Hesen Şero: Divê di her aliyê jiyanê de seferberî li pêş be

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero diyar kir ku tevahî sazî û dezgehên kantona Cizîrê di seferberiya xizmetguzariyê de ne.

Hesen Şero: Divê di her aliyê jiyanê de seferberî li pêş be
25 ÇILE, 2026   06:45
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê di 18`ê Çileya 2026`an de banga seferberiyê kir.

Têkildarî seferberiyê û berdewamiya debara jiyanê di hundir kantona Cizîrê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero ji ajansa me re axivî.

Hesen Şero diyar  kir ku  wekî ku tê şopandin, ev çend roj in ku gel bi giştî, bi hêza xwe ya leşkerî û bi hêza xwe ya ewlekariyê re li bajarê Qamişlo û kantona Cizîrê di nava seferberiyê de ne.

Hesen destnîşan kir ku li kêlek seferberiya parastinê, saziyên xizmetguzariyê jî di seferberiyê de ne û got:"Tevahî sazî û dezgehên me yên kantona Cizîrê heya niha di nava 24 saetan de, di milê xizmetguzeriyê de dixebitin. Da ku pêdiviyên şêniyan pêk bînin. Ev sazî bi gel re jî di nava serferberiyek mezin de ne. Saziyên me yên xizmetguzeriyê ji peydakirina nan, av, mazot, gazê û hwd di nava xebatê de ne."

Şero di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku: "Em bêjin û nebêjin civaka me pêdiviyên wan a jiyanî çêdibin, ji bo mijara sûkê jî, divê şênî hemû bi hev re alîkar bin. Li kêleka vê seferberiyê û hêzên xwe mijarên pêdiviyên jiyanê ji aliyê sûkê ve di nava liv û tevgerê de bin. Sekna vî gelî û berxwedana wan wê serkeftinê misoger bibe. Em ji hêza xwe bawer in. Her wiha bila civaka me jî bi hêza xwe bawer be. Bi rihê welatparêzî û neteweyî ji bo parastina xaka Rojavayê Kurdistanê wê azadî û demokratîk misoger bibe."

Şero behsa berxwedan û piştevaniya her çarperçeyên Kurdistanê kir û diyar kir ku: "Hesetên gelê me li her çar perçeyên Kurdistanê moral û serkeftin in. Morl û berxedana gelê Rojavayê Kurdistanê ji tevahî cîhanê re mînak e. Divê gelê parçeyên din jî her li pişt vê berxwedanê bin."

Hesen Şero di dawiya axaftina xwe de got: "Pêvajoya ku em tê re derbas dibin û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya perçeyên din ên Kurdistanê weke Bakur, Başûr û Rojhilat e. Bi berxwedana gelê Rojava û sekna wê sînor hatin derbaskirin. Serkeftina herî mezin jî ev e. Bi yek rihî û dilî êdî berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê, berê xwe didin cihê ku dijmin dixwaze hebûna gelê lê bide qirkirin. Bila gelê me di wê baweriyê de be ku serkeftina vî gelî wê dijmin têk bibin."

(zş/fr)

ANHA