Jinên ji Serêkaniyê: Em dixwazin vegerin warê xwe  

Gelek zextên pskolojîk li ser jinên koçber ên ji Serêkaniyê hene û ew dibêjin bi vegerê re dê gelek pirsgirêkên wan çareser bibin.

Jinên ji Serêkaniyê: Em dixwazin vegerin warê xwe  
Jinên ji Serêkaniyê: Em dixwazin vegerin warê xwe  
Jinên ji Serêkaniyê: Em dixwazin vegerin warê xwe  
Jinên ji Serêkaniyê: Em dixwazin vegerin warê xwe  
Jinên ji Serêkaniyê: Em dixwazin vegerin warê xwe  
16 gulan, 2026   05:05
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Jinên koçber ên Serêkaniyê behsa zehmetiyên koçberiyê kir û xwest vegerin warê xwe. 

Yaşir El Ehmed got: "Demsala havînê gelekî germ e, mîna demsala zivistanê em di kampan de gelekî zehmetiyan dibînin û di van şert û mercan de nikarin tedbîrên xwe bigirin. Hevjînê min wefat kiriye û ez tenê berpirsyariya zarokên xwe radikim. Eger li kampê kar hebûya min ê bikira. Elektirîk û av kêm e û em nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em dixwazin vegerin bajarê xwe Serêkaniyê."

Gozel Mihemed jî got: "Em dixwazin ku êşa me ya koçberiyê bi dawî bibe û em vegerin warê xwe. Li warê xwe ewle û aştiyane bijîn û em ji zextên psîkolojîk rizgar bibin. Piştî ku rêxistinên navneteweyî nema dibin alîkar em zêdetir zehmetiyan dibînin. Em tenê dixwazin vegerin warê xwe. Ji roja em koçber bûn pirsgirêkên me zêde bûn, di aliyê psîkolojîk de zext li me dibe."

Sumeya Atiya jî got: "Piştî ku rêxistinên navneteweyî xwe ji kampan kişand û nema bûn alîkar, em gelekî zehmetê dibînin. Li kampê jî kar nîne ku em bixebitin. Ji xwe av jî gelekî kêm e. Koçberiyê gelekî bandor li min kir û bû sedema nexweşiyên min zêde bibin. Em dixwazin vegerin warê xwe û êşên me bi dawî bibin."

(np)

ANHA