Ukrayna 2 bajarok li Kharkivê bi dest xistin

Hêzên Ukraynayê ragihand ku wan 2 bajarokên Kharkivê bi dest xistin.

Ukrayna 2 bajarok li Kharkivê bi dest xistin
12 kanûn, 2025   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ukraynayê diyar kir ku, li herêma ku serokê Ukraynayê gotiye vê dawiyê ji bo şopandina hêzên xwe serdana wê kiriye, 2 bajarok li nêzî bajarê Kupiansk ê herêma Kharkivê ya ku artêşa Rûsyayê ew kontrol kiribûn, vegerandin.

Ev ragihandin hemwextî xebatên dîplomasî yên rojavayî yên bi armnaca bidawîkirina şerê 4 salan, pêk hat.

Lîwaya Khartia ya Ukraynayê li ser telegramê diyar kir ku hêzên Ukraynayê heta bi çemê Oskilê ve rêya li pêş alîkarî û desteka hêzên Rûsyayê girtin û bajarên Kindrashievka û Radakivka û taxên li bakurê bajarê Kopyanskê ku vê dawiyê Rûsyayê kontrolkirina wê ragihandiye, bi dest xistin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bi dîmenekê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal got ku wî serdana devera derdora bajarê Kupiansk kiriye û spasiya leşkeran kiriye.

(mh/fr)