Ji bo ‘Reîs’ her tişt beîs-RAUF KARAKOÇAN

Mirov dikare gelek mînakên wê nîşan bide ku Tirkiyeya îro di her warî de ne welatekî normal e. Mekanîzmayên sîstemê yên wekî sîstema îdarî ya serokkomarê endamê partiyekê, sîstema dadgeriyê, sîstema qanûnçêkirinê û sîstema perwerdeyê hemû bi qusûr in û gelekî bê pergal in.
Qayûm, girtin, darizandin, darvekirin, şewitandina înfazan, tepisandina muxalîfan, zext, çavtirsandin, tirsandin û gelek mijarên din, dema li ber çavan werin girtin û dê were dîtin ku Tirkiye welatekî normal nîn e.
Nêzîkatiya wê ya li pêvajoya aştiyê jî têra xwe ne safî ye. PKK'ê her tişt xwe danî ser kefikeke mêzînê. Gavên ku jê dihatin hêvîkirin avêtin. Bi biryarên ji raya giştî re hatin ragihandin, dest bi danîna kevirên rêya aştiyê kir. Kefika din a mêzînê hê jî vala ye. Di vê qonaxê de jî nêzîkatiya wê ya ji bo çareseriya pirsgirêkeke qerase ne normal e.
Dema ku em dibêjin Tirkiye ne welatekî normal e, mebesta me ew e ku ne diyar e ‘Reîs’ (Erdogan) ku welat kiriye anormal, dixwaze xwe bigihîne çi. Dûrî îstîqrara siyasî-ekonomîk ketiye û daye ser rêyekê. Tengaviya wî ya di polîtîkaya derve de her ku diçe kûrtir dibe. Lê tevî ku hevsengiyên siyasî yên li herêmê aloz bûne jî, Reîs di tu mijarekê de nîşaneyeke îstîqrarê nîşan nade.
Li ber çavên wî muxalîf û muxalefet sor in û êrişên xwe yên li ser wan didomîne. Yanî, her tişt ji bo Reîs beîs e. Heta ku terora dewletê jî nexe nav têgiha 'Tirkiyeya bêteror' ku em napejirînin, welat çawa dikare ji terorê paqij bibe? Terora herî mezin terora bi destê dewletê ye. Heke mebesta wan terora dewletê be, mirov dikare têgiha 'Tirkiyeya bêteror' fehm bike.
Kongreya 12’emîn a PKK'ê helbet ji bo Tirkiyeyê rehetiyeke mezin çêkiriye. Ji bo Tirkiyeyê vîzyoneke sedsala nû daniye. Ji bo ku Reîs spartekên xwe yên wekî sererastkirinên siyasî û hiqûqî çêke, krediyeke mezin da. Dewlet û Reîsîcûmhûr van firsendên heyî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bînin, tê gelek gumanan çêke. Hem şêwazê wî yê pêxasiyê hem jî zimanê ku bi kar tîne, têra xwe aciziyê çêdikin.
Mijara Sûriyeyê, rêveberiya xweser bi PKK’ê ve girê dide û li hember bizava siyasî ya li Rojava eniyekê çêdike û pê re jî dike dijmin. Vê ferasetê di nava raya xwe ya giştî de jî berbelav dike. Kiryarên dijminane yên hikumeta HTŞ'ê yên li dijî Elewî, Durzî, Kurd, Erebên sekuler û hindikahiyên din tê zanîn. Di rêveberiyeke Sûriyeyê ya radîkal, tekfîrker, selefî û cîhadîst de ji bo nasnameyên etnîk û olî ewlehî nîn e, tevî wê jî Reîsê li Tirkiyeyê di mijara Rojava de li hincetan digere.
Durzî û Elewî xweserî û mîsogeriyê dixwazin. Daxwazên bi heman rengî ji bo Kurdan jî hene. Rêveberiya HTŞ'ê dûrî hişmendî û çanda pêkvejiyanê ye û ferzkirina sîstemeke îdarî ya bi zîhniyeta selefî û cîhadperest, nayê qebûlkirin. Heke HTŞ li Sûriyeyê anîne ser desthilatê, armanceke wan jî ev e ku îslama radîkal kedî bikin, çawa ku AKP di anîna Reîs de li Tirkiyeyê wek partiyeke projeyê ava kirin.
Bi HTŞ'ê re êdî Sûriye ne Sûriyeya berê ye û hê jê re gelek divê. Ji niha ve ne pêkan e mirov pêşbîn bike bê ka dê şêweyekî çawa bigire. Jixwe pirsgirêka Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê mîna kula Helebê ye. Mîna birînekê her ku diçe lê belav dibe. Ji ber ku, dema ku mirov li Sûriyeyê dinêre, derde wan ev e; ‘bila Kurd dayika xwe nebîne’. Hema dibêjin YPG û PYD û wek 'terorîst' bin av dikin, ev bi tene dê pê bide windakirin. Lê belê Tirkiye ancax bi Kurdan re dikare mezin bibe û bi Kurdan re hêzê bi dest bixe. Hevsengiya siyasî ya nû ya li herêmê bê avakirin, vê yekê pêwîst dike. Jixwe rêya rastîn a pêvajoya aştiyê di Sûriyeyê re derbas dibe. Hevrûbûna soza 'xurtkirina eniya navxweyî' ya ji bo diyalog û aştiya bi Kurdan û PKK'ê re geşedanên ku pêk hatine û wê li Sûriyeyê û herêmê pêk werin.
Sûriye bi projeyên wekî 'Rêya Enerjiyê ya Îbrahîm û Korîdora Dawûd' bûye parçeyekî hêzên global û sermayeyeke mezin. Li 'berjewendiyên stratejîk' ên Îsraîlê yên li ser bingeha ewlekariyê hatiye danîn. Sûriyeyê tînin wê astê ku êdî xêra wê ji bo gelên Sûriyeyê jî tune be. Mixabin rika Reîs a der barê Kurdan de, Tirkiye ji pasteya Sûriyeyê mehrûm kiriye.
Di siyaseta navxweyî de, bi dorpêçkirina CHP'ê ku partiya muxalefetê ya mezin e û bi bêdengkirina hemû muxalîfan re pêşî li aştiyê veke û 'eniya navxweyî xurt bike' hema hema ne pêkan e. Li gorî daxwazên Kurdan ên ji bo demokrasiyê jî nîn e.
Di polîtîkaya derve de jî em şahidiyê ji rewşa Tirkiyeyê dikin ku ji hevkêşeya siyasî ya nû hatiye derxistin. Tirkiye bûye çîmenê Rojhilata Navîn ku fîl li serê şer dikin. Rêyên enerjî û xetên bazirganiyê êdî di Tirkiyeyê derbas nabin. Dê Sûriyeyê bikin navnîşana rêyên nû û di hemû aliyan de; mijarên leşkerî, siyasî, aborî, rêveberî û ewlehiyê de bixin rêzê. Dê rolekê bidin Sûriyeya nû ku hêviyên hêzên cîhanî û Îsraîlê pêk bîne. Ew ê bikin ku lîderê HTŞ'ê krawatekê li stûyê xwe bipêçe û xizmetê ji berjewendiyên wan re bike. Li Sûriyeyê rewş ev e.
Kurd namzet in ku di vê pêvajoyê de aktorên sereke bin. Dîtina vê yekê, daxwaza Tirkiyeyê ya 'xurtkirina eniya navxweyî' bi Kurdan re bêyî eglekirinê, paradîgmayeke gelekî guncaw e. Lê belê divê were zanîn ku bi nêrîna ‘ji bo Reîs her tişt beîs e’ jî nabe.