Beşdarên çalakiya ji bo ziman: Em ê çalakiyên xwe bidomînin

Beşdarên çalakiya ji bo ziman a li Qamişloyê daxwaz kir ku zimanê kurdî were parestin û got heyanî daxwazên wan ên ji bo ziman werin qebûlkirin ew ê çalakiyan bi rêxistin bikin.  

Beşdarên çalakiya ji bo ziman: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
22 îlon, 2026   16:09
QAMIŞlO

Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê çalakiyeke girseyî bi dirûşma "Zimanê me nasnameya me ye" organîze kir. Bi hezaran şênî tev lê bûn. Çalakî li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişloyê hate lidarxistin.

Beşdarên çalakiyê ji ANHA`yê re axivîn û got ew ê ji bo parastina zimanê xwe yê dayike çalakiyên xwe berdewam bikin.

Hisên Ferho got: "Ji bo em ziman û çanda xwe biparêzin em îro tev li çalakiyê bûn. Em qebûlnakin ku zimanê me bi 3 saetan sînordar bikin, em daxwaz dikin ku di destûrê Sûriyeyê de fermî bibe û were parastin. Em gelê Kurd ji gelê Sûriyeyê qut nabin, em bi zimanê kurdî re mezin bûn, heke zimanê me hebe dê hebûna gelê Kurd were parestin. Heyanî ku daxwazên me yên ji bo ziman kurdî qebûl bikin em ê xwepêşandan û çalakiyên xwe berdewam bikin."

Nûra Beşîr jî got: "Ez ji Hesekê me û hatim tev li çalakiyê bûm, ez ji zimanê kurdî hez dikim û dixwazim bi zimanê xwe bixwînim, zimanê me hebûna me ye."

Xalîse Beşîr got: "Em dema daxwaza zimanê kurdî dikin em parastina nasnameya xwe dikin, ji ber ziman hebûn û rûmeta me ye. Ji bo mafên xwe yên rewa me 15 salan şehîd dan, heyanî zimanê kurdî bibe yek ji zimanê fermî yê Sûriyeyê em ê tê bikoşin."

Xwendekara dibistana amadeyî Nûr fîdan jî got: "Em qebûlnakin ku zimanê kurdî bi 3`ê saetan sînordar ibkin, em dixwazin meteryalê dibistanan bi zimanê kurdî be, zimanê kurdî zimanê civak û gel e û divê di destûrê Sûriyeyê de were parestin."

(np)

ANHA