Di êrişên li ser Xezayê de 43 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsaîlê yên li ser Xezayê de 43 kes hatine kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 43 kes hatin kuştin
15 gulan, 2025   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên Filistînî ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên barbanga îro yên li ser Xezayê de 43 kes hatine kuştin.

Malpera Quds a nûçeyan ku agahiyên xwe disporê bijîşkan diyar kir ku artêşa Îsraîlê barbanga îro li Xan Yûnisê, bajarê Xeza û kampa Cibalyayê li mal û çadiran dan.

Wezaret Tenduristiyê ya Xezayê duh ragihandibû di şerê ji Cotmeha 2023’yan ên li ser Xezayê de 52 hezar û 928 kes hatine kuştine û 119 hezar û 846 kes jî birîndar bûne.

Rêxistina Bijîşkên Sînor Nens bi daxuyaniyekê ragihand ku Îsraîlê bû sedema karaseteke mirovî li Xezayê.

Rêxistinê di daxuyaniyekê de ku îro weşand diyar kir ku ew şahidê avakirina şert û mercên ji bo tunekirina Filistîniyan li Xezayê ne. Rêxistinê da zanîn  Xezayê ji bo Filistîniyan bûye dojehek li ser erdê. Her wiha hişyarî da ku tîmên bijîşkî yên meydanî diyar kirine di du hefteyên borî ji ber nebûna ewlehiya xurekê hejmara nexweşxan ji sedî 32 zêde bûye. Rêxistinê da zanîn ku pêdiviyên sereke yên tenduristiyê pir kêm bûne.

(bb)