Li Şamê çalakvanên jin serdana MSD`ê kir

Çalakvanên jin serdana nivîsgeha MSD`ê ya li Şamê kir û rewşa jinên Sûriyeyê nîqaş kir.

Li Şamê çalakvanên jin serdana MSD`ê kir
22 îlon, 2026   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên jin Dr. Ebîr Silêman, Lema El Hisêniyê û Dr. Emel Çerkesî serdana Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li Şamê kir.

Li gorî malpera fermî ya MSD`ê di serdanê de rewşa jinên Sûriyeyê û girîngiya tevlêbûna jinan di siyasetê û pêvajoyê de axivîne.

وشملت

Her wiha di serdanê de anîn ziman ku divê mafên jinên Sûriyeyê di destûrê de werin parastin, wekhevî di navbera jin û mêran de hebe û jin bigihêjin mafên xwe yên siyasî, sivîl, civakî û aborî.

Ji bo têkiliya di navbera çalakvan û rêxistinên jinan de xurttir bibe, axivîn û gotin ji bo pirsgirêka jinan çareser bibe divê hemû jin bi hev re bixebitin û di aliyên siyasî, qanûnî û civakî de tê bikoşin.

(np)