Hêzên Ewlehiya Giştî nahêlin torên elektrîkê werin sererastkirin

Hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê rê nadin tîmên rêveberiya elektrîkê tora elektrîkê ya 5 gundên Çilaxayê sererast bikin. Şêniyên gundan nerazîbûna xwe nîşan da.

Hêzên Ewlehiya Giştî nahêlin torên elektrîkê werin sererastkirin
Hêzên Ewlehiya Giştî nahêlin torên elektrîkê werin sererastkirin
Hêzên Ewlehiya Giştî nahêlin torên elektrîkê werin sererastkirin
16 gulan, 2026   06:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li gundên Beqila, Beqla Xemu, El Hemra, Şemam û Zexîrê ji ber qutbûna elektrîkê şênî astengiyan dikişînin. Şêniyan dîyar kir u tîmên elektrîkê yên ji Rêveberiya Elektrîkê ya Til Koçerê hewl da tora elektrîkê sererast bikin, lê hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku li gundê El Sefa bi cih bûne, rê nadin xebatên sererastkirinê.

Di demên dawîn de li bajarê Çilaxa û gundên wê rewşa elektrîkê baş bûye. Lê 5 gundên li başûrê bajêr hîna ji ber qutbûna elektrîkê zehmetiyan dikişînin, ji ber ku tora elektrîkê ji ber bûyerên dawiya salê qewimîn ziyan dîtiye.

Li gorî şêniyên gundan, tîmên elektrîkê li ser daxwaza rêveberiya elektrîkê ya herêmê gelek caran hewl daye bigihêjin xeta elektrîkê ya ziyan lê bûye, lê ev hewldan ji ber astengiyên ku ji hêla hêzên ewlehiya giştî ve, hatine astengkirin, di encamê de qutbûna elektrîkê ya berdewam bandor li jiyana şêniyên 5 gundan kiriye.

Şêniyên gundan êş û azarên xwe yên rojane ji ber qutbûna elektrîkê anîn ziman.

Fatima Turkî ya ji gundê Zexîrê, diyar kir ku ev pêkanîn êşa şêniyan zêde dikin û wan ji xizmeteke bingehîn bê par dikin. Fatmayê bang li rayedarên têkildar kir ku destwerdanê bikin û çareseriyeke bilez bibînin da ku êş û azarên şêniyan kêm bikin.

Ebdulcelîl Silêman ê xwediyê kargeheke sererastkirina otomobîlan li gundê El Hemra, got qutbûna elektrîkê ya berdewam rasterast bandorê li jiyan û karê rojane yê şêniyan dike, her wiha peydakirina ava vexwarinê û xebitandina alavên bingehîn di mal û dikanan de dijwar dike.

Ziyad Hasûd jî diyar kir ku şêniyên 5 gundan ji bo pirsgirêka elektrîkê ku bandorê li hemû aliyên jiyana wan a rojane dike, çareseriyekê dixwazin. Hasûd diyar kir ku qutbûna elektrîkê ya berdewam barê li ser şêniyan zêde dike û bang li rayedaran kir ku bersiva daxwazên gel bidin û gihaştina wan bo xizmetên bingehîn hêsan bikin.

(k)

ANHA