Şehîd Tofan û Şêx El Cebel bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê şehîd Tofan Bilik û Şêx El Cebel bi merasîmeke bi heybet oxir kirin.

Şehîd Tofan û Şêx El Cebel bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Şehîd Tofan û Şêx El Cebel bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Şehîd Tofan û Şêx El Cebel bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Şehîd Tofan û Şêx El Cebel bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Şehîd Tofan û Şêx El Cebel bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Şehîd Tofan û Şêx El Cebel bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Şehîd Tofan û Şêx El Cebel bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Şehîd Tofan û Şêx El Cebel bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
27 tîrmeh, 2025   21:34
KOBANÊ

Bi sedan malbatên şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û şêniyên Kantona Firatê ji bo oxirkirina şehîd Tofan Bilik û Şêx El Cebel berê xwe dan goristan Şehîd Dîcel a başûrê bajarê Kobanê û li wir bi merasîmeke bi heybet cenazeyên şehîd Tofan Bilik (Elî Şahîn) û şehîd Şêx El Cebel (Mustafa Erbûş) yên di encamê qezayeke tirafîkê de li Çelebiyê şehîd bûbûn, veşartin.  

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, Rêveberiya Desteya Jina a Kantona Firatê Macîde Hesûn axivî û wiha got: "îro em şehîdên xwe oxirî axa pîroz dikin ku em bi saya berxwedana wan a bê hempa li vir in. Herdû lehengên me li hemberî dagirkeriyê li eniya Qereqozaxê û cebheya Bendava Tişrînê li ber xwe dan û em jî bi saya wan niha li vir bûn. Çawa dewletên desthilatdar xwestin me tune bikin, lê em jî bi van şehîdan roj bi roj xwe îsbat dikin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Ismaîl Mihemd Elî jî wiha wiha axivî: “Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, divê em jî xwediyê vê sekna niha bin û em li hemberî wê dagirkeriyê serî hidlin. Em weke meclisa leşkerî soz didin ku dê heta dawiyê jî xwedî li şehîdan û riya wan derkevin.”

Li ser navê Malbata şehîd Tofan Bilik Celal Şahîn axivî û soza şopandina riya şehîd dan û wiha pêde çû: "Van şehîdan soz dabûn û layîqî soza xwe derketin. Şehîd Tofan li ser rêya şehîd Xemlîn û Erdalan meşiya û ew rê gihand serkeftinê."

Dûra jî hevriyê şehîd Tofan strana “Fermandaro serî rake” stra.

Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê ya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de girseyê cenazeyên her du şehîdan bi dirûşman veşartin.  û ji aliyê

(mm/şx)

ANHA