Li Tebqayê meşa ji bo Rêber Abdullah Ocalan

Li Tebqayê bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û ji bo zelalkirina rewşa wî   bang hat kirn.

7 kanûn, 2023   17:37
TEBQA

Çalakiyên ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan nemaze piştî erdheja ku li Tirkiyeyê pêk hat, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê meşek li dar xist.Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, endamên partiyên siyasî û tevgerên jin û ciwanan jî di nav de, bi sedan şêniyên Tebqayê beşdarî meşê bûn.

Meşê ji parka Şehîd Hevrîn Xelef dest pê kir û ber bi avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi rê ket. Di meşê de dirûşûmên "Bijî berxwedana Îmralî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Her wiha posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankarta bi nivîsên "Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan dixwaze dimildest rewşa tenduristî ya Rêber gelan Abdullah Ocalan were aşkerakirin" hat vekirin.

Li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Mensûra Foza El Mihemed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de bal li ser karesetên xwezayî yên ku li Tirkiyeyê diqewimin bi taybetî erdheja 4'ê Kanûnê ya li 32 kîlometre bakurê rojavayê bajarê Bursayê , heman bajarê ku Rêber Abdullah Ocalan tê de girtî ye hat kişandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji nêzî 26 salan de tu agahî ji girava ku Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî lê hatine ragirtin, nayên wergirtin û hate diyarkirin ku ev yek li dijî pîvanên navneteweyî û mirovî ye û fikarên gelan çêdike.

Di daxuyaniyê de bi navê şêniyên Tebqayê bang li dewleta Tirk a dagirker hat kirin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan zelal bike û deriyê Îmraliyê li ber malbat, parêzer û bijîşkên wî veke . Her wiha bang li hemû gelan hat kirin çalakiyan zêdetir bikin ta agahî ji Rêber Abdullah Ocalan werin girtin.

(mh)

ANHA