Ji şervanên Meclisa Serêkaniyê rêzeçalakî: 5 çete hatin kuştin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê li dijî nuqte û baregehên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li gundên derdora bajarê Serêkaniyê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistin, di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Ji şervanên Meclisa Serêkaniyê rêzeçalakî: 5 çete hatin kuştin
29 kanûn, 2024   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê li dijî nuqte û baregehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora bajarê Serêkaniyê rêzeçalakî li dar xistine.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di çarçoveya piştgirî û destekdayîna berxwedana pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê de û ji bo bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê rêzeçalakiyên bibandor li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gelek gundên derdora bajarê Serêkaniyê li dar xistin.

Di saetên vê sibehê de yekîneyek ji hêzên me ketina nava cih û nuqteyên çeteyan li gundê Rîhaniyê yê bajarê Serêkaniyê, hêzên me ji nuqteyên çeteyan ve nêz bûn û bi çeteyan re ketine pevçûnên. Di necamê de 5 çete hatin kuştin.

Li eniyeke din jî hêzên me êriş bir ser nuqteyên çeteyan ên li gundê Qasimiyê, di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zanîn.

Saet di 8ˋê vê sibehê de jî li eniya sêyemîn, şervanên me li gundê Dibis êrişeke din li dijî baregehên dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundên Ezîziyê, Erîşa, Erbahîn, Girê Şehîd Dilşêr, Menax û Kinêr pêk anî.

Di van çalakiyên li wan gundan de tu zirar bi hêzên me nebûn."

(fr)