşîna li hemberî komployê divê bibe têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî. Gelê Kurd jî dostên me jî divê berê xwe bidin azadiya Rêberê me, ji bo azadiya Rêberê me bixebitin.

Li aliyê din hişmendiya komployê gelekî girîng e. Têgihiştina vê komployê wê were wateya fêhmkirina pirsgirêka Kurd, rastiya Kurd, têkoşîna rast. Bi fêhmkirina komployê em ê bigihêjin encamên gelekî girîng, ji aliyê têkoşîna me ve em ê bigihêjin nirxandinên gelekî girîng. Li ser vê bingehê em dikarin hem komployê lawaz bikin hem jî têkoşînê bi pêş ve bibin. Lewma fêhmkirina komployê pir pir girîng e. Heta ku komploya navneteweyî ya li hemberî gelê Kurd rast neyê fêhmkirin, gelê Kurd nikare têkoşîneke rast a azadiyê bimeşîne. Ji ber vê yekê ji bo fêhmkirina vê komployê em her tim hewl didin, nirxandinan dikin. Rêber Apo di mijara komployê de timî nirxandin kir û tevger û gelê me ronî kir. Em zanin bê ev komplo çi ye, armanca komplogeran çi ye. Îro jî nêzîkatiya komploger dewam dike. Bi taybetî bi paradîgmaya nû ya Rêber Apo re têkoşîna tevgera me komploya navneteweyî ya 1998'an hate bêbandorkirin, lê belê niha jî ji bo tasfiyekirina tevgera me û bêbandorkirina Rêberê me komplo niha jî di rojevê de ye. Zîhniyetê komploger hîn jî dewam dike. Ji ber ku zîhniyeta komploger çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo li hemberî berjerwendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn xetere dibîne. Ne tenê gelê Kurd divê gelên Rojhilata Navîn hemû vê bibîne. Gelên Rojhilata Navîn divê wateya êrişên hêzên komploger û hêzên cuda yên li hemberî me rast bibîne, fêhm bike. Ev êriş ne tenê li dijî me, ne tenê li dijî gelê Kurd e. Li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn e, êrişa li hemberî hemû hêzên demokrasî û azadiyê yên li Rojhilata Navîn e. Bi vê yekê re divê rola xwe ya li hemberî komployê bibînin û bilîzin. Ji ber ku komploya li hemberî tevgera me komploya li dijî tevahiya Rojhilata Navîn e.

* Bi komploya navneteweyî re di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate xwestin ku gelek ji ser dîrokê bê jêbirin. Lê belê em îro di nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Ji asta herî bilind a xeteriyê çawa gihîşt vê astê?

Belê, gelekî rast e. Dihate xwestin ku tevgera me ji holê bê rakirin, Rêbertî bê tasfiyekirin. Hate xwestin ku hêz û îradeya herî xurt a Kurdan ji holê bê rakirin. Lê belê bi têkoşîna 28 salan, bi têkoşîna bi pêşengiya Rêbertî ne tenê Rêbertî bi xwe mezin bû, Rêbertî niha Rêbertiyê mezin, Rêberê mirovahiyê ye, ew Rêbertî ye ku banga rizgariyê ya mirovahiyê danî holê, tevgera me jî mezin bû. Tevgera me gihîşt wê astê ku gelekî bi bandor bibe. Li çar parçeyên Kurdistanê bi bandor bû, li Rojhilata Navîn veguherî hêzeke gelekî xurt. Li gel hemû êrişan jî ev hêza xwe parast. Di heman demê de hebûna Kurdan di nava van 28 salan de bandora xwe hîn bêhtir nîşan da. Asta heyî ya hebûna Kurdan radixe pêş çavan bê têkoşîna li dijî komployê çiqasî bi xurtî hate meşandin. Niha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê meşandin, Rêber Apo pêşengiyê ji vê re dike. Bêguman niha jî xeterî hene. Hîn xeterî neqediya ye. Lê belê divê ev bê gotin. Hebûn, hêz û bandora Kurdan, hêza wan a têkoşîna li dijî xeteriyan mezin bûye. Dema ku bi hêza rêxistinî ya Kurdan a li her deverê têkoşîn bê meşandin, her cûre xeterî dikare ji holê bê rakirin. Rêbertî dibêje, hêzeke xurt a 60 milyon Kurdî heye. Hêzeke Kurd heye ku divê êdî her kes li ber çavan bigire. Komploya navneteweyî wê tevgera me tasfiye bikira, Rêberê me tasfiye bikira bi vî rengî di şexsê tevgera me û Rêberê me de wê îradeya Kurdan bişikesta. Eger em îro qala wê dikin ku 60 milyon Kurd li Rojhilata Navîn bi bandor e, ya ku ev kir Rêber Apo ye û tevgera azadiyê ya Kurd re ku Rêber Apo pêşengiyê jê re dike. Her kesên xwedî wijdan û bi namûs dikare bi vî rengî binirxîne. Eger li çar parçeyên Kurdistanê Kurd zindî û çalak be, têkoşîna azadiyê ya tevgera me xwedî roleke diyarker e. Divê ev yek bê dîtin. Girîng e her kes vê bibîne. Heta ku ev rastî neyê dîtin, kes nikare polîtîkayeke rast a têkildarî Kurdan bimeşîne, nikare stratejiya rast a Kurd bimeşîne, nikare têkoşîneke bi bandor bimeşîne. Girîng e ev bi rastî jî bê dîtin. Ji vî alî ve xeterî dewam dikin, ji ber ku li Rojhilata Navîn hîn jî ferasetên serweriyê yên xwe dispêrin qirkirina Kurdan nehatine terikandin. Zîhniyet ji vî alî ve tam neguheriye. Belê hebûna Kurdan xwe daye qebûlkirin, lê belê hîn jî hêzên li ser Kurdan serweriyê dimeşînin, hêzên paşverû yên li herêmê êrişî hebûna Kurdan dikin. Ji bo hebûna Kurdan bê bandor bikin hîn jî hewl didin. Rewşeke bi vî rengî heye, divê bê tespîtkirin. Lê hêzeke welê ya Kurdan derkete holê, hebûneke Kurdan di encama têkoşîna bi dehan salan de derkete holê; eger polîtîkayeke rast bê meşandin, têkoşîneke rêxistinbûyî bê meşandin, dema ku ev rastî hate birêxistinkirin teqez gelê Kurd wê li her derê bigihêje jiyana azad û demokratîk.

* Di 10'ê Tebaxê li Meclîsa Tirkiyeyê qanûna çarçoveyê derket. Raya giştî li bendê bû ku pêvajo bi lez bimeşe, lê bi rengekî giran tê meşandin. Gelek derdoran işaret bi vekirina meclîsê dikirin û meclîs jî vebû. Bi vebûna meclîsê re hûn li bendê ne ku pêvajo bi lez bibe?

Bi rastî jî piştî qanûna 10'ê Tebaxê diviyabû pêşketin çêbibûya. Bendewariya tevahiya civakê ew bû. Heta qanûna 10'ê Tebaxê nirxandin, muzakere, nîqaş bû. Piştî 10'ê Tebaxê diviyabû derbasî pratîkî bibûya. Aliyekî girîng ê vê meclîs bû. Lê belê ji 10'ê Tebaxê û vir ve li gel ku 2 meh derbas bûn, bi rastî jî pêşketineke girîng çênebû. Me berpirsyariyên xwe bi cih anîn, em dikin. Bi rastî jî li cîhanê, li deverên ku pirsgirêkên bi vî rengî heye me gavên ku ti hêzê neavêtiye, avêt. Raya giştî bi vê zane. Û em gavavêtinên bi vî rengî dewam jî dikin. Me ragihand ku li hemberî Tirkiyeyê dawî li têkoşîna çekdarî anîne. Me hemû pêwîstiyên vê bi cih anîn. Niha kesek li Tirkiyeyê nikare bibêje ku PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî me gefek e. Ji bo jiholêrakirina gotinên bi vî rengî me her cûre gav avêt. Lewma gav timî yekalî bû. Dewleta Tirk kîjan gav avêt? Ji bilî hevdîtinên dem bi dem ên bi Rêbertî re gavek ku hatibe avêtin heye? Belê li meclîsê komîsyonek ava bû, rapor pêşkêş kir, qanûn derket, lê belê ev hemû li ser kaxizê ma, ti encam nîne. Me bi rastî jî berpirsyariya xwe bi cih anîn. Ji bo jiholêrakirina hemû xeteriyên li ser Tirkiyeyê me hemû gav avêt, êdî nikarin gotinên welê bilêv bikin. Ji bo dewleta Tirk ti hincet nemaye ku gavê neavêje. Lê belê nabe, hîn jî nake. Bêguman diviyabû Meclîsê qanûnên azadiyê derxistibûya. Wê çawa bi pêş ve biçe, ev pirsgirêk wê çawa çareser bibe? Ma bi vî rengî dibe? Bi qanûn, hiqûq û feraseta siyasî ya berê pêşketin çêdibe? Rewşeke welê ya ku hiqûq û feraseta siyasî ya berê ji holê radike derket holê? Ji xwe ji ber qanûnên berê ev pirsgirêk derket holê. Ji ber ku qanûnên heyî pirsgirêk çareser nekir, şerê bi dehan salan destpê kir. Niha wê qanûnên berê neguhere, mejiyê berê neguhere, feraset wê neguhere, wê çawa bibe? Ev pirsgirêk wê çawa çareser bibe? Lewma divê qanûnên azadiyê derkevin. Qanûnên ji bo siyaseta demokratîk derketiye? Derfetên ji bo siyaseta demokratîk û azad hene? Derfetên vê hatin afirandin? Hîn jî girtin hene, muxalefet tê girtin, qeyûm hene, hewl tê dayin ku muxalefet bi temamî ji holê bê rakirin. Wê çawa bibe? Ma ne divê qanûnên siyaset, têkoşîna demokratîk derkevin? Hîn qeyûm hene. Bi rastî jî divê Meclîs êdî bikeve nava liv û tevgerê. Meclîs tenê desthilatdarî ye? Tenê AKP, MHP ye? Partiyên din jî hene. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye, ne pirsgirêka partiyekê ye. Muxalefet gilî dike. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavê biavêje, di vê mijarê de têbikoşe. Ma pêwîst nake ku di vê mijarê de tiştekî bike muxalefet? Tenê bi rexnekirina desthilatdariyê nabe. Dibêje desthilatdarî bi filan rengî nêzî nizanim kîjan pirsgirêkê dibe. Belê dibe ku welê nêzîk dibe. Eger desthilatdarî bi rengekî rast nêzîk nabe wê demê divê muxalefet rast nêzîk bibe. Ji bo derketina qanûnên demokatîkbûnê wê zextê bike, hîn bêhtir bi berpirsyariyê rabe. Belê qala demokrasiyê kirin, lê belê ev divê bi şênberî bê destnîşankirin. Dema ku qanûn derket gotin, pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe. Wê demê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bila gavê biavêjin, helwestê nîşan bidin. Demokratîkbûn wekî din nabe. Bi vî rengî nabe; AKP çi dike, tevgera azadiyê ya Kurd çi dike? Ev nêzîkatî jî şaş e. Hêzên demokratîk, azadiyê, gelê Kurd, kedkar, jin têkildarî vê pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ne berpirsyar in? Ji ber ku ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin hemû zor û zehmetiyê nakişînin? Pirsgirêka jinan, kedkaran, hêzên çep hemû ne ji ber pirsgirêka Kurd e? Wê demê divê her kes bi berpirsyariyê rabe. Divê her kes tevlî vê têkoşînê bibe. Ji bo derketina qanûnên demokratîkbûn û azadiyê têbikoşin. Na, tenê desthilatdarî bi filan rengî ye; temam me jî karê desthilatdariyê timî rexne kir. Me polîtîkaya wê ya têkildarî muxalefetê rexne kir. Hem wê pirsgirêka ewçend mezin bê çareserkirin, hem jî wê piraniya civaka Tirkiyeyê neyê qezençkirin. Tiştekî welê dibe? Peydakirina piştgiriya civakî wezîfeya bingehîn a dilxwazên çareseriya vê pirsgirêkê ye. Lewma nêzîkatiya li muxalefetê bêguman piştgiriya civakî teng dike, fikaran çêdike. Ev dikarin bêne rexnekirin. Lê belê, ma wê xwe berpirsyar nebîne? Muxalefet, hêzên demokratîk, hêzên çep û kedkar wê bi berpirsyariyê rabin. Bêguman qanûn derket, piştî qanûnê bêguman diviyabû dewletê gav biavêta. Diviyabû bersiv bida gavên me. Dibêjin wê dest ji çekan berdin û vegerin. Wê çawa vegerin?Qanûnek nîne. Wê bikeve vê atmosfera siyasî, hiqûqî? Ma pêwîstî pê nîne ku ev bê guhertin? Ma ne pêwîste ku di vê mijarê de qanûnên teşwîqkirinê bêne derxistin? Lê belê di vê mijarê de hişkbûnek heye. Weke ku desthilatdarî jî hesabê hilbijartinê dike. Belê muxalefet jî dibêje hesabê hilbijartinê lê belê, bi nêrîneke berevajî lê dinihêrin. Nizanim dibêjin bi tevgera azadiyê re, bi Rêber Apo re ji bo hilbijartinê... Tiştekî welê nîne. Beriya her hilbijartinê ev gotin. Şerm bikin êdî. Derket holê ku tiştên ku hûn beriya her hilbijartinê dibêjin derew e. Wê demê em ê bibêjin, ma we ev yek ji xwe re kirine polîtîkayek? Wê demê ew taktîkek e. Ma welê dibe? Belê dibe ku hesabê hilbijartinê yê desthilatdariyê hebe, ji ber wê gavê neavêje; belê cihê fikaran e. Hin derdor dibêje; dereng dixîne. Hinek dibêjin, dixwaze dema wê bigihînin hilbijartinê. Bi rastî jî feraseteke rast a siyasî nîne ku ev mijar bi hilbijartinê ve bê girêdan. Partiyên ku dixwazin Tirkiyeyê bi rê ve bibin, partiyên ku ji Tirkiyeyê hez dikin ma dikarin tiştekî bi vî rengî bike? Ev zerarê dide dewletê, ma dewlet wê zerarê ji vê nebîne? Ev neçareserî, neavêtina gavê di dema xwe de wê çi bi xwe re bîne nayê zanîn. Her kes zane bê Rojhilata Navîn cîhaneke çawa ye. Kes nizane bê li Rojhilata Navîn çi kengî biqewime. Ma dewleta Tirk dikare lîstikeke bi vî rengî bilîze? Eger dewleta Tirk an jî desthilatdarî bi lîstikeke bi vî rengî dilîze, eger vî karî ji bo hilbijartinê, taktîkê yan jî mijûlkirinê dike bi rastî jî wê bê wê wateyê ku ti ders ji sed salî dernexistiye. Yanî bi heman rêbazan dixwaze dewam bike. Bi rastî jî di vê mijarê de nêzîkatiyên şaş hene. Belê pêvajoyek heye, Rêbertî dixwaze bi pêş ve bibe, em jî di vê mijarê de hewl didin berpirsyariyên xwe bi cih bînin lê belê dewlet di vê mijarê de yên pêwîst nake. Bakur, Tirkiye li aliyekî nêzîkatiyên li parçeyên din ên Kurdistanê rast nîne. Hîn jî bi fobiya xwe ya Kurdan nêzîk dibe. Li şûna ku Kurdan weke gelekî xwişk-bira bibîne, li şûna ku têkiliya bi Kurdan re weke têkiliyeke wê mezin bike bibîne hîn jî hewl dide mafên Kurdan ên li filan cihî bêvan cihî asteng bike. Nêzîkatiyên bi vî rengî têne dîtin. Bêguman divê ev jî bêne terikandin. Qanûn derket, ewqasî bendewarî heye, lê belê gaveke cidî nîne. Meclîs çi dike? Wê kîjan gavan biavêje? Belê divê Meclîs gavan biavêje. Komîsyona meclîsê rapor amade kiribû, di wê raporê de nêzîkatiyeke welê hebû ku dixwest, gelek gav bêne avêtin. Lê belê berê jî gelek raporên bi vî rengî hatibûn amadekirin û bê encam mabûn, niha ew rapor jî wê bi vî rengî bimîne? Di vê mijarê de divê dewleta Tirk bikeve nava nêzîkatiyeke welê ku ji tevahiya raya giştî re nîşan bide ku gelekî cidî ye. Çend roj berê Serokkomar dibêje, 'Eger gav bêne avêtin em ê jî biavêjin'. Me gav ji xwe avêtiye. Bi gavên xwe me hemû xeteriyên ku bi dewleta Tirk re şer biafirîne ji holê rakiriye. Gavên ku gavavêtinê teşwîq bikin me ew gav avêtin. Lewma pêwîstî bi nêzîkatiyeke hîn cidî ya li pirsgirêkê heye.

* Desteya ku di bin sîwana Meclîsê de hate avakirin çend roj berê li hev civiya. Tê gotin ku di vê civînê de plansaziya hin karan hatiye kirin. We encamên vê civînê çawa dîtin?

Belê civînek lidar xistin. Piştre civîneke din jî çêbû. Gotin wê deste bixebitin. Ka? Ka karkirina desteyan? Kîjan deste xebitî? Me hîn nedît ku desteyek xebitî ye. Me nedît ku desteyek ji bo pêşvebirina pêvajoyê xebitî ye. Ya şopandinê ya meclîsê li ku ye? Hîn nîne. Ya herî girîng jî Desteya Aştî û Siyasîbûnê bû. Desteya Aştî û Siyasîbûnê bû ku Rêbertî koordînatorî jê re bikira. Ev deste çima naxebite? Di rewşa Rêbertî de kîjan guhertin heye? Ji bilî pêkhatina çend hevdîtinan. Di hevdîtinên berê de soz hate dayin. Desteyeke bi vî rengî wê bê avakirin, Rêbertî wê bi filan derdoran re hevdîtinê bike, wê filan kes biçin gel wî. Pirsgirêkek heye, wê bê çareserkirin. Kî wê vê pirsgirêkê çareser bike? Hûn ji Rêber Apo re dibêjin lîderê rêxistinê. Rêber Apo berpirsyarê vî karî ye, bi înîsiyatîfê rabûye. Rol ji Rêbertî tê hêvîkirin, lê belê derfet jê re nayê dayin. Rêbertî berê ev yek bi vî rengî dinirxand, di dema 2012, 2013'an de. Digot, 'hawizekî vala heye, ji min re dibêjin tê de avjeniyê bike'. Divê Rêbertî bi rolê rabe. Heta ku Rêbertî bi rolê ranebe, kî wê çi bike? Divê vê tevgerê nas bikin. Heta ku Rêbertî rolê negire ev tevger nikare ti gavê biavêje. Rêbertî wê nikaribe bi rengekî azad bijî û bixebite, wê nikaribe weke koordînatorê Desteya Aştî û Siyasîbûnê bixebite, wê nikaribe bi çapemenî, rewşenbîr û derdorên cuda yên siyasî re hevdîtinê bike lê belê wê ji me filan tişt bê hêvîkirin. Bi vî rengî nabe. Nêzîkatiya li Rêbertî divê rast be. Eger tê xwestin ku ev pêvajo bi rastî jî bê pêşvebirin, bê biserxistin divê Rêbertî xwedî rol be. Divê raya giştî, çapemenî dengê Rêbertî bibihîze. Her roj her kes bi navê Rêbertî tiştekî dibêje. Divê Rêbertî karibe ji gelê Tirkiyeyê re biaxive, ji hêzên siyasî yên Tirkiyeyê re biaxive, ji gel, çapemenî û cîhanê re biaxive. Çima ev gav avêt, çima bi înîsiyatîfê vê têkoşînê dimeşîne; divê van dîne holê. Belê Rêberê me ye. Lê belê hevdîtinên bi Rêberê me re kêm e. Lewma divê ev rewş biguhere. Qanûn derket, di qanûnê de dibêje filan deste wê hebe. Herî dawî kom bûn, gotin, deste hatin avakirin. Ka, li ku ye? Çi karî dikin? Kîjan karî dikin? Ev kar bi ewqasî veşartî nabe. Belê hin tişt dikare li raya giştî belav nebe, lê belê divê kar vekirî bin. Divê deste karibin bi eşkere bixebitin. Divê ji raya giştî re pêşkêş bikin bê çi dikin? Rêber Apo jî divê karê desteya xwe pêşkêş bike, komîsyona şopandinê ya meclîsê karê xwe pêşkêş bike. Bi vî rengî divê hinekî şefaf be. Naxwe wê piştgiriya raya giştî çawa werbigire? Civak wê çawa piştgiriyê bide? Yan jî, em ê çawa baweriya xwe pê bînin? Wê karê veşartî bêne kirin. Ma bi vî rengî dibe? Em jî dixwazin ku pêşketin eşkere bin, pêşketin vekirî bin. Hin nîqaş têne kirin, li nava raya giştî belav nabe, dibe. Lê belê ev divê sînordar be. Lê divê raya giştî karibe pêvajoyê bişopîne, zanibe. Divê rewşa Rêber Apo bê guhertin, teqez. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke gelekî mezin e, pirsgirêka sed salî ye. Aliyê vê pirsgirêkê Rêber Apo ye. Gelê Kurd û me got, muzakerevanê me yê sereke ye. Wê demê divê mercên karkirinê yên muzakerevanê sereke bê guhertin, bi lez divê bê guhertin. Lewma nêzîkatiyên têne nîşandan şaş e. Em careke din destnîşan bikin; tiştên ku me yê bikira, me kir. Divê wate û qîmetê karê me kiriye bê zanîn. Eger qîmet û wateya gavên me avêtine neyê zanîn wê demê em ê çi bibêjin, em ê çi bikin? Em ê çawa nêzîk bibin? Eger qîmetê gavên me nayê zanîn, em ê vê çawa binirxînin? Ez ewqasî dibêjim.

* Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk a li Londonê re peyamek şand. Di vê peyamê de nirxandineke balkêş bi vî rengî bû; Eger komar demokratîk nebe, entegrasyona demokratîk jî pêk nayê. Ev yek divê çawa pêk were?

Em dibêjin entegrasyona demokratîk. Belê entegrasyon, yekbûn e. Lê belê çawa? Yekbûna du tiştan. Yekbûna gelê Kurd bi dewletê, bi gelê Tirkiyeyê re. Li ser kîjan bingehê? Li ser bingeha demokratîkbûnê. Wê li ser bingeha demokratîk be. Ev tê çi wateyê? Li ser bingeha qebûlkirina mafên bingehîn ên gelê Kurd e. Em dibêjin entegrasyona demokratîk. Belê aliyekî xwe entegrasyon e, aliyê xwe yê din jî demokratîk e. Demokratîk nebe, entegrasyon nabe. Beriya her tiştî şert e ku demokrasiya xwecihî hebe. Divê hemû astengiyên li ser, li pêşiya ziman, çand, nasnameya Kurdan bêne rakirin. Entegrasyona demokratîk demokratîkbûna komarê ye. Weke hinek dibêjin, entegrasyona demokratîk qebûlnekirina hiqûq û mafê Kurdan e; tiştekî welê nîne. Em vê ne tenê ji bo Kurdan dixwazin. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan dixwaze. Em nikarin tenê ji bo xwe daxwaza demokrasiyê bikin. Demokrasî ne tiştekî bi vî rengî ye. Daxwaza demokratîkbûnê tê wateya daxwaza ji bo her kesî. Rêbertî ev yek bi eşkere danî holê. Daxwaza ji bo Elewiyan e, ji bo jinan, kedkaran e. Ji bo ekolojiyê ye. Ev eşkere ye. Entegrasyon ne lihevkirina tenê di navbera Kurdan û dewletê ye. Civak hemû wê sûdê ji vê werbigirin, ji bo hemû civakan pêwîstî bi entegrasyona demokratîk heye. Ji bo Elewiyan, ji bo azadiya baweriyê ya Elewiyan jî pêwîst e. Divê mafên wan ên demokratîk bêne qebûlkirin. Entegrasyona demokratîk ev e. Navendîparêz, serweriya li her tiştî nîne. Entegrasyoneke welê nîne. Entegrasyon qebûlkirina polîtîkayên heta niha yên dewleta Tirk nîne. Kî bi vî rengî fêhm dike, şaş fêhm dike. Em ne tevgereke bi vî rengî ye. Mebesta entegrasyona demokratîk a Rêbertî jî ew nîne. Her kes wê bi vê zanibe. Ne tenê ji bo Kurdan e. Ji bo kedkaran, jinan, Elewiyan ji bo hemû civakên etnîk û olî yên bindest e. Hemû wê di nava vê demokratîkbûnê de bin. Demokratîkbûn tiştekî girêdayî kes an jî komekê ye? Demokratîkbûn bi vî rengî tê fêhmkirin? Ya jî demokratîkbûn gotineke ji rêzê ye? Ya ku em jê fêhm dikin, demokrasî û demokratîkbûn ji bo hemû civaka derbas dibe. Belê demokratîkbûn komarê ye, Tirkiyeya demokratîk e. Divê teqez bi vî rengî bê fêhmkirin. Fêhmkirina ji bilî vê nerast e, divê her kes bi vê zanibe. Pêwîstî bi demagojiyê nîne. Belê, ev çareseriyeke ne bi şer e. Çareseriya bêyî şer ji bo Tirkiyeyê jî ji bo me jî pêwîstî ye. Çareseriya rast ev e, çareseriya bêyî şer e. Avakirina netewe dewleteke cuda çareserî nîne. Me dest ji vê berdan. Entegrasyona demokratîk destberdana ji dewletê ye lê belê nayê wateya destberdana ji mafên bingehîn, demokratîk ên Kurdan. Divê kes welê fêhm neke. Yan jî entegrasyon nayê wateya; yek wê biçe li filan cihî bibe karmend, bibe wezîfedarekî dewletê. Demokrasî ne tiştekî welê ye, entegrasyona demokratîk ew nîne. Entegrasyon bi şexsan re nayê kirin, bi civakê re tê kirin, peymanek e. Lihevkirinek bi civakê re ye. Naskirina mafên bingehîn ên civakê ye. Naskirina demokrasiya xwecihî ye. Ev ji bo Tirkiyeyê jî bi vî rengî ye, ji bo Rojava jî, ji bo parçeyên din ên Kurdistanê bi vî rengî ye. Entegrasyona demokratîk ne ew e ku yekê rabe li cihekî biaxive, yekê bi berpirsyariyekê rabe, yekê bibe karmend an jî rayedarekî hikumetê. Ev entegrasyona demokratîk nîne. Mafên civakê li ser bingeha demokratîk tê naskirin? Demokrasiya xwecihî heye? Entegrasyon ew e. Lewma divê li her derê, li her parçeyên Kurdistanê entegrasyon rast bê fêhmkirin. Kar û kiryarên li derveyî vê entgrasyon nîne. Ew çi ye? Dewamkirina polîtîkayên berê, dewamkirina serweriya li dijî Kurdan e. Li Rojava ji bo zimanê dayikê qala 3 saetan tê kirin. Ma tiştekî welê dibe? Nabe. Gelê Kurd qebûl nake, em wê helwesta gelê Kurd tam destek dikin. Ew helwest divê dewam bike, divê tawîz ji wê helwestê neyê dayin. Her kesên ji wê helwestê tawîzê bide wê bikeve bin berpirsyariya dîrokî. Zêdeyî 10 sal in perwerde dîtiye, niha wê bê gotin 'Tu yê dest ji Kurdî berde, hînî Erebî bibe'. Tiştekî bi vî rengî dibe? Entegrasyona demokratîk divê bi giştî rast bê fêhmkirin.

* We gelek caran nirxandin ku şerê li hemberî Kurdan li Tirkiyeyê gelek tişt rizandiye. Di vê demê de li qada aboriyê rizandinek eşkere bû ku desthilatdariya AKP'ê jî di nav de ye. Eşkere dibe ku pereyê gel ji aliyê derdorên nêzî desthilatdariyê ve hatiye dizîn. Ev tê nîqaşkirin. Lê belê xemsariya li nava civakê ku pereyê wê bi xwe hatiye dizîn divê çawa bê nirxandin?

Sîstema kapîtalîst ji xwe tê wateya dizîna ji civakê. Tê wateya dizîna ked û nirxên civakê. Tiştekî din ji pergala kapîtalîst nikare bê hêvîkirin. Wekî din sîstema kapîtalîst ji hin aliyan ve bi rastî jî qirêj e, dema tengav dibe yekser dest datîne ser nirxên civakê. Bi rê û rêbazên cuda. Eger bê bîra mirovan, dema Ozal bû, demekê Banker derketin holê. Bankeran pereyê gel kom kir, kom kir piştre van bankeran hemûyan îflas kirin. Baş e, pere bi ku ve çûn? Ber bi bûrjûvaziyê ve hate herikandin. Yan jî ji ajanên şer ên dewletê re hate herikandin. Yanî daneheviya gel hate desteserkirin. Kapîtalîzm, dewlet bi vî rengî ne. Dema ku tengav dibin rê û rêbazên desteserkirina daneheviyên gel peyda dikin, didizin. Kapîtalîzm pergaleke diziyê ye. Dewlet jî pergaleke diziyê ye. Çi bû? Pereyê gel çû, qala 50 milyar dolarî tê kirin. Bi ku ve çûye? Nefiriya ye. Bi ku ve çû? Ya çû bêrîka dewlemendan, ya jî hin saziyên dewletê ew pere xerc kirin. Êdî li çi xerc kiribin. Tê nîqaşkirin; ev dewlet hilma her kesî hîs dike, kontrol dike, hewl dide bike. Diziyeke ewqasî mezin, desteserkirina nirxên gel, dikare nebîne? Agahiyê nagire? Agahiyê nagire bê di borsayê de çi digere? Ev pergal bi vî rengî ye. Di dema şer de ser wê dinixumandin, bi gotina 'Vatan, millet, sakarya', digotin şer, cihêkarî; kesî nikarîbû ji wan re tiştekî bibêje. Her tişt di binê wê de dihate kirin. Belê niha hinekî şer sekinî êdî bi gotina vatan, millet, sakarya, mayintiya dewletê nikarin her tiştî dinixumînin. Xuya ye ev mesele hinekî bi vî rengî derdikeve holê. Divê gel xwedî lê derkeve, gel vê bibîne; ev dizî ye, diziya sîstema kapîtalîst e. Her gava ku tengav dibe, pêwîstiya xwe bi sermaye û pere çêdibe çav berdidin daneheviya gel. Ya ji gel dixwaze zêrê xwe yê li binê balîfan derxîne, wan bi rengekî weke sermaye tevlî sîstemê dike. Xuya ye ev jî rêyek ji bo herikandina sermayeyê ji bo sîstemê bû.

* Rojeveke din a raya giştî ya Kurd vekişîna Emerîkayê ji Başûrê Kurdistanê bû. Bêguman fikarên cidî hene û ev jî heta radeyekê dikare bê fêhmkirin. Gelo tenê fikar têra parastina destketiyên li Başûr dike? Divê çi bê kirin?

Ev tê gotin; Emerîka ji filan cihî vekişiya, ji bêvan cihî vekişiya. Heval cîhan guherî, rê û rêbazên şer guherî. Hiştina leşkeran li cihekî ji bo Emerîkayê bi mesref e. Li aliyê din teknîk ewqasî bi pêş ket ku êdî bi yên li erdê şer nake. Bi hin endamên teknîkî, bi 50 kesî, bi 100 kesî bi wan re şer dikin. Ev ne vekişînek e. Ma mirov dikare bi vî rengî bifikire? Ev li aqlê şer, siyasetê tê? Li hemberî Îranê wê ewqasî şerekî giran bimeşîne, pirsgirêka bingehîn a niha ya DYE'yê wê Îran be lê wê baregehên xwe yên li ber Îranê rake? Pêwendiya vê yekê ne bi avêtina fuzeyên Îranê heye. Rê û rêbaza şer guherî. Êdî şer gelekî teknîkî bûye, hişê çêkirî tê bikaranîn. Vekişîn ne nirxandineke rast e. Niha tê nîqaşkirin bê rewşa Başûr wê çi bibe, wê bikeve xeteriyê yan na? Têkiliyên berê yên Başûr ji xwe dewam dike. Lê belê ev heye: Desthilatdariya li Başûr qels e. Desthilatdariyê ne demokratîk lawaz in. Nikarin piştgiriyê ji gel werbigirin. Nikarin yekîtiyê ava bikin. Çima nabin yek? Dema nebe yek bêguman hikumeta Başûr qels e. Eger bibêje illehî wê bi ya min be, navendî be, her herêm wê serî li ber min bitewîne, ez ê ji navendekê biryarê li ser her tiştî bidim; cîhaneke bi vî rengî nîne, ev cîhan derbas bûye. Ya ku Başûr xurt bike Hikumeta Yekîtiya Demokratîk e ku xwe bispêre demokrasiya xwecihî. Êdî feraseta netewe dewletê ya sedsala 19'an, sedsala 20'an li paş maye. Ew xurt nake. Belê Başûr niha bêhêz e. Ji ber ku xwe naspêre civakê heval. Yekbûn, yekîtî nîne. Çima nîne? Feraseta navendîparêziyê heye, demokrasiya xwecihî nas nake. Tam dixwaze serwer be, ev jî yekîtiyê bi xwe re nîne. Yekîtî bi feraseta demokrasiyê, bi feraseta demokrasiya xwecihî çêdibe. Bi vî rengî Başûr dikare bibe hêz. Rewşa Başûr wê çi be? Eger rewşa Başûr bi vî rengî be wê xwe garantî bike. Bila Başûreke bi vî rengî be, yekîtiya demokratîk hebe, demokrasiya xwecihî hebe, em ê jî piştgiriyê bidin desthilatdariyeke bi vî rengî, Kurd hemû wê piştgiriyê bide; kes wê nikaribe dest bi Başûr. Lê niha ne bi vî rengî ye, niha lawaz e. Yekîtî nîne. Feraseta demokratîk nîne. Feraseta navendîparêz heye. Feraseta berê, feraseta netewe dewletê ya sedsala 19'an, sedsala 20'an dewam dike. Bi vê yekê Kurd lawaz dimîne, Başûr lawaz dimîne. Rêya xurtkirina Başûr Hikumeta Yekîtiya Demokratîk e ku xwe dispêre demokrasiya xwecihî. Êdî demokrasî bêyî demokrasiya xwecihî nabe. Ya ku Yekîtiyê li Başûr pêk bîne ev e. Lewma rêya çareserkirina wan fikar û gumanan ev model e ku me destnîşan kir.

* Li dijî darvekirinên ku ji aliyê rejîma Îranê ve têne kirin bi beşdariya gelek derdoran kampanyayek hate destpêkirin. Girîngiya vê kampanyayê çi ye û dikare bandoreke çawa bike?

Ev polîtîkaya îdamê ya rejîma Îranê bi rastî jî li derveyî mirovahiyê ye. Ti mantiqê xwe nîne. Xwe dispêre feraseta beriya sed salî. Pavşerûtî ewqasî jî dibe? Ev Îranê xurt dike? Tiştekî welê nîne. Gel niha li dijî Îranê bi hêrs e. Hikumetek ku ewqasî darvekirinan dike lawaz e, piştgiriya civakî ya jê re lawaz e. Bi darvekirinên her roj tu gefê li gel dixwe, ditirsîne. Bi darvekirinê tu gel ditirsîne, piştre jî ev gel wê piştgiriyê bide te? Na. Bi zordariyê dewamkirina desthiladariyekê tê wateya xapandina xwe, tê wateya kêmkirina temenê wê. Lewma polîtîkaya Îranê şaş e. Bêguman divê gel helwestê nîşan bide, hêzên demokrasiyê helwestê nîşan bide. Ne tenê gelê Kurd ê li Rojhilat, divê gelê li hemû parçeyên Kurdistanê li ber polîtîkaya îdamê rabe. Hêzên demokrasiyê yên li cîhanê divê li ber rabe, li hemberî vê polîtîkaya darvekirinê divê helwestê nîşan bide. Nizanim dibêjin ji ber şerê navbera Îran û DYE'yê, hin hêz piştgiriyê dide rejîma Îranê. Piştgirî ji bo rejîmeke bi vî rengî nabe. Piştgirî ji bo rejîmeke ku darvekirinê dike nabe. Di meha Kanûnê ya derbasbûyî de bi hezaran kes hatin darvekirin. Qala 30 hezarî tê kirin, em bibêjin dinepixînin, bila 20 hezar be. 20 hezar kes hatin darvekirin, li kolanan hatin qetilkirin. Divê li hemberî vê helwest bê nîşandan. Em piştgiriyê didin nerazîbûnên li hemberî van darvekirinan. Divê Îran dest ji vê berde. Darvekirin bi kêrî Îranê nayê. Eger jê heye ku bi kêrî wê tê, hingî xwe dixapîne. Eger dibêje bi vî rengî gel, muxalefetê bêdeng dike, hingî xwe dixapîne. Dibe ku berê rêbazên bi vî rengî bi bandor bûn, lê belê êdî ev rêbaz bi bandor nîne. Bi taybetî ji aliyê siyasî ve bi bandor nîne. Darvekirinên siyasî bi ti awayî bandorê li ti rejîmê, bi kêrî ti rejîmê nake. Lewma em hem vê yekê şermezar dikin hem jî piştgiriyê didin van nerazîbûnên li hemberî darvekirinê, rast dibînin.