Jineke Ereb zaroka xwe û çeka xwe hilgirt û bajarê xwe diparêze

Jineke ji pêkhateya Ereb li bajarê Çilaxa tevî sermayê jî, zaroka xwe ya biçûk hildigire û bajarê xwe diparêze.

Jineke Ereb zaroka xwe û çeka xwe hilgirt û bajarê xwe diparêze
25 ÇILE, 2026   05:50
QAMIŞLO

Di çarçoveya seferberiya giştî de ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye ragihandin, şêniyên herêmê çek hilgirtin da ku herêm û saziyên xwe biparêzin.

Nûçegihanên me dema xebatên şêniyan ên parastina taxên bajarê Çilaxa dişopandin, rastî jineke ji pêkhateya Ereb a bi navê Emel El Hisên hatin. Emel hem zaroka xwe ya yeksalî û hem jî çeka xwe hilgirtiye û tevî sermayê taxên bajarê xwe diparêze.

Emel El Hisên got: "Tevî temenê keça min a biçûk û sermaya dijwar î, lê îro roja rûmetê ye, roja ku her kes erk û berpirsyariyê xwe pêk bîne, herêma xwe û saziyên wê ji êrişên biparêze. Bi van êrişan dixwazin îradeya me û hebûna me têk bibin."

Emelê wiha lê zêde kir: "Welatek ku ez neparêzim, mafê min ê jiyana li wî welatî tune ye. Ji ber vê yekê ez tev li seferberiya giştî bûm da ku herêma xwe biparêzim. Bila em hêjayî jiyana li welatê xwe bin. Îro roja parastinê ye. Li hember êrişên li dijî hebûn û yekitiya me, ez ê heta nefesa xwe ya dawîn derkevim û bajarê xwe biparêzim.”

(k)

ANHA