Ji gelê Bakûr peyam: Me çawa Kobanê parast em ê Rojava jî biparêzin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi çalakî û daxuyaniyan êrişên çeteyan ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê hatin şermezarkirin û banga piştgiriyê hate kirin û ev peyam hat dayîn: “Me çawa Kobanê parast em ê Rojava jî biparêzin.”

Ji gelê Bakûr peyam: Me çawa Kobanê parast em ê Rojava jî biparêzin
8 ÇILE, 2026   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku Kurd lê dijîn û yên li ser Benî Zêd ku Suryanî lê dijîn, di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de li gelek bajaran li gel çalakiyan hatin protestokirin.  Di çalakiyan de peyama; ‘’Dema ku li Helebê êrîş hebin, li Tirkiyeyê aşitî pêk nayê. Çawa ku me sala 2014’an parastina Kobanê kir em ê îro jî Rojava biparêzin’’ derketin pêş. Di daxuyaniyan de bangên bidawîbûna êrîşan, girtina berpirsiyariyê ya ji aliyê raya giştî ya nanvneteweyî ve û mezinkirina piştevaniya li gel Rojava hatin kirin.

COLEMÊRG

 Li navenda Colemêrgê jî bi tevlibûna gelek kesan daxuyanî hat dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê bajar Behçet Kanat daxuyanî xwend. Li navçeya Şemzînanê jî gelek kes hatin gel hev û êrişên komên paramîlîter şermezar kirin. Pinar Yilmaz metna hevpar xwend û li dijî êrişan banga yekitiyê li Kurdan kir. Li Geverê jî bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk daxuyanî hat dayin. Girseya ku li pêşiya DEM Partiyê kom bû, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” heta Navenda Kargehan a Zagrosê meşiya. Di daxuyaniyê de banga çalakiyên protestoyî li gel hate kirin.

 AGIRÎ

 Platforma Saziyên Demokratîk a Agiriyê, li ser Cadeya Cumhuriyetê meş li dar xist û piştre daxuyanî da. Di navbera çalakvan û polîsan de rageşî derket. Girseyê, bi dirûşma Rojava berxwedan û azadî ye, teslîm nayê girtin” meşa xwe domand. Metna hevpar ji hêla Hevseroka DBP’a bajar Şîlan Turgayê ve hate xwendin.

 ERZIROM

 Li navçeya Qereçoban a Erziromê jî bi pêşengtiya DKUP’ê çalakî hat lidarxistin. Gelek kesên hatin cem hev, êriş şermezar kilrin. Di çalakiyê de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, teslîm nayê girtin” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’ê yê Bajar Ramazan Karakuş daxuyanî xwend.

 ÎDIR

Li Îdirê jî bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, li kolana Mûsa Anter hat dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Metîn Çarkli metna hevpar xwend.

 DÊRSIM

 Li Dêrsimê jî li kolana hunerê daxuyanî hat dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, teslîm nayê girtin”, “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye" hatin hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Ozcan Ateş daxuyanî da û êriş şermezar kir.

 Serokê EMEP’ê yê BAjar Ergîn Tekîn jî bang li Tirkiye û hêzên din kir ku xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Endamê MYK’a ESP’ê Orhan Çelebî jî li dijî komkujiya li dijî Kurdan hatiye destpêkirin, banga hestiyariyê kir û banga tevlibûna têkoşînê kir. Çelebî, got ku dê têkoşîna wan li dijî DAIŞ’ê bidome û piştevaniyê mzin bikin.

 Wekîla DEM Partiyê ya Bajêr Ayten Korduyê jî komkujiyên li dijî Elewî, Durzî, Kurd û baweriyên cuda bi bîr xist û got ku ew vê zîhniyeta faşîst ji Şengalê nas dikin. Ayten Korduyê, anî ziman ku dê tevî gelên din destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.

 Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.

 ÇEWLIG

 Li Qada Bajar a Çewligê jî daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye" hate hilgirtin. Hevserokê DBP’a Bajêr Şevket Kalindamara di daxuyaniyê de got ku gelê Kurd bi tenê nîne, bêparastin nîne û got: “Bi îrade û rûmeta dîrokî ya di berxwedana Kobanê de hatiye raberkirin em ê destkeftiyên Rojava û gelên Sûriyeyê jî biparêzin.”

 Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.

 XARPÊT

 Li Garaja Xozatê ya Xarpêtê jî daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankart hatin hilgirtin. Daxuyanî, ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Saadet Yavuz ve hate xwendin.

MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî meş hat lidarxistin. Bi hezaran kesên li Parka Kader Ortakaya li ser sînorê Qamişloyê hate gel hev, li ser sînor meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye" hate hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana Helebê", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Her wiha stranên berxwedanê hatin gotin. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan hate hilgirtin. 

Wekîlê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî got ku dê komên paramîlîter û alîgirên wan têk biçin û banga xwedîderketinê li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir.

Daxuyanî, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

MÛŞ

Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî meşek li dar xist û daxuyanî da. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû, heta Qada Kobanê meşiya. Di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" hate berzkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e û nayê teslîmgirtin” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Çîçek Tutuşê bang xwedîderketina li Rojava kir.

KOP

Li navçeya Kopê jî êriş hatin şermezarkirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk tev li bûn. Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hat dayin. Hevserokê Bajêr Abdulbakî Yîgît, got: “Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku gelê Kurd bi tenê nehêlin. Piştevaniya bi gelê berxwedêr ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re mezin bikin.”

BEDLÎS

Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê jî li Parka Filistînê ya Tetwanê daxuyanî da. Wekîlê DEM Partiyê Huseyîn Olan di daxuyaniyê de got: “Rojava rûmeta gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe Rojava meseleya me ya rûmetê ye. Her çi dibe bila bibe em ê li cem gelê Rojava cih bigirin.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.