Jinên ji Çilaxayê: Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwazeke bingehîn e

Jinên ji bajarê Çilaxa nerazîbûna xwe ya li hember tecrîda berdewam a li ser Rêber Abdullah Ocalan nîşan da. Jinan daxwaza bidawîanîna tecrîdê kir û banga gavên cidî ji bo çareseriyeke aştiyane û mafên gelê Kurd kir.

Jinên ji Çilaxayê: Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwazeke bingehîn e
28 sibat, 2026   04:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Salek di ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin derbas bû, daxwazên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser wî jî zêde dibin. Bi taybet jinan diyar kir ku serkeftina pêvajoya aştiyê gavên berbiçav hewce dike, di serî de rakirina tecrîdê û afirandina şert û mercên ji bo diyaloga cidî.

Fatma Rustem a ji Çilaxayê nerazîbûna xwe ya li hember pêkanînên dewleta dagirker a Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîda berdewam li ser wî anî ziman. Fatmayê diyar kir ku armanca Enqereyê û hêzên ku beşdarî komployê bûne, qelskirina gelê Kurd e ku îdeolojiya Ocalan wekî bingeha têkoşîna xwe qebûl kiriye.

Fatmayê daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û banga gavên cidî ber bi aştiyê ve kir. Her wiha diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li ser bingeha bîrdozî û felsefeya wî berdewam bike û got tecrîda berdewam biryardariya wan a piştgiriya Rêber Apo heta ku azadiya wî pêk were xurt dike.

Gulistan Mihemed Îsmaîl diyar kir ku tecrîda berdewam dê wan ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan dûr nexe, û da zanîn ku wî ji bo azadiya gelê Kurd qurbaniyên mezin daye. Gulistanê destnîşan kir ku ew ê rêya wî bişopînin û bi her awayî piştgiriyê bidin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin.

Evîn Îso jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî vîn û hebûna gelê Kurd e û êrişên li dijî Kurdan li herêmên cuda, bi taybetî li Rojava, vê yekê îsbat dike. Evînê soz da ku têkoşîna li ser bingeha bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan heta ku azadiya wî pêk were, berdewam bike.

Evînê diyar kir ku qonaxa heyî ji bo bidawîkirina tecrîdê û afirandina şert û mercên ji bo pêvajoyeke aştiyê ya rastîn ku mafên gelê Kurd garantî dike, hewldan û zextên zêdetir hewce dike.

(k)

ANHA