Tankek din li taxa Eşrefiyê hat rûxandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb tankek din a komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de rûxand.

Tankek din li taxa Eşrefiyê hat rûxandin
8 ÇILE, 2026   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bersiva êrişên hovane yên komên çete didin, tankek din li taxa Eşrefiyê rûxand.

Hêzan di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kiribû ku di bersivdana êrişên komên çete yên roja 3ˊyan de tankek, 5 wesayîtên leşkerî rûxandin û 7 dronên xwekuj xistin xwarê, zirarên mezin gihandin çeteyan û cebixlaneyan.

(fr)