Ji ber ku Elewî ye hewl da wî serjê bike

Li bajarê Tartûsê  hewla serêjkirina ajokarekî teksiyê yê Elewî hat kirin.

Ji ber ku Elewî ye hewl da wî serjê bike
30 mijdar, 2025   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji kolana El Sewra ya bajarê Tertûsê dîmenek hat parvekirin. Di dîmen de hewla serêjkirina ajokarekî teksyê tê kirin.

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku kesê êrişkar destpêkê ji ajokarê teksiyê pirs kiriye ka ew Elewî ye, paşê jî hewl daye wî bi kêrê serjê bike.

Tîmên alîkariyê ku li deverê bûn ajokar rakirin nexweşxaneyê.

Bûyer bû sedema hêrs û xelkên bajêr.

(k)