El Xiznewî ji koçberên Serêkaniyê re civînek li dar xist

Di çarçoveya gerên bênavber ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Şêx Murşid El Xiznewî bi koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî re civiya.

El Xiznewî ji koçberên Serêkaniyê re civînek li dar xist
El Xiznewî ji koçberên Serêkaniyê re civînek li dar xist
El Xiznewî ji koçberên Serêkaniyê re civînek li dar xist
El Xiznewî ji koçberên Serêkaniyê re civînek li dar xist
29 kanûn, 2024   17:12
HESEKÊ

Şêx Murşid Maşûq El Xiznewî serdana kamnpa Waşûkanî ya gundewarê bajarê Hesekê kir. Di kampê de bi hezaran koçberên ji bajarê Serêkaniyê bi cih bûne.

El Xiznewî ji koçberan re got ew bi hêvî ye ku rojên bê li gorî hêviyên wan bin û tijî şadî û kêfxweşî bin.

ˋGIRÊDANA BI HÊVÎ Û KÊFXWEŞIYÊˊ

El Xinewî xîtabî koçberan kir û got: "We gelek êş û azar tehemûl kirin û li ber gelek zehmetiyan sebirîn. Em îro ji derbasbûna van zehmetiyan nêz dibin. Hêviyên xwe qut nekin, di pêşerojê de gelek tiştên baş hene. Hûn ê di demeke nêz de li vegerin bajar û gundên xwe. Rihê kêfxweşî dînamoya bingehîn a girêdana bi jiyan û îsrara vegera li ser xakê û welat e."

ˋJIYANA HEVBEŞ RÊBAZA AŞTIYÊ YEˊ

Di axaftina xwe li ser girîngiya jiyana hevbeş a navbera pêkhateyên li herêmê de El Xiznewî diyar kir ku avakirina welatekî ku tê de aştî û îstîqrar hebe pêdiviya xwe bi hevkariya tevan li ser bingeha hezkirin û biratiyê heye.

ˋLI HEMBER HERÊMÊ XWEDÎ BERPIRSIYARTÎˊ

El Xiznewî da zanîn ku pêdiviya pêvajoya heyî bi hişyariyeke mezin ji hêla tevahiyan ve heye û divê ji bo parastina destkeftiyên bi saya fedekariyên gelên herêmê hatine bidestxistin, bi rihekî berpirsiyartî tev bigerin.

(fr)

ANHA