‘Gelê Kurd çareseriyê di yekitiyê de dibîne’

Mamoste û rewşenbîrên bajarê Dêrikê got gelê Kurd bi yekitiyê dikare mafên xwe di destûra Sûriyeyê de garantî bike û xwe ji qirkirinan biparêze.

‘Gelê Kurd çareseriyê di yekitiyê de dibîne’
28 sibat, 2026   06:05
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Xelkê Dêrikê diyar kir ku di vê pêvajoya hesas de yekitiya gelê Kurd şoreşa Rojava parast, hevgirtina gel û fedakariya şehîdan jî hemû planên li dijî hebûna gelê Kurd têk birin. 

Mamoste Yasmîn Hadî destnîşan kir ku hevgirtina gelê Kurd ji bo parastina ax û welatê xwe, serbilindahî ye û got bi yekitiyê dê maf û nasnameya gelê Kurd werin parastin.

Yasmîn Hadî bang li her kesî kir ku bixebite heyanî ku zimanê kurdî û hemû mafên wan ên hemwelatîbûnê di destûra Sûriyeyê de werin qebûlkirin û got: “Li gorî pêdiviya pêvajoyê divê em têkoşîna xwe li dijî polîtîkayên kuştin, talan û koçberkirinê bidomînin. Di têkoşînê de yekitiya gelê Kurd gelekî girîng e û dê hemû deskeftiyên şoreşê biparêzin.”

Menawir Ebdo jî li ser girîngiya yekitiya gelê Kurd axivî û got: “Di vê pêvajoya êrişên li ser Rojava de yekitiya gelê Kurd bû hêzeke mezin a parastina destkeftiyên Rojava. Divê mafên rewa yên gelê Kurd û siberojeke baştir ji bo gelê Kurd garantî bibin."

Rewşenbîr Xemîs Xidir anî ziman ku di vê pêvajoyê de rola yekitiya gelê Kurd gelekî bi bandor bû û wiha berdewam kir: "Hinek aliyan xwestin îradeya gelê Kurd bişkînin, lê hevgirtina gelê Kurd ev hewldan têk bir. Civakê deskeftiyên Rojava parastin û li hemberî êrişan li ber xwe da. Di vê pêvajoyê de heyanî ku mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de werin qebûlkirin, divê em tê bikoşin û her tim yekitiya gelê Kurd xurt be."

ANHA