ji Meclisa Ciwanên PYD`ê panelek li ser xetereyên li dijî civakê

Ciwanên PYD`ê bi panelek bandora koçberî û madeyên hişbirê şîrove kirin û rêbazên rêgirtina li ber van diyardeyan nîqaş kirin.

ji Meclisa Ciwanên PYD`ê panelek li ser xetereyên li dijî civakê
ji Meclisa Ciwanên PYD`ê panelek li ser xetereyên li dijî civakê
ji Meclisa Ciwanên PYD`ê panelek li ser xetereyên li dijî civakê
ji Meclisa Ciwanên PYD`ê panelek li ser xetereyên li dijî civakê
7 kanûn, 2023   17:33
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de, Meclisa Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) panelek li ser asta kantona Qamişlo li dar xist. Panel bi dirûşma `Bi paradîgma Rêber Apo em ê li hemberî şerê taybet derkevin` li hola navenda PYD′ê ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin û bi endamên ciwanên PYD′ê amade bûn. Di panelê de du mijar (koçberî û madeyên hişbir) ji aliyê endamên PYD`ê yên Qamişloyê Şehnaz El Teybî û Wasil Esed ve hatin şîrovekirin.

Wasil Esed di xala koçberî de behsa bandor û şêwazên rêgirtina li ber wê kir û got: ′′Welatî bi dûrbûna ji welatê wan,  ji çanda xwe dûr dikeve. Ev bandoreke neyînî li civaka wî tê kirin. Di dîrokê de niha jî gelek welatî di nava welatê xwe de dibin koçber, hinên din derdikevin derveyî welatê xwe, hin jê jî ji neçarî koçber dibin. Li vir ji ber propogandayên li ser ragihandinê tirs bi xelkê re çêdibe.”

Wasil Esed diyar kir ku ji ber koçberiya şêniyên resen demografiyê herêmên wan tê guhertin û wiha dom da axaftina xwe: ′′Bi koçberiyê re hêza civakê ya xweparastinê kêm dibe û gelek hêz dikarin wê deverê dagir bikin. Ji bo rêgirtina ber koçberiyê divê ji hêla zanistî û xizmetguzarî xebat zêde bibin, projeyên aborî werin pêkanîn û wekhevî di nava gelan de pêk were.”

Şehnaz El Teybî bandora madeyên hişbirê û rêgirtina li ber belavkirina wê  diyar kir û wiha şîrove kir: ′′Li cîhanê madeyên hişbir bi madeyên herî xeternak tên naskirin, mirovê ku wê madeyê dibe xwe hişyar dibîne, lê ew bi xwe ne bi awayekî normal tevdigere. Bi birina wê madeyê laşê mirov fêrî wê dibe, nema dikare bê wê debar bike. Divê her ciwanek ji aliyê xwe ve heke mirovên van madeyan dibin bişopînin û li gorî wê nêz bibin, wan şîret bikin û dûrî wan bixe.”

Panel bi nîqaşê û daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de Meclisa Ciwanên PYD′ê de hat diyarkirin ku ew ê li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker dijî herêmê tê bikoşin, semînerên derbarê welat û welatparêziyê  de orgenîze bikin.

(sb)

ANHA