Ji karkerên şaredariyê gilî: Hişmendiya paqijiyê kêm e, bar giran dibe   

Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel a Reqayê diyar kir ku şêniyên bajar der barê paqijiya taxên xwe û derdorê de baldar nîn in, ev jî barê wan giran dike û xwest hişmendiya paqijiyê were zêdekirin.

5 tîrmeh, 2025   07:15
REQA
EHMED EL SEMHAN

Li deriyên têketina bajar, sûkên sereke û kolanên taxên bajarê Reqayê pirsgirêka kombûna çopê heye. Karkerekî paqijiyê yê Şaredariya Reqayê Ebdulkerîm El Îbrahîm diyar kir ku şênî der barê paqijiya taxên xwe û derdorê de zêde baldar nîn in.

Ebdukerîm El Îbrhaîm got: "Êşa me ya ji ber şêniyan dewam dike. Şênî li gorî dema ji bo derxistina çopê hatiye diyarkirin tevnagerin. Piştî kedeke mezin a paqijkirinê ku di bin tavê de tê kirin, şênî dîsa çopê bê ser û ber diavêjin.”

Ebdulkerîm El Îbrahîm da zanîn ku piraniya şêniyan çopê naavêjin hawiyan (çopdankan), lê diavêjin naverêyan û cihên din û got: "Ev diyarde rasterast bandorê li me dike û me di kar de diwestîne."

El Îbrahîm ji saet 07.00’an heya saet 14.00’an paqijiya kolanan dike û got: "Ev bajar ê me ye. Eger em paqij nekin dê kî paqij bike?"

El Îbrahîm rexne li şêniyên ku çopê bê ser û ber diavêjin kir û bi van gotinan xîtabî wan kir: "Li halê me binêrin."

El Îbrahîm di dewama giliyên xwe de bang li şêniyan kir ku keda wan li ber çavan bigirin û di paqijkirina bajar de bi wan re bibin alîkar. Her wiha bang li wan kir ku li gorî dema derxistina çopê tev bigerin, bermahiyên wekî karton, plastîk û şûşeyan tev li hev nekin.

Karkerê paqijiyê yê bi navê Yûnis El Ebid ku li kolana Seyif El Dewla karê xwe dike, heman zehematiya Ebdulkerîm dikişîne. El Ebid got: “Hemû xebatkarên paqijiyê li Reqayê rastî zehmetiyên mezin tên. Çop li her derê ye. Ev tiştekî xirab e. Şênî çopê naavêjin cihên wan, dema ku erebeyên veguhestina çopê derbas dibin jî çopê dernaxin. Karê me tenê bûye ew ku çopa li derdora hawiyan kom bikin."

El Ebid bi domdarî got: "Tevî ku şênî li gorî pîvanên paqijiyê tev nagerin, lê ev karê me ye û em mecbûr in bikin. Hinek kes rêzê nadin ne û ji me re dibêjin ev karê te ye û tu neçar î bikî."

Bi armanca pêşxistina hişmendiya paqijiyê, Şaredariya Gel û Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê bi tevkariya Zanîngeha Şerq di 22’yê Nîsana îsal de pêngavek bi dirûşma "Bi hev re ji bo ku Reqa paqij be û Firat zelal be" dabû destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de di nava mehekê de xebatên paqijiyê li tax, sûk û deverên dîrokî hatin kirin. 

Rêveberê Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Kantona Reqayê Ehmed El Elî der barê pêngavê de diyar kir ku pêngav sibeh û êvaran bi rêve diçû, her dewamek 7 saetan berdewam dikir.

El Elî diyar kir ku berdewama xebatê û pêkanîna armancên pêngavê girêdayî asta tevkariya şêniyan e. Her wiha bang li şêniyan kir ku li gorî dema derxistina çopê tev bigerin û çopê bê ser û ber neavêjin.

(bb)

ANHA