Xeteke petrolê ji Iraqê ber bi Sûriyeyê tê avakirin

Serokê Rêveber ê Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê got, diyar kir ku projeya avakirina xeteke ji bo veguhestina petrolê ji Iraqê ber bi perava Sûriyeyê dibe ku di çareya yekemîn a sala 2027‘an dest pê bike.

Xeteke petrolê ji Iraqê ber bi Sûriyeyê tê avakirin
6 cotmeh, 2026   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rêveber ê Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê Yûsif Qebelawî got, projeya avakirina xetekê ya ji bo veguhestina petrolê ji Iraqê ber bi peravê Sûriyeyê li ser Deryaya Navîn ve dibe ku di çareya yekem a sala 2027’an de dest pê bike.

Qebelawî di Forûma “Energy Intelligence” de ku li Londonê hatibû lidarxistin axivî û ev agahî dan: "Projeyê niha di qonaxa destpêkê ya endazyariyê de ye. Xebata li ser amadekirina bendera Banyasê ji bo wergirtina barhilgirên petrol xav a Iraqê jî dewam dikin."