Jenetorên embêran ên Hesekê hatin pêxistin

Piştî rawestandina 2 rojan ji ber kêmbûna sotemeniyê û dûre dabînkirina mazotê jenetorên embêran ên bajarê Hesekê ji nû ve hatin pêxistin.

Jenetorên embêran ên Hesekê hatin pêxistin
25 hezîran, 2026   18:25
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî 2 roj kehrebe li ser bajarê Hesekê ji ber kêmbûna sotemeniya pêxistina jenetorên ambêran qut bû, jenetorên ambêran ji nû ve hatin xebitandin. Jenetor li gorî piştgiriya komîteyê ya mazotê bi bihayê xizmetguzarî pêşkêş kiriye ku 8 saetan bixebite hatin pêxistin.

Komîteya Jenetoran a Hesekê diyar kir ku mîqdara mazota ku xwediyên jenetorên taybet wergirtine, têra rojekê dike, lê wê bi awayekî rojane mazota bê dayîn ku xebitandina jenetoran were berdewamkirin.

Li aliyekî din jî Gerîenendetiya Sotemeniyê ya Hesekê (Sadkopê) ji ajansa me re zelal kir ku gerînendetî li ser peydakirin û dabînkirina mazotê di rojên bê de dixebite, da ku xebatên pêxistinê îstîqrar bibe û qutbûn çênebe.

Komîteya Jenetoran a Şaredariya Gel a Hesekê duh ji ajansa me re diyar kiribû ku ji ber hevrêziya berdewam bi Gerînendetiyê re wê mekaznîmayên dayîna mazotê ji bo jenetorên taybet were başkirin da ku mazotê bi awayekî birêxistinkirî bigihîne wan û tu guhertin di bihayan de çênabe.

(fr)

ANHA