‘Siwêda nîşaneya rewşa xitimî ya Sûriyeyê ye’

Sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Geşkirin û Aştiyê Xalid Cemûl got hikumeta demkî berpirsê rewşa xitimî ya Sûriyeyê ye û mînaka vê yekê jî Siwêda ye.

‘Siwêda nîşaneya rewşa xitimî ya Sûriyeyê ye’
22 gulan, 2026   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Geşkirin û Aştiyê Xalid Cemûl der barê rewşa Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

Xalid Cemûl diyar kir ku hikumeta demkî ji rewşa siyasî, aborî û civakî ya xitimandî berpirsyar e û îşaret pê kir ku bûyerên li Siwêdayê û li herêmên din qewimîn bûn sedema qeyraneke siyasî, ji ber vê yekê ew bi vebijêrka mafê diyarkirina çarenûsa xwe ve girêdayî ne.

Cemûl bi domdarî got: "Divê em ji hikumetê bipirsin ku çima welat di aliyê siyasî de xitimiye. Hikumetê hemû qanûnên navneteweyî û tevahî pîvan binpê kirin. Ji vê zêdetir êrişî Siwêda, herêma peravê û bakurê Sûriyeyê kir. Êrişên li Siwêdayê rewş tevlihev kir. Di encamê de biryara siyasî li ber ba çû û êdî lêgerîna li çareseriyê di vê pêvajoyê de bê kêr e."

 Cemûl da zanîn ku Siwêda dixwaze di biryarê û mafê diyarkirina çarenûsê de serbixwe be û got: “Eger ev yek pêk were dê li ser asta herêmî û giştî ji bo Sûriyeyê derî ji çareseriyê re vebe.”

Cemûl destnîşan kir ku teqez dê polîtîkayê Siwêdayê hebe û dê ji derdora xwe ne dûr be û got: “Siwêda çareseriyê di serxwebûnê de dibîne û dixwaze bi xwe aqûbeta xwe diyar bike.”

Ji bo ewlehiya herêmê jî Cemûl wiha got: "Divê li gorî qanûnên herêmî û navneteweyî tev bigerin heyanî ku rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê aram bibe."

Têkildarî rewşa aborî ya Sûriyeyê Cemûl got: "Siwêda û parêzgehên din ên Sûriyeyê di aliyê aborî de gelek zehmetiyan dibînin. Krîz ne tenê madî ye, bandorê li ser tevahiya jiyanê dike. Krîza elektrîk, telefon, av û debara jiyanê hemû bi vê hikumetê ve girêdayî ye. Rêyên çareseriyê hene, eger dixwazin van pirsgirêkan çareser bikin. Siwêda her tim çareseriyê dixwaze û gelek proje pêşkêş kirin. Me biryara xwe daye ku em bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin û biryarên xwe bidin. Em ê ji civaka navneteweyî û herêmî re isbat bikin ku em xwediyê demokrasiyê ne."

Cemûl ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberî, hejarî û betaliyê jî ev nirxandin kir: "Gelek projeyên aborî hene. Eger bi rastî di van porjeyan de bixebitin dikarin gelek krîzên aborî çareser bikin. Eger hikumet bixwaze li Sûriyeyê derfet hene ku pirsgirêkên wê yên aborî werin çareserkirin. Civaka herêmî bi hemû pêkhateyên xwe hewl didin ku krîz çareser bibin mînak Siwêda."

Di dawiyê de Xalid Cemûl got Siwêdayê biryar daye ku bi xwe aqûbeta xwe diyar bike û biryarên xwe bide û bi vî awayî Sûriye dikare ji nû ve ava bibe.

(np)

ANHA