Ji eniyên şer ta têkoşîna siyasî rêwîtiya birîndarekî

Hesen Newaf Hac Elî mînaka zindî ya têkoşîna demdirdiêj e. Rêwîtiya wî ya têkoşînê li gundê El Zeydiyê li gundewarê Zerganê dest pê kir,  li çeperên şer û qadên şoreşê rastiya ku şoreşek bi ked û têkoşînê pêş dikevin çesipand û tekez kir ku parastina ax û nirxên mirovan berpirsiyariya her kesî ye.

Ji eniyên şer ta têkoşîna siyasî rêwîtiya birîndarekî
5 tîrmeh, 2025   03:45
HESEKE
CAN ILÊWÎ

Di salên 1960`an de, Hesen Newaf Hac Elî li gundê El Zeydiyê yê girêdayî bajarê Zerganê li kantona Cizîrê, çavên xwe li jiyanê vekir. Ew bavê pênc keç û kurekî ye.

Ji ciwaniya xwe ve, Hesen bi ramana çepgir bandor bû û di salên 1980`an de, tevlî Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê bû. Hac Elî bi salan, ji bo doz û azadiya gelê xwe têkoşiya, û ji aliyê rejîma Baasê ve gelek caran rastî çewisandinê hat. Lêbelê, wî baweriya wî bi doza Kurd hebû û her rêya berxwedan û têkoşînê şopand.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava di sala 2011`an de, Hesen Newaf Hac Elî biryar da ku rola xwe ya neteweyî dewam bike, lewma li bajarê xwe tevlî komîteyên rêxistinî yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû. Bi destpêkirina êrişên li ser herêmê re, ew bê dudilî ji nava xebata siyasî derbasî têkoşîna çekdarî bû, beşdarî parastina Serêkaniyê û Til Temrê bû. Piştî ku ew bajar hatin rizgarkirin dîse vegeriya nava xebatên siyasî û rêxistinî.

Di Cotmeha 2019`an êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî zêde bûn, Hesen Hac Elî ku li bajarê Til Temrê wekî hevserokê PYD`ê kar dikir, vegeriya eniyên şer. Di şerên li dijî êrişan de bi giranî birîndar birîndr bû û lingekî wî hat birîn, di wan êrişan de 7 hevalên wî şehîd bûn.

Tevî birîndarbûna xwe jî, lê wî têkoşîna xwe berdewam kir. Hac Elî wekî endamekî Konfederasyona Birîndarên Şer, û wekî endamekî çalak ê Akademiyên Civaka Demokratîk, û her weha akademiyên leşkerî xebata xwe domand. Baweriya wî her ew bû ku ku şoreş bi ked û têkoşînê pêş dikevin

Hesen Hac Elî der barê mijarê got, "Şoreş bê qurbanî bi ser nakevin. Welatparêzî ew e ku mirov berpirsyariya parastina welat hilgire. Me bi hezaran şehîd û birîndar dan da ku welatekî azad ava bikin ku rûmeta gelê xwe biparêzin. "

Her wiha got, "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê dijminatiya gelê Kurd dike, lê li dijî hemû pêkhateyên herêmê şer dike, ew xwe dispêre Islama Siyasî û ji bo têkbirina şoreşa 19`ê tîrmehê komên çete bi kar tîne."

Hac Elî bal kişand ser girîngiya parstina destkeftiyên şoreşê û got, "Piştî destpêkirina şoreşê, dihat xwestin ku şoreş were parastin, pêkhateyên herêmê milên xwe dan hev û bi hev re axa xwe parastin, bi vê yekîtiyê karîn hermên xwe ji terora DAIŞ`ê rizgar bikin. "

Hesen Newaf Hac Elî di dawiyê de got "Ev pêvajoya em têre derbas dibin ji bo gelê me pêvjoya çarenûsê ye, divê her kes erkên xwe bicîh bîne da ku serkeftinê bi dest bixe. Di dîrokê de, Kurd rastî zilmê hatine û gelek serhildan û şoreş têk çûne, lê ev şoreş şoreşa hebûnê ye û divê her kes ji bo serkeftina wê têbikoşe. "

(k)

ANHA