Ji Bendava Tişrînê peyam: Dagirker bi vîna me nikarin

Gelên li ser Bendava Tişrînê diyar kir ku li hember êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk a dagirker ew parastina bendava xwe didomînin û got dagirker bi vîna wan nikarin.

Ji Bendava Tişrînê peyam: Dagirker bi vîna me nikarin
Ji Bendava Tişrînê peyam: Dagirker bi vîna me nikarin
Ji Bendava Tişrînê peyam: Dagirker bi vîna me nikarin
Ji Bendava Tişrînê peyam: Dagirker bi vîna me nikarin
Ji Bendava Tişrînê peyam: Dagirker bi vîna me nikarin
Ji Bendava Tişrînê peyam: Dagirker bi vîna me nikarin
Ji Bendava Tişrînê peyam: Dagirker bi vîna me nikarin
Ji Bendava Tişrînê peyam: Dagirker bi vîna me nikarin
2 sibat, 2025   21:24
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ji 8ˋê Çileyê ve li dijî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê çalakiyên xwe li ser bendava Tişrînê dewam dikin.

Îro 26 roj e, bi beşdariya sedan xelkê kantona Cizîrê, tevî êrişên hewayî û bejahî yên li derdora bendavê, çalakî didomin.

Vê êvarê, şênî li ser bendavê agir vêxistine û li dora agir diruşmên silavkirina berxwedana QSDˋê û şermezarkirina êrişan bilind dikin.

Ji welatiyên beşdarî çalakiya li ser bendavê bûye, Îbrahîm Kosa yê ji Qamişloyê axivî û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nikarin vîna me bişikînin. Em ê teqez bi ser bikevin."

Her wiha li dora agir û li ber stranên şorşegerî dîlan hatin gerandin.

(fr)

ANHA