Bê edaletî û bêdengiya navneteweyî li peravên Sûriyeyê rewşa trajîk didome

Hemwextî bêdengiya navneteweyî û tunebûna şopandina siyasî û ragihandinî, li perava Sûriyeyê sûc û binpêkirin zêde bûne. Girêdayî wê endamê Meclisa Pêkhateyên Sûriyeyê der barê domandina bêdengiya navneteweyî û ya herêmî, hişyarî da.

Bê edaletî û bêdengiya navneteweyî li peravên Sûriyeyê rewşa trajîk didome
5 tîrmeh, 2025   04:55
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Di demekê de, ku raporên li ser komkujî û binpêkirinên li perava Sûriyeyê zêde dibin, pirsên der barê helwesta civata navneteweyî û rastiya şoapndina siyasî û ya ragihandinî de, derdikevin holê. Nexasim ku li gorî daxuyaniyên hiqûqî û raporên ragihandinê bûyerên ku li peravê qewimîne ji bûyerên herî xerab ên ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve ne.

Girêdayî mijarê, endamê Komîteya Hemahengiyê ya Kongreya Manheim û endamê Meclisa Pêkhateyên Sûriyeyê Mazin Mihemed der barê domandina bêdengiya civata navneteweyî û hin aliyên herêmî, hişyarî da.

QIRKIRINA KOMÎ

Mihemed diyar kir ku tiştê li peravê qewimiyene ne bûyer û ne jî pevçûn in, ew komkujî û qirkirina komî ne. Heta niha tenê navên ku hatine belgekirin zêdetirî 4 hezaran in û hin nav hene nehatine belgekirin.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ Û HEVKARIYA HERÊMÎ

Mihemed destnîşan kir ku civata navneteweyî bi zanabûn mijara sûcan û binpêkirina paşguh dike, ji ber ku ew dixwazin hikumeta veguhêz a Sûriyeyê wekî xwe bimîne da ku komên cîhadî xwe ji nû ve rêxistin nekin û got: "Desthilata Şamê êdî tawîzên mezin dide, tawîzên ku digihîjin asta destberdana ji serweriya Sûriyeyê. Bi taybetî li herêmên başûrê Sûriyeyê."

Mihemed wiha domand: "Her wiha, dewletên herêmê wekî Tirkiyeyê dixwazin şaşiyên vê desthilatê veşêre û binpêkirinên komên girêdayî wê jî veşêre."

HEWLDANÊN EWROPAYÊ YÊN HESABXWESTINÊ

Mihemed diyar kir ku tevî vê rastiyê lê dîsa hin gav tên avêtin û got: "Ji wan gavan cezayên ku Yekitiya Ewropayê li serçeteyên wekî Mihemed Hisên El Casim (Ebû Emşe) û Sêfedîn Bolad (Ebû Bekir) dane. Ev gav erênî ne lê belê ne bes in. Li Fransayê û Dadgeha Navneteweyî ya Dadgeriyê jî doz hatin vekirin. Li Almanyayê jî çalakvanên ji perava Sûriyeyê doz li ba dadgeriyê vekirin. Her wiha çaverê ye Komîteya Navneteweyî ya Lêpirsînan rapora xwe bide, dibe ku ew rapor bibe destpêka pêvajoya pêkanîna edaletê."

BINPÊKIRIN DEWAM DIKIN Û REWŞÊN MIROVÎ XERAB E

Mihemed got ku domandina bêdengiyê hişt ku ev sûc bi awayekî rojane werin pêkanîn û her biçin qirêjtir û xerabtir bibin. Li kêleka wê jî cezayên komî jî hatin pêkanîna, wekî dûrxistina karmendan û rawestandina mûçeyên wan. Ev jî hişt rewşên mirovî xerabtir bibin."

Mihemed ji ber rewşa giran û dijwar a wan herêman, banga pêşkêşkirina alîkariyan ji bo peravê, Hims û Hemayê kir. 

KOMÎTEYA NAVNETEWEYÎ YA LÊPIRSÎNAN

Der barê Komîteya Navneteweyî ya Lêpirsînan de, Mihemed diyar kir ku wê komkujiyên meha yekê belge kirin û xebatên xwe yên komkirina şahidiyan li Sûriyeyê û dewletên derdorê didomîne û got: "Çaverê ye di meha Tîrmehê de rapora dawîn were aşkerekirin." 

Mihemed destnîşan kir ku reva ji cezayan dê çarçoveya tundî û binpêkirinan berfirehtir bike û got: "Divê rêxistinên navneteweyî bi awayekî cidî bikevin nava tevgerê û hesabê ji sûcdaran bixwazin. Her wiha bazarên siyasî yên ku li ser xwîna sivîlan tên îmzekirin jî rawestînin. Edalet ne tenê ji bo saxkirina mafên qurbaniyan e, her wiha ew pêwistiyek e ji bo mozaîka Sûriyeyê were parastin û di dema pêş de ev binpêkirin neyên dubarekirin.

(mh)