Washington, Moskow û Hormuz rojeva rojnameyên Erebî bûn

Rojnameyên Erebî li ser mijarên jeopolîtîk ên herî girîng nivîsîn û bal kişandin ser siberoja rola Amerîkayê li Rojhilata Navîn, aliyên stratejîk ên Tengava Hormuzê û guhertinên di tevgera Rûsyayê de piştî şerê Ukraynayê.

Washington, Moskow û Hormuz rojeva rojnameyên Erebî bûn
15 tîrmeh, 2026   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên ku îro, li ser çend mijarên navneteweyî û herêmî nivîsîn û bal kişandin ser tevliheviya siyaseta Amerîkayê li Rojhilata Navîn, girîngiya stratejîk a Tengava Hormuz di pevçûna Amerîkî-Îranî de û pirsgirêkên ku Rûsya dibe ku piştî bidawîbûna şerê li Ukraynayê rû bi rû bimîne û bandorên wê li ser ewlehiya navneteweyî.

DYA`Ê Û GIRÊKA ROJHILATA NAVÎN

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî ku DYA`ê di dehsalên borî de, ji ber dudiliya wê di navbera polîtîkayên destwerdana rasterast û vekişînê de û bandora meylên serokên Amerîkî li ser biryarên stratejîk, di dîtina nêzîkatiyek aram ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn de têk çûye.

Her wiha destnîşan kir ku dabeşbûna siyaseta DYA`ê û nekarîna wê ya hevsengkirina berjewendiyên xwe yên li herêmê ji ber piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê re, bûye sedema aloziya krîzên Rojhilata Navîn û berdewamiya bêîstîqrariyê.

TENGAVA HORMUZÊ DI NAKOKIYA DYA-ÎRANÊ DE

Rojnameya El Arabî El Cedîd destnîşan kir ku Tengava Hormuzê di nakokiya DYA-Îranê de mijareke stratejîk e, ji ber ku ew di derbasbûna beşek mezin ji bazirganiya petrol û gazê ya cîhanî de roleke girîng dilîze

Rojnameyê diyar kir ku her gefek li ser tengavê rasterast bandorê li bazarên enerjiyê û aboriya cîhanî dike. Îran wê wekî astengker bikar tîne, di heman demê de DYA`ê dixwaze azadiya deryavaniyê misoger bike û Çîn û welatên Kendavê hewl didin ku bi alternatîfên stratejîk girêdayîbûna xwe bi wê kêm bikin.

Rojnameyê da zanîn ku Tengava Hormuzê dê di siberoja nêzîk de dê bibe yek ji diyarkerên herî girîng ên hevsengiya hêzê û ewlehiya cîhanî.

RÛSYA PIŞTÎ ŞERÊ UKRAYNAYÊ

Rojnameya Independet Arabia nivîsî ku Rûsya dê ji şerê li Ukraynayê ji hêla aborî û demografîk ve qelstir derkeve, lê ev yek dê nebe sedema hilweşîna wê an nermkirina polîtîkayên wê.

Rojnameyê destnîşan kir ku dibe ku zextên navxweyî Moskowê neçar bikin ku li şûna şerê kevneşopî, amûrên erzantir ên wekî êrişên sîber, sabotaj û kampanyayên medyayê bikar bîne.

Rojnameyê da zanîn ku divê Rojava amade be ku bi Rûsyayek bêtir ne aram û bêîstîqrar re mijûl bibe, heta piştî ku şer bi dawî bibe jî.

(k)

ANHA