Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin

Di êrişên hêzên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de 4 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin
6 cotmeh, 2026   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor çavkaniyên bijîşkî, di êrişên îro yên hêzên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin.

Hate zanîn ku di êrişa bi dronekê ya li ser dibistana Şuheda El Zeytûn a li taxa Zeytûn a li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê a ku koçber lê dimînên de yek jê zarok 3 koçber birîndar bûn.

Di gulebarana li ser rojhilatê kampa Mexazî ya naverasta bajêr de Hesen Reyan Cemîl Ebû Mensî (17) hat kuştin û kesek din birîndar bû.

Hate ragihandin ku di êrişeke hewayî ya li ser sivîlan a li kolana Ayidiyê ya rojavayê bajarê Xezayê de ciwanê bi navê Mihemed Muhsin El Yazinî (34) hat kuştin. Di êrişa li ser rêwiyan a naverasta bajêr jî ciwanê bi navê Mutesem Selah hat kuştin û kesek birîndar bû.

Çavkaniyan dane zanîn ku ciwanê bi navê Îbrahîm Mihemed Elam (34) ê di êrişa duh a li nêzî burcên Tîba ya Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.